Daglayan got, heger jin bixwazin wê bigihêjin hedefên xwe. Derhêner Kîbar Daglayan Yîgît beriya bi 10 salan pê dihise ku xebatên atolyeya belgefîlm-sînema ya BEKSAV’ê heye. Piştre diçe BEKSAV’ê. Îro 4 belgefîlmên wê hene û bi dehan xelat wergirtine.

Jinên hatine qetilkirin

Daglayan got, beriya belgefîman çîrok dinivîsandin û got dema çûye BEKSAV’ê kamere girtiye destê xwe û dewam kiriye. Piştî perwerdeya BEKSAV’ê sala 2008’an, berê xwe dide çîroka jinên li atolyeya jinên hatine qetilkirinê. Daglayan piştre rahişt kameraya xwe, çû Bursayê û li wir bi kameraya xwe behsa 5 jinên jiyana xwe ji dest dayî kir. Û gelek xelat wergirtin. 

Kedkarên Kurd

Daglayan got, hêza ji wê fîlmê girtiye îro fîlmên nû dikişîne û fîlmê wê yê duyemîn jî balê dikişîne ser kedkarên Kurd. Belgefîlma wê ya ‘Pirên ji camê’ hêjayî gelek xelatan hat dîtin û bi hêza ku ji vê girt jî berê xwe da jiyana kedkaran.

Wezareta çandê piştgirî neda belgefîmê

Daglayan diyar kir ku kesên dixebitin kêfxweşiyê her tim li dû xwe dihêlin û dibêjin, wê piştî teqawîtbûnê jiyaneke rehet bijîn. Daglayan got, ji ber vê belgefîlma ‘Kêfxweşî‘ kişandiye, lê ev belgefîlm ji ber polîtîk hat dîtin di mîhrîcanan de zêde nehat nîşandan.

Daglayan rewşa jiyana ekolojîk ya li Tirkiyeyê dît û vê carê berê xwe da navçeya Arguvan a Meletiyê. Jiyana gundiyên Elewî ya li Arguvanê bi navê ‘Strana Ba’ kir belgefilm. Ev fîlm di Mîhrîcana Belgefîlman a Ekolojîk a Navneteweyî ya Bozcaadayê (BIFED) hat nîşandan. Herçî wezareta çandê ya Tirkiyeyê ye, piştgirî neda vê belgefîmê.

Ew ê behsa Dîdem Madakê bike

Her wiha Daglayan da zanîn ku di fîlm de keça wê Eda Elîf Tîbetê jî alîkariya wê kiriye û got, ji bo belgefîlma nû jî ketiye nava amadekariyan. Daglayan ji bo belgefîlma nû wiha axivî: “Di vê belgefîmê de ez ê Dîdem Madakê bikim mijar. Wek Dîdem Madakê gotiye, ‘Bila jin ji bo xewnên xwe sibehan nepên.’ Jin ji bo xeyalan neçar in sebr bikin. Lê divê vê zincîrê bişikînin û dakevin kolanan.”

Kîbar Daglayan Yîgît Kî ye?

Kîbar sal 1968’an li Kixî ya Çewlîkê hatiye dinê. Dema di lîseya Ertugrul Gazî ya Stenbolê de dixwend li aliyê din jî di sektora tekstîlê de dixebitî. Ji ber aboriyê lîse nîvco hişt. Demeke dirêj sekreterî û karên din kirin. Der barê jiyanê de hinek çîrokên kurt nivîsîn. Bi armanca bipêşxistina zimanê çîrokê sala 2004’an Atolyeya Sînemayê ya BEKSAV’ê nas kir. Ji wê rojê û şûnde kamera ji destê xwe dananî. Niha der barê jiyanê de nivîsandina çîrokan dewam dike.


EVRÎM KEPENEK / JINHA