Nûnera Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan, Bêrîtan Asya derbarê tevlîbûna jinan a nava Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de got, “Divê jin bi awayekî aktîf cihê xwe di hilbijartinan de bigirin û dengê xwe bidin paşeroja xwe.”

Bi Şoreşa Rojava re jinan di encama têkoşîn û berxwedaneke mezin de gelek destketî bidest xistin. Ji bo ku jin xwedî li van destketiyên xwe derkeve û li tevahiya qadan pêşengiya xebatên rêxistinkirina pergala Federaliya Bakurê Sûriyê dike. Nûnera Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan, Bêrîtan Asya, beşdariya jinan di hilbijartinên komînan ên 22 Îlonê de nirxand. 


Bi şoreşê re jin civakê bi pêş dixe

Bêrîtanê derbarê rola jinê di Şoreşa Rojava û di sazkirina Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de got, “Dema ku Şoreşa Rojavayê Kudistanê dest pê kir, jinan bi ked û têkoşîna xwe gelek destketî misoger kirin, îro jinên Bakurê Sûriyê jî tevlî vê têkoşîna hebûnê dibin. Îsbata vê jî ew e ku îro jin pêşengiya her xebatê dikin û cihê xwe niha di nava ergala Federaliya Bakurê Sûriyê de digire. Jinên ku beriya şoreşê ji maf û hebûna xwe hatibûn bêparkirin, îro bi saya Şoreşa Rojava ku niha şaxê xwe li tevahî Bakurê Sûriyê jî belav kiriye, jin bûye xwedî cihekî girîng di avakirin û bipêşxistina civakê de.”


Dawiyê li desthilatdariya zilam bînin

Bêrîtan Asyayê anî ziman ku projeya federaliyê projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir, “Ev projeyek e ku mafê tevahiya civakê dihewîne. Ji bo wê jî divê her kes û bi taybet jinên Bakurê Sûriyê li vê projeyê xwedî derkevin, bi awayekî aktîf bi rola xwe rabin û vê pergalê mezin bikin. Jixwe di pergala hevserokatiyê de jî jin dikare bi rehetî kar û xebata xwe bide meşandin. Eger em xwedî li paşeroja xwe dernekevin em ê paşeroja xwe ji dest bidin. Ji bo vê jî bangewaziya me li jinên Kurd, Ereb, Ermen û tevahiya jinên pêkhateyên Sûriyê ew e ku em bi vê projeyê dawiyê li desthilatdariya zilam bînin û xwedî li paşeroja xwe derkevin.”


Ji bo mayîndekirina destketiyan

Bêrîtan Asyayê got, divê jin pêşengiya hilbijartinan bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 22’ê Îlonê de hilbjartina hevserokên komînan destpê dike. Jixwe, hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê li ser sê qonaxan dest pê dike. Yekem, wê komîn bên hilbijartin, paşê meclîs û herî dawî hilbijartinên giştî yên Federaliyê wê pêk werin. Ji bo wê divê jin ji niha ve di 22’ê Îlonê de dengê xwe bidin paşeroja xwe da ku hîn bêhtir destketiyên xwe mayînde bikin.”


BERÇEM CÛDÎ/ KOBANÊ