Li Tirkiyê bi aşkerebûna daketina Ahmet Davutoglu ji erka serokwezîrtiyê re, li qadê navnetewî li dijî rejîma Tirk dengên nerazîbûnê bilindtir bûn. Siftê Yekîtiya Ewropayê (YE) nepêkana peymana vîzeyê ya di navbera Tirkiye û YE’yê de hatibû îmzekirin, aşkere kir. Dû re komkujiya li Cizîrê hat bîra Yekîtiya Neteweyan (YN) û Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a YN’ê anî zimên ku “di destê wan de agahî hene, ku li Cizîrê ji 100 kesî zêdetir însan ji hêla hêzên dewleta Tirk ve bi zindî hatine şewitandin û dewletê pêşî venekiriye ku ev bûyer bê lêkolînkirin...“
Li pey van pêşketinan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara astengkirina hesabên hinek saziyên Tirk ên ku bi navê ‘alîkariya însanî’ alîkariyê didin çeteyên selefîst ên li Sûriyê girt...
Her çiqas dewleta Tirk bi hemû saziyên xwe û partiyên siyasî ve li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdî di nava êrîşê de be jî, yê ku her diçe lawaztir dibe, ew bi xwe ye. Mêzekin; AKP, CHP û MHP ji bo rakirina destnedana parlamenterên HDP’î bi hev re dest rakirin; lê ev her sê partî jî di nava xwe de dikelin û gişt bi problemên mezin re mijûl in.
AKP wê di 22’yê Gulanê de serokê xwe û serokwezîr biguherîne. Ev guhertin wê bi xwe re çi bîne, hê nediyar be jî, wer xuya ye; ku him ji hêla hikûmetê û him jî ji hêla AKP’ê ve rewş wê hê lawaztir bibe, belkî jî parçebûna AKP’ê bibe mijareke rojevê!..
Di CHP’ê de ti aheng tuneye. Wek partî piştgiriya pêşnumeya AKP’ê ya ji bo rakirina destnedana parlamenterên HDP’î bide jî, wer tê gotin ku hejmara parlamenterên CHP’î yên ku piştgiriyê bidin pêşnûma AKP’ê ji 10’î zêdetir nînin. Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di zikê xwe de deng dike û ti perspektîfên vî partiyê yê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî tune ye. CHP’ê jî bi vî awayî nikane temenê xwe dirêjtir bibe, hewceyî polîtîkayên bi bandor ên ku pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bike ye...
Ji xwe MHP piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ya sala çûyî bi AKP’ê re bûye yek û dengê wan tenê ji bo piştgirîdayîna êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan de derdikeve. Ev partî jî xwediyê pirsgirêkên pir mezin e. Belkî di 15’ê Gulanê de ev partî kongreya xwe ya awarte pêk bîne û serokatiya xwe biguherîne...
Gava mirov pêşketinên siyasî bi giştî bîne ber çavan; dikane bêje ku eger di yek ji van her sê partiyan de parçebûnek pêk bê, ewê bandorê li ser herduyên din jî bike. Ji xwe ji niha ve tê gotin ku aktorên serkeşiyê ji opozîsyona di nava AKP’ê de dikin û opozîsyona di nava MHP’ê de wê bibin yek û partiyekî nû saz bikin!..
Di siyaseta Tirkiyê de ji îro şûn de her îhtîmal mimkûn e.
Li gel van pêşketinan HDP her çiqas bi rojane di bin êrîş û pestê de be jî, tekane partiya ku bi yek dengî diaxive ye.
Helbet hêzên navdewletê wê ji bo berjewendiyên xwe tevbigerin; mirina Kurdan û hilweşandina Kurdistanê ne xema wan e. Lê daxuyaniyên wan ên dawî yên li dijî siyaseta rejîma Erdogan nîşan dide, ku ew jî ji rewşa li Tirkiyê nerazî ne. An jî rewşa siyasî ya li Tirkiyê ne gorî berjewendiyên wan e.
Keştiya ’siltantiya’ Erdogan ji her hêlan ve avê hildigire. Wekî ku rêveberê KCK’ê Mustafa Karasû aniye zimên, “Erdogan bi qîreqîran nikane xwe xilas bike!.” Ewê bi siyaset û siyasetmedarên ’profîlbiçûk’ çiqas temenê xwe û yê rejîma dijkurd dirêjtir bike, ne diyar e.
Lê wer xuya ye ku em ê vê havînê krîza herî mezin a rejîma Tirk temaşe bikin. Li hinda van pêşketinan rewşa Kurdan wê çitûlî be? Ew jî girêdayî têkoşîn û helwesta Kurdan bi xwe ye…