YEHYE HEBÎB/ANHA/TIRBÊSPIYÊ


Yek ji tabûrên YPG`ê, tabûra Şehîd Alan e. Di vê tabûrê de 70 şervanên ji heman gundî cih digrin û hemûyan soz daye ku tola şehîdan û welatiyên herêmê ku ji destê çetayan zulim dîtine, bistînin.  

Gundê Bezûna (El-Remte) li başûrê bajarê Tirbespyê. Şêniyên gund rastî êrîşên çeteyan hatin ku wan çeteyan dixwest wan bikujin. Komên çete gelekî hewl dan ku şêniyên gund bixin bin banê xwe. Ji bo vê yekê hin gundî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve koma bi navê 313 a girêdayî Artêşa Azad li dijî gundiyan êrîşên revandin, tirsandin û gefa mirinê xwarin. Ji gundiyan xwestin ku tevlî wan bibin û piştigiryê bidin. Ev gefa li ser gundiyan di dema Cebhet El-Nusra û DAIŞʹê de jî dewam kir. Her dem gundî wekî kafir dihatin pênasekirin.

Gundê Bezûna ku ji 70 malî pêk tê, dema hêzên YPGʹê li dijî komên çete serî hildan ala YPGʹê rakirin û 70 ciwanên gund tevlî nava hêzên YPGʹê bûn. Ciwanên gund di hemleyên rizgarkirina Rojava-Bakurê Sûriyê de cih girtin û tevlî hemeleya rizgarkirina Til Hemîs, Hol, Minbic û Reqayê bûn. Piştî tevlîbûna ciwanên gund a nava YPGʹê zêde bû ciwanên gund tabûra bi navê Şehîd Alan ku hemû endamên wê ji gundê Bezûna ne ragihandin.


Em ê tolê hildin

Endamê Fermandariya YPGʹê El-Şêx Qamişlo anî ziman ku şêniyên gund di dema çeteyan de gelek zehmetî dîtine û dest nîşan kir ku gundiyan biryar da ku tevlî YPGʹê bibin.

El-Şêx Qamişlo di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku şêniyên gund gelek êşkence û zor ji destê çeteyan dîtine û wiha dom kir: ʺDema hêzên YPG/YPJʹê herêm ji çeteyan rizgar kirin me tabûra şervanên gund bi navê Şehîd Alan ku ew jî hevalekî me yê Kurd e ava kir. Piştî avakirinê tabûra me di hemeleya rizgarkirina Minbic de cih girt.”

Şervanê bi navê Hemûdê Qamişlo yek ji ciwanên gund e û şervanê tabûrê ye, wî anî ziman ku dema komên çete û çeteyên DAIŞ`ê herêmên wan dagirkirin û gundê wan noqteya di navbera wan de bûye û wiha pê de çû: “DAIŞ`ê hertim gef li me dixwarin û zilm û zordarî li şêniyên gund dikirin. Me wiha biryar da ku em tevlî YPGʹê bibin û di parstina gelê xwe de cih bigirin. Em ê tola gundiyên xwe jî ji çeteyan rabikin.ʺ


‘Ez rêya birayê xwe dişopînim’

Şervanê bi navê Silêman Hebîb ku birayê Şehîd Reşo Tirbêsipiyê ye anî ziman ku da ku ew sivîlan ji zilm û zordariya çeteyan xilas bikin biryara xwe ya tevlîbûna YPGʹê dan û wiha dom kir: ʺBi sedan ciwan bi berxwedana YPGʹê bi bandor bûn û tevlî bûn. Wekî me çawa rizgar bûn, dê hemû gelê herêmê ji zilm û zordariya çeteyan rizgar bikin. Birayê min di hemeleya rizgarkirina Tebqa de şehîd bû, ez ê jî riya wî bişopînin û tola wî rabikin.”