Eugène Ionesco sala 1909´an li Romanyayê hat dinê. Sala 1938´an di ser Institute Français ya li Bukreşê, burseke doktorayê wergirt û ji bo ku weke întelektuelekê çepgir xwest xwe ji zexta li Romanyaya her diçû bêhtir totaliter dibû, xwe xilas bike, berê xwe da Parîsê. Sala 1948´an wî lîstika xwe ya yekem a dramayê nivîsî bi navê Stranbêja Keçel û ev berhema wî ya pêşî bi Romenî bû. Wî sala 1951´ê Les Cahises (Kursî) û Le Maître (Mamoste) nivîsî. Sala 1952´yan Victimes du devoir (Qurbanên Erkê), sala 1953´yan ev lîstik wê bihata nîşandan û bibûya serketina nivîskarî. Heman salê wî dê Le nouveau locataire (Kirêciyê Nû) binivîsanda. Piştî vê wî gelek berhem derxistin holê û sala 1980´yî jî Voyage chez les morts (Rêwîtiya ber bi miriyan ve) wê bibûya dramaya dawî ya wî nivîsandî.

Piştî sala 1953´yan wî êdî weke nivîskarê henekoyî yê absurd cihê xwe di nav cihana nivîskarên şanoyê de bigirta. Sala 1958´an bi lîstika Rhinocéros (Kerkedan) wê dê tirsa xwe ya ji bidestanîna desthilatê ya General Charles de Gaulles bi henekî îfade dikir û di rexnekirina rewşa civakî û siyasî ya Fransaya hingê de her bi israr ma. Ionesco 28´ê Adara 1994´an li Parîsê wefat kir.