Piştî ku çalakiyên grevên birçîbûnê li Ewrûpayê rayeke giştî avakirin jî CPT bêdeng e û bi erka xwe ranabe. Ji bo dawîanîna vê rewşa CPT û saziyên Ewrûpayê û şikandina tecrîdê, 18 kes li ber avahiya CPT dest bi greva birçîbûnê ya bê mohlet û nedorveger dikin.
Ji bo azadiya gelên Kurdistanê û Tirkiyê, ji bo rawestandina şer û şikandina tecrîdê, li Bajarê Fransayê Strasbourgê bi tevlêbûna 18 kesan greva birçîbûnê ya bêdawî-nedorveger dest pê kir. Bi vê çalakiyê re pêvajoyeke nû ya çalakiyan hat destpêkirin.
Pêvajoyeke nû destpêdike
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewrupayê (KCDK-E) derbarê armanca çalakiyê de daxuyaniyek da. KCDK-E'yê di destpêkê de greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a di roja 40’î de û her wiha greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê silav kir û got, "Çalakiyên grevên birçîbûnê rayeke giştî çêkir, lê CPT û hin saziyên din hê jî bêdengiya xwe didomînin."
KCDK'yê di dewamê de got: "Em grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêzdar Ocalan, vediguherînin grevên birçîbûnê yên bêdawî û nedorveger, û me biryar da ku li Strasbourgê bi beşdariya 18 hevalan pêvajoyeke nû ya çalakiyan bidin destpêkirin. Ji bo azadiya gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo rawestandina şer, divê em tecrîdê bişkînin. Ji bo vê jî, di vê pêvajoyê de hewceyî bi berdêl û fedekariyê heye."
Di dawiya daxuyaniyê de KCDK-E yê ev bang kir, "Di serî de gelê me yê li Elmanyaya Başûr û Swêdê, em bang li hemû mirovahiya pêşverû, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û mixalifan dikin îro (17'ê Kanûnê) saet 13.00'an beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya CPT'yê, li navnîşana Avenue de l’Europe bibin."
NAVENDA NÛÇEYAN