
Herdu hunermendên ku zimanê wan cuda ne di biçûktiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûne. Aşiq Leylî ya ku ji malbatake muzîkvan tê hêj di biçûktiya xwe de stran çêkiriye û straye. Aşiq Leylî keça bavekî ji ber komkujiya Ermenan a di 195’an de ji Erziromê koçberî Ermenistanê bûye û dayika wê jî gurcî ye. Leylî diyar kir ku ew ji Erziromê û Cavaxê îlhamê digire û stranan dinivîsîne. Di biçûktiya wê de malbat dengê wê ferq dike û dide dibistana muzîkê, li dibistanê koma reqs û muzîkê ava dike û li wir stranên xwe distrê. Ligel ku niha 72 salî ye jî hêjî xwedî dengeke pir xweş e. Aşiq Leylî anî ziman ku baweriya wê ew e ku muzîk mirovan baş dike û ew ji ber vê yekê stranan distrê. Leylî wiha axivî: “Ez bêhtir stranên li ser aşqê dinivîsînim. Ez negihîştim hezkiriyê xwe. Bi yekî din re zewicîm ji ber vê derdê û êşa evînê stranên li ser eşq û evînê dinivîsînim.” Dengbêja Wanî Gazin jî di biçûktiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û ji ber ku xwendin û nivîsandina wê nîn e qasî Leylî bi şans nîn e. Gazin ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê di biçûktiya xwe de gelek zehmetî kişandiye. Gazin diyar kir ku çanda dengbêjiyê di esasê xwe de aydî jinan e. Gazin destnîşan kir ku piştî tevgera azadiya kurd hebûna jinan diyarde bûye û jinan jî çanda dengbêjiyê dane berdewamkirin, ew jî ev 30 salan zêdetir dengbêjiyê dike.
DIHA/STENBOL