
BERHEM LETÎF / BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS / GERMIYAN
Navenda Çalakiyên Ciwanên Kelar a girêdayî Germiyan, ser bi rêxistina zarokparêzên Kurdistanê ye û sala 2002’an hatiye damezirandin. Ji niha ve wê navendê gelek dewreyên hunerî û pîşeyî ji bo ciwanên deverê vekirine. Rojane gelek ciwan ji bo beşên cuda serdana navendê dikin.
Têkildarî mijarê jina ciwan Avesta Osman ku li navendê perwerdeya muzîkê dibîne wiha dibje, “Bi qasî du salan e, ez perwerdeya piyano dibînim. Min destpêkê li navendê dest bi vî karî kir. Min asta destpêkê derbas kir û niha di asteke baş de me.”
Avesta Osman wekî din got, hîndekarên wan li gorî hewldanên xwe wan fêr dike û got, navenda ciwanan sûdeke mezin daye wan da ku bikarin fêr bibin.
Sineet jî bi pêş dixe
Li ser heman mijarê xwendekarê beşa berberiyê Sermend Serdar jî got: “Ev 7 roj in ez li vir perwerde dibim. Min sûdeke baş wergirtiye. Hem di hêla meqes û mekîne, hem jî di hêla dest û şe de. Hîndekarê me li gel me gelekî diweste. Em hêvîdar in ku dewreyên bi vî awayî zêdetir werin pêşxistin.”
Sermend Serdar destnîşan kir ku di vê demê de ciwan zêdetir serdana vê navendê dikin û got, “Dewre bi nirxekî guncaw hatine vekirin. Hîndekar jî di wan hêlan de xwedî ezmûnên baş in.”
Rîtm û muzîk bi ciwanî
Hîndekara amûrên rîtmê li beşê Muzîkê Tuwana Neqî nêrînên xwe wiha îfade dike: “Beşa muzîkê ya navenda ciwanan, ji destpêka damezirandina navendê ve hatiye vekirin. Ev şeş sal in beşa rîtman di beşa muzîkê de vekirî ye. Ez jî hîndekarê vê beşê me. Rojane, mehane û salane gelek kes tên dixwazin fêrî lêxistina amûrên muzîkê bibin.”
Tuwana Neqî axaftina xwe wiha domand: “Xwendekarên ku ji destpêkê ve tên vir, ji sifirê dest bi perwerdeyê dikin. Li vir jî li gorî astan tên cudakirin û belavî ser deman tên kirin. Me karî ji xwendekarên beşên def, komek defê bi navê koma def a navenda çalakiyên ciwanên Kelarê damezrînin.”
Derfeta aborî wê navendê xurttir bike
Di dawiyê de Rêveberê Navenda Çalakiyên Ciwanên Kelar, Nebez Hemîd got, karê vê navendê, girîngîdayîna bi hemû kêrhatina ciwanan di her hêlekê de ye. Nebez Hemîd axaftina xwe wiha domand: “Niha navend ji gelek beşan pêk tê. Rojane nêzî 800 ciwanî serdana beşên cuda yên navendê dikin. Me girîngiyeke baş daye bi hêla hunerî û pîşeyî. Me pêwîstiyên beşên xwe pêk anîne ku rêjeyeke baş a ciwanan karibin, sûdê ji dewreyan bigirin.”
Nebez Hêmîd bal kişand ser bandora krîza aborî li ser kar û çalakiyên navendê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Navenda me jî para xwe ji krîza aborî girtiye. Lê ji ber bi kêrhatina ciwan û alîkariya wan, em kar û çalakiyên xwe dewam dikin. Lê eger derfeteke me ya aborî ya baş hebûya, me dikarî karê xwe belavî derveyî Kelar jî bikin. Da ku zêdetir ciwanên Germiyanê ji dewreyan sûdê wergirin.”