5’emîn Civata Gişî ya Kongreya Civaka Demokratîk ku 2 rojan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya BDP’a Amedê pêk hat bi dawî bû. Civata ku ji 43 bajaran 850 delege amade bûbûn, bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Berdevkê KCD’ê Cemal Coşkun, daxuyanî xwend û anî ziman ku bi boneya Konferansa Neteweyî, avakirina Xweseriya Demokratîk û hilbijartinê li hev kom bûn û biryarên girîng girtin. Coşkun, anî ziman ku wan civata xwe bi hişyariya „Rêbertiya Azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk“ pêk anî.

Ji bo aştiyeke mayinde diyalog
Coşkun, anî ziman ku ji bo di pêşerojê de aştiyek mayinde û demokratîk pêş bixin biryara ku diyalogê esas bigirin dane û her wiha dîsa ji bo şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan baş bibin biryarên girîng standine. Coşkun, bal kişand ser hewldana Ocalan û wiha got: „Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke mayinde û demokratîkbûna Tirkiye hewldanek awarte nîşan da. Bi vê hewldan û diyaloga wî ya bi heyetê re behnek nû daye civakê û şensek mezin ava kiriye. Lê li gel vê yekê hikûmeta AKP’ê pêvajo berovajî kir û rê li pêşiya şer vekir. Herî dawî bi hevkariya AKP, Îran û hêzên navneteweyî li dijî Kurdan operasyona qirkirinê hatiye destpêkirin. Gelê Kurd vê yekê qebûl nake.“

Înîsiyatifa Azadiya Ocalan
Coşkun, anî ziman ku piştî niqaşan biryara avakirina Înîsiyatifa Azadiya Ocalan hate girtin û wiha got: „Ji ber ku şert û merc xetimîn, Birêz Ocalan herî dawî got, ‘Ez xwe bi paşve dikişînim.’ Li hemberî vê yekê KCD’ê xebat û hewldanên xwe di ber çavan re derbas kir û biryara ku ji bo azadiya Ocalan Înîsiyatifê ava bike girt. Înîsiyatifa ji bo Azadî, Ewlehî û Tenduristiya Ocalan dê xebatê bimeşîne.“

Konferansa Neteweyî û Xweseriya Demokratîk
Coşkun, daxuyand ku êdî di vê pêvajoyê de dema lidarxistina Konferansa Yekîtiya Neteweyî hatiye û biryara ku amadekariya Konferansa Yekîtiya Neteweyî ava bikin dane. Coşkun, destnîşan kir ku êrîşa Îranê di heman demê de li dijî Yekîtiya Neteweyî û Xweseriyê ye û ew dê li dijî vê yekê yekîtîya xwe xurttir bikin.
Coşkun, bilêv kir ku ji bo Xweseriya Demokratîk têxin beriyetê dê xebatên xwe mezintir bikin û Xweseriya Demokratîk azadiya civakê ye. Coşkun, da zanîn ku modernîteya kapîtalîst yekdestî, serdestî û kevneperestiyê diparêze û we dê li dijî vê ferasetê madernîteya demokratîk a azadî, ekolojî û demokrasiyê diparêze pêş bixin.

‘Bê statûyî nayê qabûlkirin’
Coşkun, daxuyand ku êdî Kurd di mijara yekîtiyê de bûne yek û ji bo xweseriya xwe têxin meriyetê biryara xwe dane. Coşkun, destnîşan kir ku bertek û her wiha şert û merc çi dibin bila bibin dê Xweseriya Demokratîk têxin meriyetê.
Coşkun, bilêv kir ku êdî gelê Kurd naxwaze bê statu bijî û dixwaze li nasname, rûmet û nirxên xwe xwe dî derkeve û xwe bi xwe bi rêve bibe. Coşkun destnîşan kir ku dê di her şert û mercî de wekî gelê Kurd de hemûna xwe ya neteweyî biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin.“

Tugluk û Turk dîsa hevserokên KCD’ê ne

5’emîn Civata Gişî ya Kongreya Civaka Demokratîk a li Amedê pêk hatî de  ji bo Meclîsa Daîmî ya KCD’e hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de 850 delegeyan dengê xwe bikar anî. Ji 850 dengan 783 hatin erêkirin. Di hilbijartina ku bi yek lîsteyê pêk hat de ji bo hevserokatiya KCD’ê dîsa Ahmet Turk û Aysel Tugluk hatin hilbijartin. Herwiha ji bo Meclîsa Daîmî ya KCD’ê jî 101 endam hatin hilbijartin.

DÎHA/AMED