Ji çavê nivîskarekî Elman Sureya Bedirxan

  • Navê nivîskarê Elman, Kurt Aram e -maxlasê wî ye, fermî navê wî Hans Fischer e- û gelek romanên wî hene. Wî û Sureya Bedirxan hevdu li Stenbolê nas kirine ku hingî emrê Sureya Bedirxan 30 û tiştek e.   
Kurt Aram (Hans Fischer) û Sureya Bedirxan

 

ÎBRAHÎM BULAK

 

Hin kesên di nav dîroka Kurdan de cihê xwe hene, hema bêje ji xeynî xebetên wan ên siyasî û kulturî ti agahiyên dîtir li ser wan tinene. Nexasim li ser aliyên van ên insanî em bi pirr tiştan nizanin, sermeselê ka di nav malê de ew dê yan bavekî çawa bûn, di nav rojê de rûtîna wan çi bû, ji bo ger û geştê diçûn kû derê û hwd. Helbet ew jî ne wekî em di wêneyên wan de dibînin, bêliv û statîk bûn. Pirsa “Wî ji bo Kurdan çi kir?” li pêşiya pirsa “Ew yekî çawa bû?” ye, ew jî ne tiştekî ecêb e. A rast, bersiva pirsa diduyê pariyek karê bîyografîk e, lê herçî di nav Kurdan de xebatên biyografîk in, dîsa bi piranî bi pirsa yekê serê xwe êşandine. 

Niha di vê nivîsê de em ê berê xwe bidin Sureya Bedirxan û ji çavê nivîskarekî Elman, em ê jiyana wî ya rojane hebekî nas bikin. Sureya Bedirxan, nexasim di dewra xwe ya Xoybûnê de bi berhemdariya xwe derket pêş.  

Ew nivîsa niha hûn ê bixwînin, sala 1924’an (1 Îlon Nr. 9) Xeberên ji Yekîtiya Şervanên li Asyayê (Mitteilungen des Bundes der Asienkaempfer) bi zimanê Elmanî li Berlînê çap bûye. Bund der Asienkämpfer piştî ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pişta Elmanyayê şikiya, ji alî xazî û kevneleşkerên Elman ve hatibû damezirandin ku xwe wekî saziyeke alikariya insanî bi nav dikir. Naziyan sala 1938´an ew saziya hanê belav kir. 

Navê nivîskarê Elman, Kurt Aram e -maxlasê wî ye, fermî navê wî Hans Fischer e- û gelek romanên wî hene. Wî û Sureya Bedirxan hevdu li Stenbolê nas kirine ku hingî emrê Sureya Bedirxan 30 û tiştek e.  

Ew di nivîsa xwe de navê wî tenê weke ’Sureya’ hildide, lê mirov gava bi xwendina nivîsê dadikeve, hingî tê derdixe ku ew kes ji Sureya Bedirxan pê ve ne mumkin e kesekî din be. Em vê carê ji çavê Kurt Adam (1869-1934) Sureya Bedirxan nas bikin ku wî bi berhemên xwe û çend wêneyên xwe di dîroka Kurdan de cihê xwe girtiye. Em bêhtir wekî her insanekî, insanekî Kurd nas dikin.      

 

 

Ji nivîsa orîjînal

***

Sureya 

 

Tenê navê wî ez ê li vir hildim ku di nav Kurdan de ne kêmtir e ji navê Hans ê di nav Elmanan de. Ez hêvî dikim, ew û jina xwe hê sax in li Stenbol an li Kurdistanê. Ew ji min re hevalên qenc bûn, herhal çawa ku min ew zêde ji bîr nekiriye, wî jî ez kêm ji bîr kirime tevî ku bi dehan salan di ser re bihurîne ku ez li cemê bûm û me xeber ji hev negirtine.

Bes li Rojhilat mirov wilo zû ji bîr nake, ji ber ku tiştên baş û xerab gişan her wiha ji bo hevaltiyê û bibîranînên hevpar hafizeyeke xurt heye ji welatên dîtir ên xwedan telefon û trênên zû. Min ji nasekî Faris ku pirr baş sûret digirtin, rica kiribû da ku heger tiştên ecêb biqewimin, bo min qeydiyên wan bigire. 12 sal di ser re bihurîbûn, rojeke havîna 1917´an li Sofyayê kete odeya min, heçku em qet ji hev dûr neketine, û ji min re resmên xweşik ên salên ji mêj bihurî yên şoreşgerên Fars û Rûs anîbûn. 

