Li parêzgeha Helebceyê bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer, pêşangehek hat vekirin. Li Baxê Giştî yê Helebce 50 tabloyên 10 jinên ciwan hatin nîşandan. Jinên ciwan dibêjin, wan pêşangeh diyarî ciwanê Kurd Bariş Çakan kiriye, ew ciwanê Kurd ê li Enqereyê ji ber guhdarîkirina strana Kurdî hatibû qetilkirin. Xelkê gelek elaqe nîşanî pêşangeha da û jinên ciwan ên bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûn jî hatin xelatkirin. ROJNEWS/HELEBCE