Li bajarê Swêdê Gavleyê, Komîteya Rojava bi çalakiyekê dewleta Tirk a dagirker ku li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê êrişên dagirkeriyê didomîne, boykot kir.

Li Gavle çalakiyên Komîteya Rojava yên di çarçoveya kampanyaya boykotkirina mal û tûrîzma Tirkî de didomin.

Kurdistanî û dostên wan di roja dawî ya salê de li pêşiya dikana bi navê Coop ku malên Tirkî difiroşe, çalakiyek kir. Çalakgeran daxwaza boykotkirina malên Tirkî kir û pankart hildan. Çalakgeran belavok belav kirin û têkildarî sûcên şer û gunehên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker li Rojava, welatî agahdar kirin.

Di belavokan de hate gotin; “Li Rojava her roj kuştin û revandina mirovan didome. Gelek zarok bûne qurbanê şer. Malên Tirkî yên ku tu dikirî alîkariya dewleta Tirk dikin.” Daxwaz ji gel hate kirin û malên Tirkî boykot bike.

Di çarçoveya kampanyayê te 9’ê Çile wê filma Sara rojên din jî filmên “Resistance is life” û “Girls of the sun” (Keçên Rojê) werin nîşandan.

 

 ANF/GAVLE