
'Divê gavên ji dil bê avêtin'
Turkdogan, da zanîn ku Wezirê Dadê diyar kir ku dê bi van mijaranre zêdetir eleqedar bibe û wiha got: "Me daxwaza xwe ya ku girtiyên nexweş di kontrolkirina tendirûstî de derbas bibe kir, bi taybetî der barê kesên ku hikûmxwar de parve kir. Wezîr anî ziman ku dê divê mijarê de gavan bavêjin û ji bo ku Saziyên Tiba Edlî pozîtîf nêzîk bibe hewldidin. Der barê vê mijarê de agahida şêwirmendê xwe ji bo ku bivê mijarê re eleqedar bibe. Lê belê divê gavên ji dil bê avêtin. Raste guhertinên zagonî tê kirin lê têra pirsgirêkên mirovan nake."
Turkdogan, destnîşan kir ku xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan û wiha got: "Me xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan û hemû girtiyên din jî di kontrola tenduristiyê rederbas bibin. Ji ber ku tecrîtên di tîba F li ser girtiyan bandora neyînî dike ji ber ku tecrît polîtîkaya rizandinê ye li ser girtiyan bandorek mezin çê dike." Turkdogan diyar kir teşxîs kirina girtiyên rewşa wan giran di demê de nayê kirin ji ber ku xwe nagihîne dermanan û baş xwe wedînake, rewşa werzîşî û hîjyenê ne başe rewşa wan di şert û mercê gittîgehê de giran dibe û wiha got: "Birêz wezîr eleqe da vê mijarê. diyar ki ku divê mijarê de xebatan bike û bi musteşaran û rayedarên erkdaran be hevdîtinan bikin. Ez hêvidarim ku ji bo ku me ev mijar anî rojevê dê gavek bê avêtin."
'Hêvidarim ku hikûmet gaveke lezgîn bavêje'
Turkdogan, da zanîn ku mafê tendirûstiyê û yê jiyanê yekser di bin ewlehiya dewletê deye û wiha dawî li axaftina xwe anî. "Divê di mijarên wisa de zêdetir hêstyar bin. Divê hemû qad xwe bîne ziman. Divê di xala mirovahi de nêzî bûyerê bibe. Emê rewşa girtîgehan her dem bînin rojevê û bi dûvde biçin û bi hestyarî nêzik bibin. Em hêvîdarin ku hikûmet di mijara derdanan de gavek bilez bavêje. Ger gav nevêjin emê bi çalakiyan daxwazên xwe bi raya giştire par bikin."
GULSEN ASLAN/DÎHA/ENQERE