Ciwanên Azad, li bajarê Elmanya Stûttgartê kon vedan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Ciwanan sê rojan belavok belav kirin, agahî dan raya giştî û bi meşeke girseyî dawî li çalakiya xwe anîn.

Li Marktplatzê zêdeyî 500 kesî beşdarî meşa ji bo azadiya Ocalan bûn, tecrîdkirina Ocalan û dîktatoriya AKP û Erdogan protesto kir. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin gotin. Çalakgeran her wiha komkujiyên li Farqîn û Parîsê şermezar kirin.

Li ser navê Ciwanên Azad Rojhat Mêrdîn li mîtîngê daxuyaniyek da û diyar kir ku zilma li Îmraliyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Mêrdîn êrîşên AKP'ê yên li hemberî Farqînê şermezar kir û ji ber komkujiya li Parîsê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin, sersaxî ji gelê Fransayê re xwest. Mêrdîn got, "Komkujiyên bi vî rengî her roj bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê li Kurdistanê tên kirin. Ciwanên Kurd wê ji kujeran û mêtîngeran tolê hilînin."


Li Kopenhagenê doza azadiya Ocalan hat kirin

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, Komeleya Jinên Kurd li stasyona Norreportê ya Kopenhagenê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dezgeha agahdarkirinê vekir. Di çalakiyê de ku rojekê dewam kir, berxwedana Farqînê jî hat silavkirin. dezgeh pêr li ber stasyona Norreportê hat danîn û li ser mercên Îmraliyê yên Ocalan di nav de ye û muzakereyên pêwîst ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, agahî hatin dayîn. Xelkê derdorê elaqeyeke mezin nîşan da. Bi belavokan li ser jiyan û têkoşîna Ocalan û sîstema xweseriya demokratîk agahî hatin dayîn. 


 STUTTGART-KOPENHAGEN