Sabina û Jérome Bergami ev 6 meh in di rê de ne, her cihê ku diçin çengek ax digirin û li derbasgehên din diguherînin. Her du meşvan ku navê "Terre en Marche - Cîhan dimeşe" li meşa xwe kirine wê nêzî 8 hezar kîlometre rê bimeşin, îstiqameta her du welatiyan heta Çola Taklamakan a Çînê be. Dê ev meşa wan bi giştî 2 salan dewam bike û dê li tu wesayîtên ku ji bo mirovan hatine çêkirin, siwar nebin. Her du meşvan dê li malên kesên ku wan dikin mêvan bimînin. Her wiha her cihê ku diçinê jî çand û rewşa wan a civakî lêkolîn bikin, zimanê wan welatan kêm be jî fêr bibin. Her du seyahan da zanîn ku wan Kurdistan pirr ecibandiye.
'Mirovatî di bin xeterê de ye'
Sabina ku bi eslê xwe Roman e û welatiyê Fransayê ye, ew dibêje: "Em ber bi Gurcîstanê ve dimeşin. Piştre jî em ê biçin Ermenîstan, Îran, Ozbekîstan, Tirkmenîstan, Kirgizîstan û Çînê. Em li ser rêzdarî û çandên çuda konferansê didin zarokan. Fêmkirina vê yekê pirr girîng e. Tişta ku ez dixwazim bêjim ew , mirovatî di bin xeterê de ye. Mirov ferq bike ku pêwistiya mirovatiyê bi aştiyê heye jî girîng e." Sabîna piştî ku got, "bi xatirê we" meşa xwe dewam kir.