LALEŞ WEZRÎNÎ
Yarîsanî maneya Yarsan wiha şirove dikin: Yar tê wateya heval û San jî tê wateyê pêşeng ango hevala pêşeng. Naxwe ez ê jî ji te re bibêjim hevala Binefş a Fermandar. Dergistiya Cûdîyê Mirada, evîndara Gabarê, berbûliya Bûka Mezra Botan, xêlvana şerê azadiyê, Ferîşteha kenşêrîn...
Yarsanî, Elewî û Êzîdî, figurên cihê yên Mîtra bi bîr tînin, wek xwedawenda xwe dibînin ango baweriya wan Mîtraîzm e. Di Yarsaniyê de yek ji tiştên herî pîroz mar e û bi taybet marên reş û spî. Dibêjin, mar xwe li derdora porê dayika Mîtra dialîne ji bo neyê jêkirin, ya din masî ye li gel wan xwarina masî qedexe ye ji ber ku dema Mîtra dikeve avê ji bo xwe ji êrişeke biparêze masî xwe li derdorê Mîtra kom dikin. Tişta pîroz ya din tav e, ji ber her derê ronî dike û bi xêr e. Dîsa di Yarsanîtiyê de agir pîroz e, ji ber germahiyê belav dike û tefandina wî qedexe ye. Heyv jî ji ber şevan ronî dike pîroz e, dîsa av xwedî pîrozahiyekî ye ji ber paqijî û zelaliyê çêdike û herî dawî jî por e, ji ber ku porê Mîtra dirêj bû...
Gelo sedem ev bû ku te ji pora dirêj hez dikir Binefşê?! Lewra te pora xwe qet jênedikir. Ji bo ku tu bûbûyî dildarê vê felsefê di dema şehadeta te de, tu weke keçeka Êzîdî hatî îlankirin. Her çendî ku koka te ji wê felsefeyê dihat jî, lê hezar û sed sal bû pêşiyên te hatibûn misilmankirin. Te li ser kok û ajara xwe lêkolîn kiribû, gihiştibûyî vê heqîqetê gelo? Lewra gelek hevalên te tu weke Binefşa Êzîdî nas dikirin. Di Mîtraîzmê de hinar bi kêrê nayê jêkirin bi destan jêdikin û te jî bi kêrê hinar qet nedikir...
Dîsa tê gotin, di felsefeya Yarsaniyan de bi keziyên Jinê sond dixwarin. Sonda herî pîroz keziyên dirêj ên Jinê ye. Dema şayeseya keziyê dirêj tê kirin, Kurd wiha dibêjin, “Çi kezî li ser in mînanî fetlê maran e.” Belkî jî sedem ev e ku mar pîrozwer tê dîtin di felsefeya Yarsanî de.
Erê heval Binefş! Te jî di mercên herî zor û zehmet de bîst û du salan li Çiyayê Kurdistanê por û keziyên xwe yî dirêj parast û qet piskek jî ji wan keziyên ku zîyareta bav û dayîka te bûn, meqes nekir; (ji bilî ku te tenê serbiskek ji Dayika xwe re diyarî kiribû). Gelo hezkirina por û keziyên dirêj hesteke xwezayî bû di giyanê te de? Ew bengîbûn û hezkirin ji kûrahiya bîrûbawerîyên Mîtraîzmê dihat? Navê te û bav û bapîrên tê bûbû Misilman, lê giyanê te li ser kok û ajara xwe ya esasî mabû?
Bi çi hest û bîrûbawerîyê dibe bila bibe, Pakrewana Welatê Rojê, hest û helwêsta te pîroz e û em ê her wan kezî û kakulan pîrozwer bibînin û di her salvegera bibîranîna te/we de weke hecîyekî ku biçe Laleşa Nûranî û bi xewf û xuş’u tewafa wan perestgehên pîroz bike, soz be em ê jî di bîr û kûrahiya giyanê xwe de wisa bi wan keziyên ku li ber tava havînê qemirîbûn, sond bixwin û pîrozwer bibînin.
Bi van hest û dildariyan em bi wan keziyên ku niha em nizanin bi kîjan dar û devîyê çîyayê Gabarê ve aliqîne, belkî jî pê ve kizirîne, sond dixwin ku em ê ti carî we ji bîr nekin û şopdarê doza we bimînin; her wiha di salvegera şehadeta we ya vê salê de jî em te, hevala te Berçem a Dêrikî û hemû şehîdên azadiya Welatê Rojê bi bîr tînin û bejna xwe li pêşberî giyanên we yên pîroz, wer ditewînin... Şehîd Namirin
* Binefş Ceng (Sakine Akdag) ji Êlihê ye û 18´ê Adara 2018´an li Gabarê şehîd bû. Nivîskarê vê nivîsê bavê Binefşê ye.