Ciwan: Em pêkhateyên herêmê ji çemên Dîcle heta Firatê yek in. Em ê xaka xwe û destkeftiyên wê ji her xeteriyan biparêzin.

Li dijî siyaset û gefên dewleta Tirk bi sedan  şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber sînorê Tirkiyê xwe kirine mertalên zindî. Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê mehek li pey xwe hişt. Ciwanên Bakurê Sûriyê jî bi meşekê dagirkerî şermezar kirin. Li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê çalakiyê mertalên zindî di roja 31`yemîn de dewam dike. Tevlî şêniyên kantonê, nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl jî beşdarî çalakiya mertalên zindî bûne. Çalakî rojane ji aliyê meclisên herêmî ve tê dewir girtin. Çalakgeran bi sloganan salvegera 35‘an a pêngava 15`ê Tebaxê silav kirin.

Em hêza gelên xwe ne

Ciwanên Bakurê Sûriyê yên bajarê Girê Spî jî bi meşekê nerazîbûn nîşanî gefên dewleta Tirk yên li ser herêmê dan. Li ser navê ciwanan endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Cizîrê Miwefeq El-Ehmed got: “Em ji herêma Cizîrê hatine da ku ji gelê xwe yê li Girê Spî re bêjin ku em di her mercan de bi we re ne. Em ewlehiya netewî ya Tirkiyê tehdîd nakin. Wekî gelên herêmê ji hemû pêkhateyan em hevgirtî ne û tadeyê li ti kesî nakin, lê yên ziyan bide me em ê li hemberî wan bisekinin.”

Dîcle heta Firatê yek in

Endama rêxistina ciwanan a Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Rojîn Mihemed jî got: “Em ciwan ji şêniyên Girê Spî re dibêjin ku em di her rewşê de bi we re ne, her êrişek li ser Girê Spî êriş li ser tevahî Bakurê Sûriyê ye. Em amade ne li dijî her êrişên li ser herêmê bisekinin. Em pêkhateyên herêmê ji çemên Dîcle heta Firatê yek in. Em ê xaka xwe û destkeftiyên wê ji her xeteriyan biparêzin.”

Em ê li ser sînor bibin leşker

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Cizîrê Mihemed Ehmê  jî anî ziman ku ew rê nadin Tirkiyê ku koorîdora qirkirinê li Bakurê Sûriyê ava bike û got: “Were xwestin em ê li hemberî dijminatiya Tirkiyê ya li ser sînor bibin leşker.”

Em ê bi rihê Kobanê li berxwe bidin

Ji ciwanên Partiya Paşerojê ya Sûriyê Medya Mihemed, jî got: ”Em ji Kobanê hatine. Em ê bi rihê Kobanê li dijî gefxwarinên dewleta Tirk bi şêniyên Girê Spî re li ber xwe bidin. Em ji Tirkiyê re dibêjin siyaset û gefên te me natirsîne. Me çawa li Kobanê li berxwe da û parast em ê îro jî xaka xwe biparêzin.“

 

NAVENDA NÛÇEYAN