
Koma Jinên Bilind (KJB) gelê Kurd ê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî hotîtiya desthilatiya AKP’ê ya nijadperest-faşîst, li ber xwe da silav kir û diyar kir ku desthilatiya “bela seran” a ku ji bilî kîn, hêrs û neyartiyê nade civakê, zemînê xwe û alîgirên xwe bi lezgînî wenda dike.
KJB’ê daxuyand ku li hemberî hemû qedexeyên ji aliyê hikûmetê ve Newroz ji aliyê sedhezaran ve hate pîrozkirin û berxwedana Newrozê silav kir.
Tevgera jinên Kurd KJB’ê ji bo rêveberê BDP’ê Hecî Zengîn ê ku di enama êrişa polîsan de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da jî got; “Em rêveberê BDP’ê, şehîdê mey ê Newrozê Hecî Zengîn bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata wî û hemû gelê me re sersaxiyê dixwazin.”
KJB’ê got; “Em ji Birêz Ahmet Turk ê ku temenê xwe diyarî demokrastî, azadî û aştiyek bi rûmet kiriye, nunerên siyasî û hemû dostên li rastî êrişê hatine dibêjin derbasbûyî be û terora AKP’ê bi tundî nelet dikin. Bi vê boneyê, em bang li hemû gelê xwe û bi taybet jî ciwanên me dikin ku di van mijaran de bihîstyartir bibin, li hemberî êrişên li ser xwe, nunerên xwe û provakasyonan baldar bin, em hêvî dikin ku rêxistina xwe xurtir bikin û xwe biparêzin.”
KJB’ê gelê Kurd ê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî hotîtiya desthilatiya AKP’ê ya nijadperest-faşîst, li ber xwe da silav kir û diyar kir ku desthilatiya “bela seran” a ku ji bilî kîn, hêrs û neyartiyê nade civakê, zemînê xwe û alîgirên xwe bi lezgînî wenda dike.”
KJB’ê diyar kir ku ji her demê zêdetir pêwîstî bi hêzar rêxistinkirî ya li Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakûr heye û destnîşan kir ew ê li gorî vê li hemberî êrişan rawestin, heta azadiya Ocalan, çareseriya pirsgirêka Kurd û têbikoşin. n ANF/BEHDÎNAN