Sureya endamekî yekê ji wan komên Kurd ên piçûk bû, yên ku fena Jontirkan, bi pirranî li Parîsê xwendina xwe kiribûn û şaristaniya Ewrûpayê nas kiribûn. Wî li Stenbolê bi avakarên kovara ewil a bi zimanê Kurdî heta pê re diviyavabû tîpên Kurdî jî bihatana rijandinî qaliban, ew heta hingî tinebûn. Mixabin ew kovar paşê ji ber hindikbûna xwendevanên zimanê Kurdî, dîsa têk çûbû. Hewldana diduyan bû ku wî bi eşq dixwest navmala xwe bike Ewrûpî. Di orta vê reforma hanê de me hev du nas kir.

Ew yekî jîr û zirav bû. Bejna wî ne kin ne dirêj, emrê wî sî û tiştek, porê wî kej û çavên wî gewrikî bûn ku di nav Kurdan gelek tên dîtin. Wî zûzûka gazî min kir da ku ez biçim serdana wî, ew yek bo min jî xweş bû ji ber hingî ne wilo rehet bû yekî Ewrûpî biçûya mala çawa Ewrûpî dibêjin, ‘burjuvayekî baş’ ê Misilman. Ew li Stenbolê li kuçeyekê li cem Kapalî Çarşî xaniyekî rûdinişt ku xanî ji texteyê yê ûsila Tirkên berê bû, paceyên pêşîyên wan jî ji qefesên textik girtî bûn ku li ber çavên Ewrûpiyan xerîb û bi sirr xuya dikin. Her wiha ne dûrî Ayasofyayê û Şerefiye Sarnicî bû ku erdên kevn ên biqedr ên Bîzansa qeyserî bûn.        

Şewqa hingorî ya havînî xwe berdabû nav xênî. Ez ji derenceyan bi zehmetî ketime cihê ku odeya pêşwazîkirinê, odeya rûniştinê, odeya xwarinê, odeya xewê a xwediyê xanî tê de bûn. Çend dîwan û sindoqên kevin li kêleka dîwaran disekinîn. Di orta odê de maseyek û sê sendeliyên şixûlê modern tê de hebûn. Li erdê xaliyeke xweşik, li dîwaran çend sîlehên kevn û çarşefên hevrîşimî ên rengorengo hebûn. Ecêb xweş hênik bû hûndirê odeya nîvtarî ku ji bo germa havînê ya derve zaf rind û kêrhatî ye. 

Sureya destê xwe li  hev xist û xizmetkareke jin a pîr qehwe anî. Jixwe cixara xwe pêxistibû. Wî bi eks bi jinê re xeber dida, wê jî her bi awirên tirş û tehl li min mêze dikir. Nîqaşeke nexweş bû ku paşê xwediyê xênî bi destê xwe îşareteke hikumran da û bi dawî kir. Vê kêlîkê min jî xwe nerehet his kir. Piştî çendekî xanima malê jî xuya kir, Tirkeke xwînciwan, serqot bes kenara şara ku li stûtê wê bû, dabû ber devê xwe. Xwe da naskirin, wilo bi rengekî Ewrûpî meşî; jina ciwan bi Fransiyekê qise kir ku herhalî ji ya min çêtir û tevî ku ew hîç li Ewrûpayê jî nemabû. Carna Sureya çend xeberên Kurdî davêtin ortê û jina ciwan lêborîna xwe dixwest û şara xwe dîsa dibir ber devê xwe da ku xuya neke. Vê yekê çendbare kir. Sureya aciz bûbû û jina ciwan jî qeherî. Paşê ez di meseleyê gihîştim, wê xwe hînî vê yekê kiribû ku li cem zilamên xerîb serqot xwe nîşan bide, bes hîn nebûbû li gorî adetên Misilmanan ku xwe ji bêhna zilaman biparêze. Tu nabê, ji ber vê yekê bû aciziya Sureya û qehra xanimê. Ez jî di vî karî de bûbûm kobayek ji bo ceribandana reformên Ewrûpî yên ji bo malxê malê.

Piştî Sureya soz da min ku ew ê careke din min wekî kobay bi kar neyîne û destûrê bide jina xwe, ez dîsa çûm mala wan. Xanim ecêb bedew bû. Min serekî wilo esîl nedîtibû. Tu bêjî qey profîla jina Camee Gonzaga ya navdar a li Petersburgê bû. Ji bo min wekî mêr hema bêje kêfekî mezintir bû dîtina wê ji xeberdana pê re. Ez dilketibûm wê. Lê bi qasî min Rojhilat nas kir, min dizanî ew ê tenê bibe dilxweşiyeke pak a xeyalî û her wisa bimîne, çawa nabe Tirkeke bawermend bi yekî ne Misilman re hevaltiyê bike, bi heman rengî çawa nabe Cihûyeke ortodoks bi yekî ne Cihû re. Her du dîn jî qewî û teqez dikin meyla nijadî, her wiha li cem wan ûsilên navmalê û paqijiyê vehugerîne rêûresmên dînî. Ew ferqa wan a ji Xirîstyaniyê ye ku bi ya min ne tiştekî xerab e. 

