Keskesora Alan wê bibe dê û bavê wan
Weqfa Jina Azad a Rojava li Kobanê yekem mala sêwiyan a bi navê "Keskesora Alan" vekir. Armanca vekirina mala sêwiyan ew e ku xwedî derkeve li zarokên malbatên xwe di şer de ji dest dane.
Keskesora Alan, bi merasîmekê hat vekirin. Mala Sêwiyan 50 zarokan wê bihewîne, zarok ji aliyê 18 jinan û hejmarek mamoste ve wê werin xwedîkirin û perwedekirin. Zarok dê beşdarî dewreyên perwerdeyên çandî, zimanên Erebî, Kurdî û Îngilîzî bibin û her wiha zarok wê fêrî bikaranîna komputer, huner û werzîşê jî bibin. ANHA/KOBANÊ