Rêxistina Efûya Navnetewî (Emnesty International) beriya niha daxwaz kir ku rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebûwend ê ku ji sala 2007 ve di girtîgehên Îranê de ye, “bê şert û merc” serbest bê berdan.
Rêxistina Efûyê ji bo azadiya ramanê dest bi kampanyayekê din kir û ji rayedarên Îranê xwest ku Kebûwend ê ku tenê ji ber ku mafê xwe yê vekirina komeleyê bi kar anî û ji ber azadiya ramanê hate girtin, “tavilê” û “bê şert û merc” serbest bê berdan.
Rêxistinê bal kişand ku rewşa Kebûwend a tenduristiyê xirab e û bal kişand dibê Kebûwend were emeliyatkirin û ji ber şert û mercên girtîgehê nekarî bi rêkûpêkî bê dermankirin. Rêxıstına Efûya Navnetweî ji rayedarên Îranê xwestin ku berovajiyê dadgehkirina veşartî ya ku beriya niya pêk hat, Kebûwendî bi awayeke dadî û aşkere, bê darizandin, lez bidin daraziandina wî, ji îşkence û muameleyên xirab tê dûrxistin. Rêxistina Efûyê got; “Rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan Mihemed Sedîq Kebûwend ê ku bavê 3 zarokan e mehkûm azadiyê ramanê yê di bin xeteriyê de ye ye.”
Îşkenceya giran dît
Kebûwend di 1’ê tîrmeha 2007 de, ji mala xwe ya li Tehranê ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê yên bi kincên sivîl ve hate binçavkirin, her wiha sê komputerên wî, pirtûka wî, wêne eû tiştên wî yên şexsî hatin desteserkirin û piştre ew şandin beşa 209. a Girtîgeha Evîn a li Tehranê. Damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê û serokê wê Kebudwend, di heman demê de di 27’ê pûşpera 2004 de sernivîskarê rojnameya Peyamê Merdomê Kurdistan a ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû.
Di gulana 2008 de ji aliyê dadgehê ve hate gazîkiri û 11 sal cezayê girtîgehê lê hate girîn. Ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ava kiriye, bi “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate sucdarkirin û her wiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mirovahiyê re hebû, bi hinceta “Komara Îslamî ya Îranê sucdar kiriye” hate tawanbarkirin.
Ji bo tuwaletê destûra nivîskî
Kebûwend bi qasî 40 rojan di tecrîdê de ma, destên wî kelemçekirî, çavên wî girtî û lingên wî zincîrkirî hate darizandin. Ji bo protestokirina şert û mercên girtinê, dest bi greva birçîbûnê kir. Di wê demê de ji bo çûyîna tuwaletê djî diviyabû, bi nivîskî daxwazname bidaba.
Di 19’ê gulana 2008 de bi qasî nîv seatekê ji ser hişê xwe çû, piştre ji aliyê bijîşkek ê girtîgehê ve hate dermankirin. Piştî wê, dadgereke din ferman da ku Kebûwend li derveyê girtîgehê were dermankirin. Lê ev biryar heta niha nehatiye pêkanîn. Ji dema ku hatiye girtin û vir ve 20 kîlo winda kiriye.
Kampanyaya ji bo Kebûwend, li ser vê navnîşanê hatiye vekirin : http://www.amnesty.lu/spip/spip.php?article5683
ANF/TEHRAN