HDP, Tevgera Azadî, DBP, DDKD, Partiya Mirov û Azadiyê, KKP, Platforma Demokratên Kurd (PDK), PDK-T ji bo hilbijartinên cihî tifaq çêkirin. Xelkê Colemêrgê kêfxweşiya xwe ya ji bo vê tifaqê anî ziman.
Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, destnîşan kir ku ev tifaq ji bo Colemêrgiyan bûye cihê kêfxweşî û şanaziyê û got, “Me ev yek li gelek deveran dît; wexta Kurd bûn yek û piştgiriya Kobaniyê kirin, hêviyek peyde bû. Me ev yek di dema Efrînê de jî dît. Kurd bi desteka welatên Ewrûpayê bilind nebûn. Ev hêz her tim di nav me de heye. Ji lewma çêbûna tifaqeke bi vî rengî wê rê li ber gavên din jî veke. Ji niha ve tesîr li civakê kiriye. Ev ji bo yekîtiya neteweyî gaveke mezin e. Gelê me li benda dewama vê yekê ye.”
Hêviya ji bo yekîtiya neteweyî
Kahar Demîr jî diyar kir ku beriya bi çend mehan ji bo ziman tifaqek hatibû çêkirin û ev yek di nava gel de bûbû cihê kêfxweşiyê û got, “Tevî mafê jiyanê, zimanê dayikê jî mafê herkesî ye. Ev gava 7 partiyên siyasî pirr girîng e. Em hêvîdar in ev yek rê li ber kongreya yekîtiya neteweyî veke.”
‘Ji avê jî girîngtir e’
Huseyîn Apaydin jî anî ziman ku gava hatiye avêtin, gaveke pirr girîng e û got, “Em şer naxwazin. Em doza yekîtî û biratiyê dikin. Heger em bibin yek wê kes nikaribe bi me. Yekîtî ji bo gelê me pêdiviyeke bivênevê ye. Yekîtî ji bo me ji avê û ji nimêjê jî ferztir e.”
Gaveke girîng bû
Recep Aktaş jî got, “Di vê tifaqê de wekhevî û aştî heye. Li Rojhilata Navîn her tim gengeşe heye. Hin kes di ser van gelan re xwe bi rê ve dibin. Em hêvîdar in ku ev tifaqa ji bo hilbijartinê rê li ber gavên hîn mezintir veke û ji bo piştgiriyê jî em bang li herkesî dikin.”
MA / COLEMÊRG