AXÎN MEŞKAN / BEHDÎNAN


Beriya niha bi salekê di 5’ê Hezîrana 2016’an de gerîlaya YJA Starê Axîn Meşkan (Bêrîvan Yardimci) tevî 5 hevrêyên xwe jiyana xwe ji dest da. Axîn li warê şoreşgera mezin Bêrîtan li Xakûrkê, di şopa Bêrîtan de berxwedaniyeke bêhempa raber dike. Gerîla Meşkan tevî her 5 hevalên xwe 11 seatan bi artêşa Tirk a dagirker re şer dike. Piştî vî şerê dijwar, her 5 hevrêyên Axîn di çeperên cuda de heta guleya xwe ya dawiyê şer dikin û bi qehremanî tevlî karwanên pakrewanan dibin. Axîn bi çavê xwe vê qehremaniya hevrêyên xwe dibîne. Piştî ku guleyên wê jî bi dawî dibin agahiyê dide hevalên xwe û mîna Bêrîtan xwe ji zinaran diavêje xwarê. Axîn bi vê sekna xwe ya berxwedêr li Xakûrkê de dibe efsane.

Bi destûra hevrêyên wê em çend beşên ji rojnivîskên wê ku behsa kêliyên ji jiyana wê ya gerîla dikin bi we xwendevanên xwe re parve bikin.

Li qada Şemzînan, di şopa Bêrîtan de Ma qey bê çiya jiyan dibe!

“Ev çend sal in, her li Xakûrkê me. Hemû kêliyên jiyana min a çiyayî, li Xakûrkê derbas bûn. Nizanim çima lê, ji bo min herdem cihê Xakûrkê cuda ye. Bi min wa ye ku dema xweza hat afrandin, Xakûrkê bi hestiyariyeke taybet hatiye çêkirin. Ji ber wê, ger heval bihêlin, ez ê heya dawî li vê qadê bimînim. Bêguman ev nayê wê wateyê ku ez ji cihên din ên Kurdistanê hez nakim. Ez ji her bosteke xaka Kurdistanê hez dikim. Lê wek min got, Xakûrkê cudatir e. Dibe ku ji ber ku bi salan e, ez li vê qadê me, bi van hestan dijîm. Lewma tişta ku cih û waran xweşik dike ne tenê erdnîgariyê, tiştên ku li wir diqewimin jî wate û xweşikbûneke cuda didin erdnîgariyê. Jixwe, te çiqas nirx dabe jiyanê, ew jî bi qasî wê nirx dide te. Wekî ku dibêjin, “tu çi biçînî tu yê wî biçinî”. Her çendî bi qasî ku tê xwestin min li van deran ked nedabe jî, lê gelek hevrêyên me yên ku bi canê xwe berdêl û kedeke mezin ji bo vê xakê dayî, koçî cîhana nemiran kir. Ji ber wê, di her gavê de, di her henaseyeke azad de, em wan bi minetdarî bi bîr tînin. Wan paşerojeke azad û xweşik emanetî me kir û wiha çûn, tişta dikeve ser milê me jî ew e ku divê em vî emanetê pîroz hembêz bikin û qet dest jê bernedin. Dema niha ber bi qada Arê ve diçim, bi vê hest û baweriyê dimeşim. Di her henaseyekê de xweşikiya bi hezaran hevrêyên xwe dikişînim kûrahiya dilê xwe. Ez li cihê cuda li azadiyê digeriyam. Lê piştî ku hatim van warên azad, min fam kir ku navenda jiyana herî mezin û bedew Çiya ne. Çiya cih û warê xwe afrandinê ye. Ji ber wê çiya ne tenê ew cih e ku mirovan diparêze, di heman demê de ew cih e ku jiyanê watedar dike. Dibe ku pirr ecêb be, lê belê dema li lûtkeya herî bilind a çiyayên Xakûrkê bim jî, bêriya çiya dikim. Ev bêrîkirin, qet canê min naêşîne. Êêê… Ma qey mumkin e mirov aşiqê vê heybetê nebe û bêriyê neke?!... Helbet ne mumkin e. Ji ber wê, di her gavê de eşqa min a ji çiyan re kûrtir dibe. Belê çiyayên me yên bedew… çiyayên ku me diparêzin û jiyana bi wate diyarî me dikin! 

