Serekçeteyê komên çete yên sedsala 21`an ên DAIŞ, El-Nusra, Firqet El-Hemzat û hwd. Erdoganê xwînmij, bê şerm dibêje, ew qetilkirina welatiyekî emerîkî George Floyd ê reşik bi destê polîsekî emerîkî şermezar dike û wekî kirinek li dijî mirovahiyê bi nav kir! Bi rastî gotinên Erdoganê faşîst li beramberî kirinên wî yên li dijî Kurdan û nexasim li Efrînê, sosret in.
Balkêş e, Erdogan ê ku kirina nîjadperestekî li dijî welatiyekî emerîkî şermezar dike, lê bi fermanên wî artêşa Tirk û çeteyên wê yên hov gelê Kurd li Efrînê qir dikin.
Efrîna ku bûbû mozaîka biratiya gelan li rojavayê çemê Firatê û bûbû mêvangeha bi hezaran koçberên Sûrî yên ku ji ber komkujiyên rejîma Esed û komên qaşo opozîsyonê direviyan, di 18`ê Adara 2018`an de ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra ve hate dagirkirin. Di encama dagirkirinê de, bi sedan sivîlên Efrînê bûn armancên balafir û topên artêşa dagirker. Her wiha bi sed hezaran jî neçarî koçberiya bi darê zorê bûn.
Ji 18`ê Adarê heta dîroka nivîsandina vê nivîsê, rojek bi tenê bê kuştin, revandin û destavêtin di ser Efrînê re derbas nebûye. Bê şik mirov dikare bêje Efrîn bûye dojeh. Eger mirov bixwaze komkujî û kirinên li dijî mirovahî û exlaq ên artêşa Erdogan û çeteyên wê li Efrînê binivîse, bi salan xelas nabe. Li her gundekî Efrînê, her kolaneke wê, li ber her dareke zeytûnê û li her zindanekê, serpêhatiyên bi êş ên efrîniyan hene.
Beriya çend rojan, li Efrîna dagirkirî, hate eşkerekirin ku koma bi navê Firqet El-Hemzat ku fermanên xwe ji artêşa Tirk a dagirker werdigire, 11 jinên Kurd xistine zindanê û îşkence li wan kirine. Di dîmen û wêneyên belavkirî de, jinên tazî û rêbazên terorîstî û hov yên Erdogan ên li dijî jinan diyar dibin. Bi rastî, dîmen û wêne gelekî bi êş bûn. Balkêş e ku tevî kirinên çeteyên El-Hemzat hatin eşkerekirin jî, lê çeteyên Firqet El-Hemzat jinên ku di zindanên wan de bernedan û bi serpereştiya çeteyên polîsên leşkerî ew birin zindaneke din a nediyar.
Di sedsala 21`an de, tenê artêşa Erdogan û çeteyên wî DAIŞ û El-Nusra, kiryarên wisa yên li dijî pîvanên mirovahiyê li ser jinan û nexasim jinên Kurd pêk tînin. Rêbaza şehadeta Barîn Kobanê û lîstina bi cenazeyê wê ji aliyê çeteyên Erdogan ve li Efrînê û şehîdxistina sekretera giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriye Hevrîn Xelef, ne bawer im ji bîra kesên xwedan wijdan û exlaq çûbe.
Dibe ku bi tesadufî 11 jinên Kurd di zindanên koma bi navê Firqet El-Hemzat de ji raya giştî re eşkere bûbe, lê komên çete hemû yên ku dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan û pêkanîna berjewendiyên xwe ava kirine, wekî Ehrar El-Şerqiye, Artêşa Wetenî ya Sûriyê, Ehrar El-Şam û bi dehan komên din, heman kiryarên qirêjî û dijmirovî li dijî Kurdan û nexasim jinan pêk tînin.
Li gorî rapora Navenda Belgekirina Kiryaran a Bakurê Sûriye, ji destpêka êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û heta 24`ê meha Gulanê, 181 jin bi destê artêşa Tirk û çeteyên wê şehîd bûn û 480 jin jî birîndar bûn.
Kirinên çeteyên El-Hemzat, kirinên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî jinên êzidî yên di sala 2014`an de tîne bîra mirov. Li Şengalê jî çeteyan dest avêtin jinên Kurd û li sûkan firotin.
Di dîrokê de jî bapîrên Erdogan li dijî Kurdan û nexasim jinên Kurd heman kirinên qirêjî pêk anîn. Geliyê Zîlan ê li Wanê, di sala 1930`î de leşkerên Tirk ketin gundên geliyê Zîlan û komkujiyeke hovane li dijî Kurdan pêk anîn. Leşkerên Tirk, 47 hezar jin, zarok, kal û pîrên Kurdan birin çemê Zîlanê û newala Dêrê û ew dan ber tivingan. Leşkerên Tirk, piştre di nava cenezayan de digeriyan û yên birîndar jî tazî dikirin, wekî ku çawa îro çeteyên Erdogan jinên Kurd li Efrînê tazî dikin.
Bêguman biryara qirkirina li dijî gelê Kurd li Rojava, bi fermana Erdogan pêk tê. Êdî mirov xwe nexapîne; ev rastî ji kesayet, saziyên mafên mrovan û partiyên siyasî yên xwedî wijdan re diyar e.
Ji bo pêşîlêgirtina van komkujiyan û qirkirina Kurdan, tenê yekitiya Kurdan divê. Bi yekitiya hemû hêz û partiyên siyasî yên Kurd, pêşî li qirkirina Kurdan tê girtin. Eger yekitî çênebe, her zanibin ku qirkirina Kurdan ranaweste û wê faşîzm û xwînmijiya AKP-MHP`ê rêbazên herî qirêjî yên nûjen li dijî Kurdan pêk bîne.