Fermandarê Herêma Sêmalka yê PDK'ê Bijar di civînên xwe yên ji bo şêniyên Misrik û Grêgevrê de, ji bilî PDK'ê hemû partiyên Kurdistanî reş kir û heqaret li wan kir. Kesê mijara gotinê bi taybetî bi gotinên giran PKK, PYD û PÇDK teşhîr kir. Fermandarê PDK'yî di axaftinên xwe de Tevgera Goran weke sîxurê Seddam Huseyîn û Partiya Yekgirtuyê Îslamî jî weke sîxurê AKP'ê tewanbar kir. Hêzên Asayîşa PDK'ê, her wiha zimanê xwe direjî PÇDK'ê kir û namzetê PÇDK'ê yê Duhokê Dr. Kamûran Berwarî weke ajanê Seddam tewanbar kir. Fermandarê PDK'yî yê Bijar berpirsyariya girtina deriyê sînor ê Sêmalka jî axêt situyê PYD û YPG'ê û îdîa kir ku wan dixwestin erzaq bişînin Rojava lê PYD û YPG'ê derî girtine. Gef û heqaretên fermandarê PDK'yî Bijar li nava kampên Misrik Girêgevrê rê li ber nerazîbûneke mezin a gel vekir.
DUHOK