TARİQ HEMO


Wilayeta Idlibê li bakur rojavayê Sûriyê ye. Bi qasî 6100 m2 fireh e û serjimara wê qederê 1,5 milyonî ye. Wilayeta Idlibê li ser 5 hereman hatiye dabeşkirin.  Ev wilayet bi çandiniyê tê nasîn. Her wiha hejmarek mezin ji nişticihan di saziyên dewletê de memûrî dikir. Bi taybet di nava saziyên artêş û polîs de hejmarek baş a Idlibiyan hebû.


Rabûna li ber Esed û “artêşa azad”!

Sala 2011´an gelê Idlibê jî tevî nava pêla xwepêşandanên li dijî rejîma Esed bû. Wek li her herema welêt, li vir jî hêzên istîxbarat û polîsan êrîşî xwepêşandanan kir û xelk kuştin. Yekemîn liva veqetandina ji artêşa rejîmê li Idlibê li ser destê efser Hisên Hermûş çêbû. Hermûş li dijî biryara reşandina guleyan bi ser xwepêşandêran rabû. Piştî sala 2012´an hejmara eskerên ji artêşa rejîmê qut bûyî, zêde bû û li bin navê “artêşa azad” li dijî nuqteyên polîs û baregehên artêşa rejîma Esed, êriş zêde bûn. Reaksiyona rejîmê jî dijwarî û êriş bûn. 


Idlib û bingeha hizra El-Qaîdayê!

Vê rewşê heta sala 2013´yan dewam kir, heta ku komên dîndariya tundraw derkertin holê û li dijî “artêşa azad” şer kirin û ew ji heremên vê wilayetê derxistin û tesfiyekirin. Jixwe, ji mêj ve bingeha hizra selefî û cîhadî li Idlibê hebû. Rejîma Esed di navbera salên 2003-2010´an de bi sedan şervan ji Idlibê ji bo şerê li dijî eskerên Emerîkayê li Iraqê bi rê ve kiribûn. . Piştî ku şer li Sûriyeyê qewimî, gelek ji van şervanan vegeriyan û komên tundraw ên dînî/çete ava kirin.


Tesfiyekirina “artêşa azad”

Li Idlibê bi dehan komên çete hene. Ev kom piştî tesfiyekirina “artêşa azad” û binçavkirina Hisên Hermûş ji aliyê rejîma Esed ve bi hêz bûn û gelek heremên derdora bajarê Idlibê girtin dest xwe.  Van koman sala 2015´an sîwaneke bi navê Ceyiş El-Fateh ava kir. Serkêşiya vê “artêşê” jî Cebha El-Nûsra dike. Cebha El-Nûsra beriya vê gavê, navê xwe guhertibû û kiribû “Cebha El-Feteh”, armanca vê gavê jî ew bû, ku ev koma girêdayî El-Qaîdê ji aliyê muxalefeta girêdayî Tirkiyê û Qeterê mîna “hêzeke Sûrî ya şoreşgerî” bête nasîn û karibe beşdarî nava danûstendinên ji bo çarseriyê bibe. Lê ev yek neçû serî. 


Serweriya El- Nûsra

Ceyiş El-Fateh ku hejmara şervanên wê qederê 50.000´î ye, 24´ê Adara 2015´an êrişî bajarê Idlibê kir û piştî şerekî dijwar, navenda bajêr ji artêşa Esed stand.Ji wê demê ve bajar di destê El-Nûsra û hevalbendên wê de ye. Lê vê dema dawî û piştî ku El-Nûsra bi pîlanên dewleta Tirk ên dagirkirina heremê hisiya, êriş bir ser hevalbendên xwe yên mîna Ehrar El-Şam û ew ji heremê qewirandin. 

Dewleta Tirk niha hewl dide hemû komên çete ji El-Nûsra qut bike û wan di nava sîwaneke nû ya qaşo “şoreşgerî” de li dijî Esed bicivîne û li dijî El-Nûsra bide xebitandin. AKP dixwaze ew bi xwe wezîfeya “têkbirina” El- Nûsra û rizgarkirina Idlibê bigire ser milê xwe û ji bo vê yekê destekê ji civaka navneteweyî bistîne.

Lê ji bilî dewleta Tirk aktorên sereke dê bi hêsanî rê nedin mudaxeleyeke eskerî ya Enqerê. Di serî de Rûsya, niha pîlana têkbirina El-Nûsrayê datîne ser masê. Ji bo Moskovê, Idlib xwedî wateyeke mezin e. Li wir bi qasî 20.000 şervanên Uygur û malbatên wan hene. Ev hejmara zêdê, hemû bi rêya Tirkiyeyê derbasî Heleb û Idlibê bûne. Rûsya û Çîn bi hev re li gel rejîma Esed hevkariya têkbirina van kesan dikin. Li gorî pîlanê divê ev kes hemû bêtin mehfkirin û kesek ji wan bi saxî heremê neterikîne. 


QSD wê bi şert amade be

Weke diyar dibe, Rûsya naxwaze ku dewleta Tirk mudaxele bike. Lê di heman demê de ew dizane ku artêşa Esed bi tena serê xwe nikare Idlibê rizgar bike. Ji ber ku hinde Moskov xwe neçarî hevkariya bi QSD´ê re dibîne. Ji bo têkbirina El-Nûsrayê QSD wê amede be li gel Rûsya hevkariyeke eskerî bike, lê divê beriya vê yekê, çend şert û mercên Rojava bêtin qebûlkirinê. Yekem: divê destûr ji bo dewleta Tirk neyê day în ku derbasî xaka Efrînê bibe yan jî topbarana xwe dewam bike. Duyem: Divê rejîma Esed QSD´ê û awayê Federaliya Rojava nas bike û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bibe xwedî helwesteke xuya û tund. 

Idlib di sînorê Efrînê de ye û beriya niha YPG li dijî çeteyên mixalefetê yên girêdayî AKP´ê şer kiriye. Her weha, YPG´ê rê li ber êrîşên çeteyan yên li dijî sivîlên şîî girtiye. Bi sedan eskerên rejîmê, yên ku bi darê zorê çûbûn eskeriya Esed, YPG´ê ew ji kuştina li ser destê çeteyên girêdayî AKP´ê xelas kirine. 

Çawa ku QSD Reqayê ji DAIŞ´ê rizgar dike û bûye hevkarê sereke yê Koalîsyona Navneteweyî li dijî Terorê, niha ew dikare Idlibê jî ji Cebha El-Nûsra xelas bike û bibe hevkarê civaka navneteweyî ya ku El-Qaîde têk bir. Jixwe, di ware stratejîk de Idlib mîna Reqayê girîng e. Eger Idlib bête rizgarkirin û di warên eskerî û siyasî de radestî gelê xwe bête kirin, ewlekariya kantona Efrînê wê ji aliyê navendê ve misoger bibe. QSD baş bi vê yekê dizane, lewma ew doza avakirina eniyeke eskerî ya niştimanî dike ku karibe Idlibê di demeke zû de rizgar bike. 

Li gorî QSD´ê divê Idlib ne mîna wilayeteke Osmanî, lê mîna beşekê ji xaka Sûriyeyê ku bi şêweyekî federal qedera xwe diyar bike, bête rizgarkirin. Divê Idliba paşerojê heremeke xweser be ya ku ji aliyê gelê xwe ve tê birêvebirin û ji bo Efrîn û Rojava dost û cîranekî baş be. Eger qewimî û ev xwestek pêk hatin, QSD wê di çarçoveya lihevkirineke navneteweyî de ji bo rizgarkirina Idlibê amede be.