Koma muzîkê ya bi navê Praksîs ji bo gelê Kobanê yên li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê ber xwe dide starana “Bijî berxwenda” çêkir. Endamê Komê Serdar Turkmen got, “Li Rojava û Kobanê parastina cewherî tê kirin ji bo vê yekê heke dimirin li altiyê Tirkiyeyê jiyan bi fedîbûnê wek hev e.” Turkmen, diyar kir ku di jiyana xwe de tu caran Kobanê nedîtin lê Kobanê li jiyana wan zêde bû û wiha got: “Çawa bangawaziyeke Stalîngrad û Chîapas tê gotin tiştek zîndewar debe êdî dê li Kobanê jî berxwedan, parastina cewherî, yekîneyên gel bibin hêviya sosyalîzmê.” Turkmen, anî ziman ku berxwedanê di çapemeniyê de dişopînin.
Turkmen, da zanîn ku neçûne sînorê Kobanê lê ji welatiyên çûn sînor û di çapemeniyê de dişopînin û li Kobanê rondik na sloganên azadî û yekîtiyê bilind dibin û wiha axivî: “Ev ji bo yên li wir tişteke biçûk dibe lê çavê hemû kesî li wir e. Ji ber wê yekê êdî ew der nîşetecîhekî sînor a biçûk nîn e.” Turkmen, bilêv kir ku ew dixwazin di demek herî kin de biçin sînor û dixwazin ji bo zarokan xebatê bikin. Turkmen, destnîşan kir ku li herêma Ege li hemberî êrîşên li dijî Kobanê bertekekî mezin çênebû û sedema vê yekê jî bi hêzên din re nehatine cem hev e.
ÎZMÎR