
Baydemir, anî ziman kuli ser sînoran jî ambargoya zexire hatiye barkirin û ew wekî şaredariyên Amed, Sûr, Yenişehir, Rezan û Peyasê kampanya mezin didin destpêkirin. Baydemîr, da zanîn ku dê di çarçoveya kampanyayê de alîkariya ard, riz, rûn, çay, şekir, potê zarokan, mamaya zarokan û gelek pêdiviyên din kom bikin û wiha got: "Alîkariya ku em kom bikin em dê bişînin ji Nisêbînê re. Em de ji wir jî bişînin Efrîn, Qamışlo, Amûdê, Serêkaniyê û Halebê.
Wê li 5 navendan kom bibe
Şaredarê Bajarê Mezin Osman a Amedê Osman Baydemîr anî ziman ku berê di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), partiyên siyasî û saziyên sivîl en civakî de kampanya hatibû destpêkirin û ji niha û şûnde ew dê tev li vê kampanyayê bibin û kampanyayê mezein bikin. Baydemîr, anî ziman ku dê alîkarî li navendên Sumerpark, Miduriyeta Zabiteyana Rezan, Şantiyeya Şaredariya Peyasê, Şantiyeya Alipinarê ya Yenîşehîrê û Şantiyeya Deriyê Mêrdîn a Sûrê bê komkirin. Baydemîr, da zanîn ku alîkariyên bên komkirin dê tev bên qeydkirin û bişînin ji Nisêbînê re û ji Nisêbînê jî dê li bajarên Efrîn, Qamışlo, Halep û Kobaniyê bê belavkirin. Her wiha Baydemîr bang li hemû gelê Amedê kir û xwest tev li kampanyayê bibin û destê alîkariyê dirêjî gelê Rojava bikin.
DÎHA/AMED
Ji Sîlopî û Şemrexê alîkarî
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê ji bo gelê Rojava konê alîkariyê hat vekirin. Li navçeya Şemrexêya Mêrdînê jî kampanya alîkariyê hat destpêkirin.
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê bi boneya alikarî û piştevaniya gelê Rojava di pêşengiya saziyên sivîl ên civakî de konê alîkariyê vedan. Serokê BDP'a Sîlopê Muhsun Kunur û nûnerên saziyên wekî Egitim Sen, Kurdİ-DER, Akademiya Siyaseta Jinan a Berivan, Navenda Çanda Laleş, SES û DİVES'ê jî amade bûn. Li navçeya Şemrexêya Mêrdînê jî di pêşengiya BDP'ê de kampanya alîkariyê hat destpêkirin. Di kampanya alîkariyê de Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, Rêveberên BDP'ê û Şaredarê Şemrexê Hasip Aktaş û gelek kesên din amade bûn. Serokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, diyar kir ku li navçeyên Mêrdîn û navenda Mêrdîn kampanya alîkariya Rojava dane destpêkirin û xwest hemû gelê Kurd li hemberî vê yekê bi hestyar tev bigere.
ŞIRNEX/MÊRDÎN