Di PKK´ê de hevaltiyeke bêsînor heye

Dikarim bibêjim, roja min bi sûrprîzên gelek xweş derbas bû. Ji ber ku hevalên me yên di grûba perwerdê de, perwerda xwe bi dawî kirin û hatin cem me. Piştî demeke dirêj, dîtina van hevalan wisa ez kêfxweş kirim ku bi gotinan nikarim behsa wê kêfxweşiya xwe bikim. Min Rûken, Lîlav, Ozgûr û gelek hevalên din dîtin. Bi rastî jî dîtina van hevalan moraleke mezin da min. Bi wan re parvekirina heman demê, heman cihî û heman çeperan, hesteke pirr xweş e. Ji bo min têkiliya hevaltiyê li ser tevahî têkiliyan e û pirr hêja ye. Ji ber wê jî heta ji destê min bê, hewl didim layîqê hevalên xwe bim. Cihgirtina di nava PKK ya ku vê hezkirina hevaltiyê bi me dide qezenc kirin de cih girtin, ji tevahiya hestan pîroztir e. Hevrêyên me ji bo bedewiya vê jiyanê bi ewqasî dijwarî têkoşiyan ku; divê mirov her kêliya vê jiyanê pîroz bike, êş û janên wê hîs bike, rast bijî û bidî jiyandin. Nexasim dema mirov li meydanên şer ên dijwar be, van hestan bi tevahî paqijî û pîroziya wan dijî. Di wan kêliyan de ku em mil bi mil li kêleka hevdu şer dikin, girêdan û hezkirina milîtanên APO’yî ya ji hevdu re bê dawî û bê qisûr dibe. Têkiliyên hevaltiyê yên ku li vir hene, xwedî nirxekî pirr hêja ne. Ew ji bo ku felsefeya jiyanê ya bi hezaran hevrêyên me yên şehîd ji neslên paşerojê re ragihînin, şer dikin. Bûna şopdarê şehîdan, di şopa wan de meşîn, rûmeta herî mezin e.

Êdî ez amade me

Yek ji hevalên ku bi jiyan û tekoşîna xwe çiyayên me bedew kirine, fermandar û hevrêya me Bêrîtan e. Heval Bêrîtan li Xakûrkê destan nivîsand. Destaneke wisa nivîsand ku me navê Destana Azadiyê lê kir. Wê li zinarên Xakûrkê, baskên xwe ji azadiyê re vekirin. Paşerojeke birûmet û azad emanetî me kir. Divê em jî xwedî li vî emanetî derkevin. Divê em nîşanî tevahiya cîhanê, bi taybetî jî dijmin bidin ku em şopdarên Bêrîtanê ne. Ji ber wê jî gelek caran van pirsan ji xwe dikim; “Tu ji bo van hevalên bedew, ji bo gelê xwe û ji bo azadiyê amade yî ku xwe feda bikî? Tu amade yî ku dijmin bi bin bixî, qidûmên wî bişikînî?...” Her ku van pirsan ji xwe dikim, dikevim nava kelecana wê yekê ka gelo ez ê çawa bersiva van pirsan bidim. Lê tişta ku têde pirr zelal im ew e ku jiyan û tekoşîna wê min bibin bersiva rast a ji van pirsan re… Ji ber ku di pêvajoyên şer ên herî dijwar de, di wan kêliyan de ku dijmin bi hovîtiyeke mezin êrîş dike, min dît ku qehr û kîna min pirr mezin e. Min bi tevahiya hestên xwe fam kir ku ez amade me. 

Di her kêliya şer û jiyanê de ezê zaferê esas bigrim

Va ye niha jî civîna ku em li bendê bûn, destpê dike. Heval Çîçek destpêkê rojev û pêşketinên heyî nirxandin. Her ku wê rojev dinirxand, lêpirsîna min a wîcdanî ya li hemberî pêvajoyê mezintir dibû. Dema ku dest bi nirxandina mijarên leşkerî kir, kelecaneke cûda kete dilê min. Ez bawer dikim ku heval Çîçek jî bi vê kelecana min hisiya, piştî nirxandina xwe, beriya herkesî ez rakirim û xwest bi hest û nihêrînên min zanibe. Ez zêdetir bi kelecan bûm. Kêm jî be min pratîka sala bihurî nirxand.

Di dawiya civînê de hem ji bo giştî pratîkê, hem jî bo pratîka ku ez jî di nav de bûm, rexne hebûn. Hûn rastiyê bivên, ev rexne û nirxandinên hevalan ji bo min pirr baş bûn. Bi vî rengî kêmasiyên min di kîjan milî de hene, divê ez çawa hê xurttir beşdar bibim, ev rexne ji bo min bûn alîkariya herî mezin. Ji vir û pê ve di her gavê de ku ez ê biavêjim, ez ê xwe ji binî ve bixim ber lêpirsînê. Di her kêliya xwe ya jiyan û tekoşînê de ez ê serketinê ji bo xwe esas bigrim, ez ê layîqê Serokatî û şehîdan bim…