KODAR’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tu ferq û cudahiyekê di navbera vê hilbijartinê, ji hilbijartinên bihurî de pêk hat de nîne û ragihan ku gelek namzedên Kurd û aliyên demokrat ku xwestine tevlî hilbijartinê bibin ji aliyê Şûrayê Nigehban ve hatine red kirin.
‘Mudaxele tê wateya darbeya hilbijartinê’
KODAR’ê redkirina namzedan wek darbeyek hilbijartinê bi nav kir û wiha got: “Mudaxeleya raste rast a Wilayetê Feqîh û Artêşê tê wateya darbeya hilbijartinê ku bê qeyd û şert hêza xwe bikar tîne. Her çend hilbijartinên berê jî tu cudahiya wê bi hilbijartinên niha re nîne. Lê belê guhertinên di herêmê de hêviyek di gel de çêkiribû ku dibe hilbijartinên vê carê cêwaz ji yên din be.”
KODAR’ê helwesta rejîma Îranê ya li hemberê hilbijartinê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Nêzîkatiyên heyî di çarçoveya biçûkirin û heqaret ji zanebûn û fama siyasî ya xelkê Îranê de tê kirin.”
‘Rejim heqaretê li gelên Îranê dike’
Komelgeya Demokratîk û Azad a Kurdistanê diyar kir ku gelek kesayetên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Îranê bûne namzed. Lê belê rejîm dixwaze gel bê şert û merc kiryarên pêkhateya xwe ya hêzê rewa bike.
KODAR’ê dazanîn ku ew ji ber van helwestên rejîmê û nebûna hilbijartinek demokratîk 10. Hilbijartina parlamentoyê boykot dikin û daxuyaniya xwe wiha bî dawî kir: “Em ji hemû gelê Kurd û kesayetên azadîxwaz û demokrat dixwazin ku ji ber helwesta rejîmê vê hilbijartinê boykot bikin. Neçûna ser sindoqan tê wateya parastina nirxên demokrasiyê. Rejîma komara Îslamî bi redkirina namzedan heqartetê li fam û zanebûna siyasî ya gelên Îranê dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN