Eniya Parastina Jin a Şehba di daxuyaniyê de got ku çeteyên DAIŞ`ê roja 13`ê Cotmehê hewl dane ku êrişî nuqteyên şervanên wan ên li gundê Um El -Qura bikin û wiha pê de çû:ʺLê, hêzên me ji bo şikandina êrişên çeteyan li hin cihên ku wekî xeta di navbere me û çeteyan de ye, mayin bi cih kiribûn.ʺ
Di berdewamiya daxuyaniyê de Eniya Parastina Jin a Şehba got ku dema çeteyan hewl dane ku xwe nêzî nuqteyên hêzên wan bikin, mayinên ku ji aliyê şervanên wan hatibûn danîn bi çeteyan teqiyane. Di encamê de 2 çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.