
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Berî her tiştî em wek Federasyona Komelên Êzîdiyan (FKÊ) Cejna Êzî û hemû Cejnê derbas bûyî, di serî de li Rêberê Gelê Kurd, li Hêzên Parastina Gel, li Gelên Kurdistanê, li Civaka Êzîdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin. Her weha em hêvidar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan.”
FKÊ’yê bal kişand ser wateya cejnê û got: “Wateya Cejna di nava hemû baweriyan de cihekî wan ê watedar heye. Cejnên Êzîdiya ji xwediyê dîrokeke pir kevnin e. Dema mirov li dîrok û naveroka van Cejna dinêre, ji bo jiyaneke nû xwedawendî û pîroziya wan dibîne. Divê em Cejnên xwe, weke kevneşopiya xweyî derketina bawerî û ҫanda xwe bibînin. Pîroziya van cejna di dema îro de ji her wextî bêtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzîdiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedim bi her awayî di bin xeteriyeke mezin de ye. Girîng e civaka Kurdên Êzîdî û bi taybetî Êzîdiyên derveyî welat, bawerî û Çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.”
'Ji bo em bibin bersiv'
Federasyona Komelên Êzîdiyan diyar kir ku sala 2012 hem ji wan û hem ji ji bo civaka wan saleke gelek bi zor û zehmet derbas bû û wiha domand: “Li ser civaka Êzîdiya ji hemû dema bêtir leystok hatine meşandin. Lê bi hişyarbûn û tê gihiştina civaka me piraniya van leystoka vale hatin derxistin.”
FKÊ’yê bal kişand ser kanala Çira TV’yê û got: “Her weha di vê salê de weşana Tv dest bi testê kir. Cara yekemîn di dîroka civaka me de bi pir rengî û dewlemendiyeke mezin Konferansa Êzîdiya ya navneteweyî li Amedê pêk hat. Wekî din, em di pêvajoya Kongra Federasyonê de derbas dibin û ji vê kongrê hêvî û daxwaziyê gelê me zêde hene. Ji bo em bibin bersiva wezifê demê û xwestekê civaka xwe, pêwiste di serde gelê em li saziyên xwe xwedî derbikevin û destkeftiyê heyî bêne parastin. Di diroka 35 salên derbasbûyî de, ji bo nasandin, parastin û pêşxistina nirxên pîroz gelek bedelên giranbûha hatine dayîn.”
Banga tevlîbûne
FKÊ’yê ev bang kir û got: “Wekî din, ji bo civaka me xwe di her milî de rêxistin bike, azad bibe û bigihije mafên xwe yên bingehîn û serkeftinê mezin ҫêbibin bingeheke xurt hatiye amdekirin. Lewra, girînge ji hemû dema bêtir em rêxistinbûyina hemû beşê civakê û xizmeta xwe mezintir bikin.
Her wiha em rojên cejna bikin rojên aştiyê, lihevhatinê, rojên rêxistinî û tevgera civaka Kurdên Êzîdî li her deverê xurttir bikin û li dora saziyê xwe kom bibin. Cejna Êzî li hin welatê Ewropa û bi taybetî li gelek bajarê Almanya bi alîkariya Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî têne organîzekirin.
Li ser vî esasî em wek Federasyona Komelên Êzîdiyan, bang li Civaka Êzîdiya û Dostên Gelê me dikin, li deverê Cejna Êzî lê têne pîrozkirin, bi girseyî tevlî şahiyên pîrozbahiyê cejnê bibin. Bi van bir û baweriyên xurt em cardin, Cejna Êzî li Civaka Êzîdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin.”
ANF/BERLÎN
Ji KNK’ê peyama pîrobahiyê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi munasebeta Cejna Êzî peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyama bi îmzeya Konseya Rêvebir a KNK'ê de Cejna Êzî bi taybetî li bawermendên Êzîdî û tevahiya gelê Kurd hate pîroz kirin. KNK'ê di peyama xwe de cîh da van gotinan: "Cejna Êzî jî, di heman wateyê de di pêkhatina yekîtiya gelên herêmê de xwedî roleke dîrokî ye. Cejna Êzîdî xwedî kevneşopiyek dîrokî, çandî û civakî ya gelê Kurd e. Di vê qonaxê de, pîroz kirina cejnan jî ji her demê bêhtir xwedî rol û misyon e. Civaka Êzîdî jî, bi parastina nirx û pîroziyên xwe, di vê rol û misyona dîrokî dilîze. Li hemberî lîstik û kiryarên gemarî berxwedan kir û di têkoşîna azadiya Kurd de, bi dilsozî cihê xwe girt."
KNK'ê di peyama xwe de xwest cejn bibe wesîleya yekîtiyê û ev bang kir: " Bi pêwana pîroz kirina Cejna Êzîdî, em car din bang li tevahiya Kurdên cîhanê, sazî û partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku, di vê pêvajoya dîrokî û giring de, ji bo yekîtiya neteweyî bi dilsozî tevbigerin. Bi vê mebestê em Cejna Êzîdî, car din li civaka Êzîdî û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin û hêvî dikin ku cejna qedîm ya gelê Kurd bibe bingeha yekîtiya neteweyî û paşerojên azad. "
BRUKSEL