Li Navenda Piştgiriya Jinê ya Bagivarê (KADEM) kul i Taxa Bagivar (Dîcle) ya Navçeya Sûrê ya Amedê hatiye avakirin, bi hevkariya Şaredariya Sûrê û Navenda Gel a Navçeyê, qursa nexş, dirûtin, xişxişê hatibû vekirin. 40 şagirtên tevli perwerdehiyê bûn, sertîfîkayên xwe bi merasîmeke girtin. Cîgirê Şaredarê Sûrê Naksî Sayar, cîgirên Şaredar Gulbahar Ormek, Turkî Gultekîn, Midûrê Şaxa Perwerdehiya Netewî ya Sûrê Haci Cebe, Midûrê Perwerdehiya Gel Ozcan Eren, endamên meclisa şaredariyê, rêveberên KurdÎ-DER’ê û gelek welatî tevli merasîmê bûn.
Piştî pêşkêşkirina ekîba lîstikên gel a Şaredariyê, Alîkara Şaredarê Sûrê Gulbahar Ormek, axivî û diyar kir ku hemû tiştên destê jinê pê dibin, xweşik dibin û wiha got: „KADEM’a ku me li Bagivarê vekir, rastî eleqeya mezin a jinên me yên berê qet derneketine derve, tenê bi karên malê re mijûl bûne hat. Xebatên ku di demeke kin de biencam kirine, va ye li holê ye. Dema ku em derfet bidin jinan, tiştekî ku nikaribin bikin, tuneye. Em dê tiştên ku şagirtên me amade kirine, pêşkêş bikin û ji bo ku bikaribin vana bifroşin û tevli debara malbata xwe bibin, ji wan re bibin alîkar. Qursa ziman û qursa kompîturê ku di bin baneya KADEM’ê de hatiye vekirin jî, didomin.“

Piştî axaftinan, şagirtan sertîfîkayên xwe girtin. Piştre beşdar li pêşangeha hunerên destê jinan, geriyan. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş û midûrên yekîneyan jî tevli pêşangehê bûn.

AMED