Em bûbûn hevalên hev ên baş û gava jina ciwan bi xizmetkara malê ya pîr re di destpêka havînê de diçû Kandîlî, heta min soz nedaya ku ez heta ew vegere biçim mala mêrê wê, bela xwe venedikir; mêrê wê pişta vê daxwaza jina xwe digirt, lê ne bi germiyeke ku mirov ji rojhilatiyekî hêvî bike. Kêfa min gelekî ji vê kirina jina ciwan re dihat û vê yekê dilê min xweş dikir. Ji bo wê, sebebên wê yên taybet û birastî jî bi jinbûnê re elaqadar hebûn çawa ku paşê derket holê.    

Çaxê min koça xwe bir cem Kurdan, min xwe hazir kiribû bo meseleyên navmalê jî. Min oda jina wî dît ku ji bêhna textik û ava gulan mirov ji hişê xwe ve diçû. Şûşeka parfumê a li ser maseya tuwaletê ez xeyalşikestî kirim ku min digot qey ew bêhn ji nava Asyayê hatiye, tu nabêjî ji fabrîkeyeke li Leipzigê ye. Xwedêwo! Ew xalîçe û çarşefên li dîwaran çi xweşik û dewletî bûn, ew dîwana bi gelek balgîfan ku li odeya malxê malê bûn. Lê seba min tiştê ez matmayî hiştim ew bû ku midbex hingî biçûk bû bi zorê du mirov dikarîbûn biketanê. Têde ocaxeke biçûk, çendek kûp û sêlek ji bo berû û fistiqan bipijînin, hebû. Li ser ocaxa biçûk tenê qehwe hate çêkirin û av hate kelandin, lê ti xwarin nehat çêkirin. Xwarin ji bo xênî ji nanpêjê derve ê herî nêzîk dianîn. Ew xanima hanê bi teşqelaya karê malê re hindiktir mijûl bû ji xwişkên xwe yên Ewrûpî. Di bin derenceyan de ji bo xizmetkar odeyeke biçûk, du çavik û cihekî tişt miştan hebûn. Nava rojê hindûrê xanî nîvtarî û bêdeng bû. Tenê li kêleka midbexê xuşexuşe ava kaniyeke biçûk diherikî nava hewşikê. Mirov digot qey ne di vê germa Stenbolê de ye, lê heçko li ser stêrkeke dûr, hênik û bêdeng e. Bes kûçikan bi şev ev rehetî xera dikir. 

Meha rojiyê hatibû, ya ku tê de xwarin nedihat xwarin heta ku roj neçe ava. Lê cixare nekişandin ji nexwarinê xerabtir bû. Sureya ne Mislimanekî sofî bû, ji bo rojî jê re zehmet nebe, jixwe re nîvro jî radiket, bes kurmê cixarê zor dida wî. Xanim û xizmetkar li Kandîllî bûn. Gava roj diçû ava Stenbol şên dibû. Hema çawa muezîn êvarê bang dida, li her cihî derî vedibûn, bawermedan bi kêf hilma pêşî a dûyê cixarê dikişandin hinavên xwe. Hingî Stenbol dişiba bazara ku salê carekê tê çêkirin ku şên, lê ne wekî Ewrûpayê zêde teqûreq hebû. Ala, destmal û kaxizên rengorengo li her derê hatibûn daliqandin li her koşe û qûncikekê tiştek dihat sorkirin û pijandin. Heta şevê xwarin û cixare kêm nedibûn. Her nanpêjekî xwarineke taybet çêdikir û di vê Remezanê de hema bêje her danê êvarê min şîva xwe bi xweşaveke dawî kir ku ji pelên gulan dihat çêkirin. Bawer nakim tehma Ambrosia (di mîtolojiya Yewnan de xwarina xwedayan e, Ewrûpî ji bo xwarinên gelekî tahm xweş bi kar tînin Î.B) jê xweştir be.  

