
Kelha Caber a dîrokî ku ev demek direjê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatibû dorpêçkirin hat azadkirin. Gundên Caber ên Şerqî û Xerbî ku di 25-26`ê meha kanûnê de hatibûn rizgarkirin çeteyên DAIŞ`ê carek din ji bo vegera wan her du gundan gelek êrîş li dar xistin. Hemû êrişên çeteyan rastî berxwedan û bersivdayîna şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê hatin.
Şervanên ku li herêmê pêşketinên xwe berdewam dikin, piştî şikandina êrîşên li ser gundên Caber berê xwe dan Kelha Caber a ku 3 km dikeve başûrê gundên Caberê. Hat diyarkirin ku piştî şerên heta saetên siharê berdewam kir, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Kelha Caber ji çeteyan rizgar kirin.
Di vî şerî de 29 çete hat kuştin, 2 BKC, 2 çentê fîşekên BKC, 1 RPG roketavêj û 4 roketên wê, 2 kilêş, 3 bombeyên destan, maşîneyek, treksek û 3 termê çeteyan ketin deste şervanan.
Şervanan li Kelhê dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirina mayinan kirin.
Ji aliyê din ve jî şervanên ku pêşketinên xwe berdewam dikin berê xwe dan gundê Siwediyê. Li gor agahiyên ku ji herême hat girtin li pêşiya gund di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar diqewimin.
ANHA / RAQA