Kelha Zêrzewan ket lîsteya demkî ya UNESCO
Li navçeya Çinarê ya Amedê li serê girekî Kelha Zêrzewan heye. 3 hezar sal emrê wê heye. Tê gotin, ji dema împaratoriya Romayê maye û weke baregeheke eskerî hatiye bikaranîn. Ev dever ket lîsteya demkî ya Mîrasên Cîhanê ya UNESCO'yê.
Ev kelha ku kêmek dîwarê wê maye 13 kilometir ji Çinarê wêde li ser rêya Mêrdînê li raserî Xanika Jêr li ser girekî ye. Pênc salên dawî Wezareta Çand û Turîzmê ya dewleta Tirk a dagirker xebatan lê dimeşîne. Yek ji rewşa girîng a vî şûnwarî Perestgeha Mîtra ye.
Li ser kelhê gelek tişt têne gotin, lê bi sedema polîtîka înkarê ya li ser bermahiyên Kurdan û pêşiyên Kurdan, baweriya bi agahiyan qels dike. NAVENDA NÛÇEYAN