Mirovî li ti deran jin nedidîtin, bes cihê ku jin lê ne, di vê şeva hanê de Xwedê dizane, ka çendî şêntir û deradetî bû. Serê vê mehê bû, Sureya şevekê gunehên xwe ji me re gotin, ew û jinebiyeke ciwan a ji taxê nêzikî hev bûne ku wê bi dîzika gelek caran jê re xeber şandine. Di vê meselê de min ê çi bikira? Qesta min jê, bûyerên bi vî rengî min kêm nas dikirin û diviyabû pêşî min xwe hazir bikira. Niha, ew jinebiya ciwan êdî ne tenê ji taxê ye, êdî parçeyek ji malê ye. Ew dizane, jina Sureya bi xizmetkara pîr re li Kandîllî ye û Sureya ji bo bê serdana wê şandiye wir. Min digot, ji bo Sureya gavek bavêje, ne yekê gumanbar lê wekî ji malê be tevdigeriya. Sureya ji min re zelal dikir, li vê dera hanê xeter e, ji ber ku di navbera merivên nêzîk û dûr de hewesdariya wilo pir in, seba ku têkilîdanîna vê rehetir e.  Hingî mêvan diherin û tên ku ew jî meriv, kom û kulfetên hev bûn, herçî dilê yekê li ser yekî be, hingî dikare wî nas bike. Bi xwe li cem jina wî jî hestên şikber peyde bûbûn li dijî vê jinê ji ber ku bûbû çend sal zef dihat serdana wan. Ka dilê wî li ser vê jinebiya ciwan hebû? Ew bedew, ciwan û henokoyî bû lomanê jî çima na? Niha ez difkirim, ew li gorî exlaqa Xirîstiyanî, na eleqa wî pê re tune, lê qeydeyên Quranê bo vê bûyerê çi ye, çi ferman dike, an jî li ser bûyereke wisa qeyd û şertên wî hene, min ew yek hanê yekcar nedizanî.     

Lê min xweş dizanî ku Sureya jî wekî Kurdên dîtir ên ku min ew nas kirine, ne fena Tirkekî kevn olperest bû, û xwedê dizane Parîsê jî di vê xisûsê de ew nekiriye zilamekî exlaqperesttir. Lê niha? Di neqeba teorî û pratîkê de eynî li Ewrûpa jî ferqeke pirr mezin heye. Lê pirên ku zilamê Ewrûpî ji bo vê yekê çêkirine, ez dibêm qey ji bo Asyayê bi kêr nayên. 

Sureya digot, ew tişt ji ber ku jinebiya ciwan li taxa kêlekê rûdinişt, xasme xeter e. Jixwe, jineke pîr her di kemînê de ye û belkî jina wî jinek wezîfedar kiribe ji bo vî tiştî. Erê wilo, heger jinebiya ciwan li wî aliyî, li Kum Kapi yan li Et Meydan bimîne [dibû], lê bi vî hawî….

Heger meseleya hanê ew qasî xeter be, çima hema bela xwe jê venake? Sureya kenî, bi ya wî li aliyê din cezbeke wê ya taybet heye. Min jê pirsî, ka esas tişta xeter a vê yekê çi ye? Wî li xwe eşkere kir, ku jina wî ecêb ji zemanê berê ye, çawa min jî ferq kiribû, û gelekî hesûd e. Heger ew pê bihise, wê li malê hizûra wî nemîne. Ez jî hingê beşişîm, ji ber ku ez fikirîm çi li Ewrûpayê çi jî li Asyayê, tirsa ji behizûrî û aciziyê li her derê stûna herî xurt a exlaq e. Lê paşê ez bi xwe jî aciz bûm, ji ber ku heger wî yê ew bi jinebiya ciwan a herî baş a pêşî bida, vî zilamî jineke wilo bedew heq nedikir. Çawa aciziya min zêde bû, wêrekiya min jî wilo zêde bû ku ez weazên exlaqî yên qeydeyên Ewrûpî bidim. Vê yekê tesîreke ji ya ez li bendê zêdetir li ser wî çêdikir û em bi roj û şev li cem hev bûn, ez lê miqate bûm ku ew nehere cem jineke din. Gava ku jina wî vegeriya, ew bi awayekî xuya be rehet bûbû ku xeter bihûriye û niha min nas dikir ji ber çi wê jina ciwan ewqasî bi israr ji min rica kiribû ku ez bar bikim cem mêre wê. Bi ajoyên xwe ewle, vê jinê beriya min dizanî ku ji ber meyla min a ji bo wê jî be, ku ez ê notirvaniyeke baştir ji pîrejineke bi pereyan bikim li Sureyayî. Bêyî ku em her sê jî gotinekê bikin, di cih de me ev yek fêhm kiribû. Ji ber vê yekê ez bawer dikim, çawa ku min ew ji bîr nekiriye wî jî ez jî bîr nekirime. Dibe ku serboriya me ji bîra wê jinê ji zû ve çûbe, lewma di vê meselê de û belkî tenê di vê meselê de mêr xwedî hefizeyeke çetir in. 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.