Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist û ji bo jinûve destpêkirina nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd, bang li partiyên siyasî û hemû hêzen civakî yên li çar parçeyên Kurdistanê kir.

Alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade, endamê Dîwana KNK’ê Farûk Cemîl, endamên Konseya KNK’ê Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz, endamên KNK’ê Seyîd Erkem, Dr. Yûsif Hesen Kerkûkî, Zekerya Helebce, Ferhat Dostkî û Mujde Ebas di civîna çapemeniyê de cihê xwe girtin.

Civîna çapemeniyê li Pirtûkxaneya Xezalnûs a Silêmanî pêk hat û Kemalîzade daxuyanî da. Tahirzade diyar kir, ew dixwazin bang li hemû partiyên siyasî û hêzên civakî yên li hemû parçeyên Kurdistanê bikin, ku yekîtiya neteweyî nîqaş bikin û nexşerêyeke hevpar diyar bikin.

Piştre endama Konseya KNK’ê Perwîn Ezîz peyivî û bi bîr xist, ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke hesas heye. Ezîz got: “Di vê pêvajoya hesas de, weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em careke din tînin bîra hemû partiyên siyasî yên li Kurdistanê ku erk û wezîfeyeke dîrokî li ser milê hemûyan e. Ev wezîfeya dîrokî li ber me hemûyan e. Pêwîstiya hemû gel, bawerî, mezheb û olên li Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê heye. Ji bo careke din dîrok li Kurdan dubare nebe û Kurdistan dîsa wêran nebe, ev yek wezîfeyeke neteweyî ye.”

Stratejiyeke neteweyî pêwîst e

Ezîz bang li hemû partiyên siyasî û hêzên civakî yên li çar parçeyên Kurdistanê kir, ku ji bo di nava meha Tîrmehê de ji nû ve dest bi nirxandina yekîtiya neteweyî bikin, di platformeke hevpar de li hev bicivin û got, “Hemû pêkhate, ji bo destnîşankirina stratejiyeke hevpar a li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, divê li wê derê nêrîna xwe bêjin. Pêwîst e em li vê derê stratejiyeke neteweyî destnîşan bikin û siberoja xwe ava bikin. Kurd wê bi rêya vê diyalogê karibin nexweşiya nava xwe jî ji holê rakin û zemînên rê li ber rewşên bi vî rengî vedikin, tine bikin. Weke KNK’ê em dibînin ku ji bo pêkhatina kongreya neteweyî konjontur û zemîneke qewîn heye. Ji her demê bêhtir derfetên Kurdan hene ku li Rojhilata Navîn bibin xwedî nexşerê û stratejiyeke hevpar.”

Civîna çapemeniyê piştre bi pirs û bersivan dewam kir. Li gorî agahiyan, KNK wê ji sibe û pê ve li Başûrê Kurdistanê dest bi gera hevdîtina bi partiyên siyasî re bike. 


ANF/SILÊMANÎ