Çalakiya ‘Azadiya Ocalan, azadiya me ye’ li Strasbourgê dewam dike. Doh hunermendan cihê xwe di çalakiyê de girt, îro ciwan çalakiyê bi rê ve dibin û sibe çalakî wê bi beşdariya hevserokên KCDK-E û gelek saziyên Kurdistanî û dost bi rê ve biçe.

Çalakiya bi şîara ‘Azadiya Ocalan, azadiya me ye’ ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi beşdariya hunermendên Kurd dewam dike.

Bi banga KCDK-E û TJK-E’yê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina giran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêr bi beşdariya bi hezaran kesî, bi daxuyaniya çapemeniyê çalakî hatibû destpêkirin. Doh çalakî di roja duyemîn de bû.

Çalakî wê heta 18’ê Mijdarê bidome û her roj ji herêmên cihên yên Ewrûpayê û nûnerên saziyan û welatparêz wê beşdarî çalakiyê bibin. Li meydana çalakiyê avahiya Konseya Ewrûpayê, avahiya DMME û ya CPT’yê hene.

Hunermendan cihê xwe di çalakiyê de girt

Hunermendên Kurd doh di çalakiyê de cihê xwe girtin û ji bo ku biçe Îmraliyê jî bang li Komîteya Pêşgirtina li Êşkenceyê ya ser bi Konseya Ewrûpayê (CPT) kirin. Di nav hunermendan de Hozan Comerd, Hozan Cewad û şanoger Amele jî hene.

Çalakiya ‘Azadiya Ocalan azadiya me ye’ pêr bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyî dest pê kiribû. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya ku li hemberî êşkenceya li Îmraliyê bêdeng e û gavneavêtina CPT’ê bi vê çalakiyê tê protestokirin.

Pêr polîsên Fransayê bi bombeyên gazê êrişî çalakvanan kiribû. Di êrişê de gelek ciwanên Kurd hatibûn destgîrkirin, gelek kes birîndar bûbûn û gelek kes jî rakiribûn nexweşxaneyê.

Banga dewama xurtiya beşdariyê

Komîteya Çalakiyê ya Strasbourgê ji bo çalakiya li ber avahiya Konseya Ewrûpayê banga tevlîbûnê kir. Komîteyê îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li Kurdistanê kir û got, “Ev polîtîkaya xwe ya dij bi Kurd bi piştgiriya hêzên serwer gihand asta navneteweyî û veguherand komployekê.Dewleta Tirk bi hêza ku ji saziyên navneteweyî û bêdengiya hêzên serwer werdigire, şerê qirêj ê li dijî gelên Kurdistanê dike û tecrîd gihandiye asteke bê perwa.

Rabûna li ber vê pêla êrişê, wezîfeya rûmetê ya me hemûyan e ku nabe bê taloqkirn. Ji ber vê yekê azadiya Birêz Ocalan têkoşîna bingehîn a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye ku veger jê nabe.”

Em bang li hemû rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerêns aziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûrî-Suryanî û Ermenî dikin ku rojekê tevlî çalakiyê bibin, xwedî lê derkevin û destekê bidinê.”

Her roj çalakiyên cihê

Di daxuyaniyê de wekî din li ser rêveçûna çalakiyê jî agahî hatin dayîn: “Çalakî her roj ji aliyê sazî ya jî komekê ve di navbera saet 10:00-17:00 de tê kirin. 8’ê Mijdarê wê ciwan, 9’ê Mijdarê hevserok, nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî, hunermend û rewşenbîr çalakiyê bidomînin.”

Çalakî li Avenue de l’Europe, 67000 Strasbourg’ê pêk tê.

 
 

Li Stockholmê ji bo Ocalan çalakî

   

Li paytexta Swêdê Stockholmê, ji bo serbestkirina Ocalan çalakî hat kirin. Çalakiya konvedanê li meydana Mynttorgetê wê heta 12´ê Mijdarê bidome.

Çalakvanan posterên Ocalan û pankartên ji bo serbestkirina wî bi kon ve kirin û ji bo protestokirina tecrîdê, qefeseke ji hesin li ber kon danîn. Li ser nepoxan ‘Free Ocalan’ (Azadî ji Ocalan re) hate nivîsandin û bi qefesê ve hatin kirin.

Bi destpêkirina çalakiyê re daxuyaniyeke nivîskî ji çapemeniya Swêdê re hate şandin û hat gotin, “Em li Kurdistanê çareseriyeke aştiyane û demokratîk dixwazin. Abdullah Ocalan temînata çareseriya pêşniyaza xweseriya demokratîk e.”