Hin bûyer, dem, cih an serpêhatiyên dîrokî hene ku bixwe xwe vedibêjin, ew ne karê çend gotina ye. Vegotina wan zor e, gotin an kêm dimînin an jî kêm dihêlin... Mesela Kobanê, bajarê berxwedan, rûmet û destanên lehengiyê... Vî bajarî çi gotinên qenc yên berxwedan û rûmetê li xwe kom kirine. Lê dîsa jî mirov pê dihese kêm in ev gotin. Kobanê, her wiha ruhek e. Hestekî xwe heye ku divê hûn herin vî bajarê ji berxwedana sedsalê re bûye war bibînin. Divê hûn bibînin û bijîn, şopên berxwedanê ew çend zindî ne ku we radipêçe. Di her bosta axa Kobanê de, destan hatine nivîsin, leheng bûne mertal û canbexş. 

Di encama vê berxwedanê de beriya du salan êrişa mezin a DAIŞ têk çû. 26’ê Çileya 2015’an Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ‘ê bi temamî rizgar bû. Berxwedan ew çend mezin bû, ew çend bi bandor û dîrokî bû; dîroka nêz weke berî Kobanê û piştî Kobanê hat veqetandin. Ê elbet hesabên li ser Kobanê yên DAIŞ û bi taybet hêza sereke ya li pişt wê, dewleta Tirk mezin bûn. Erdogan lewma bêhnçikiyayî dişopand û her kêliyê libendê bû, Kobanê bikeve. Û got “Kobanê ha ket, ha dikeve..!“ Wisa nebû, Kobanê neket û Kurdan DAIŞ têk bir. Aqubeta Edogan jî hema bêjin wisa bû, di hilbijartinên 7’ê Hezîrana heman salê de  AKP têk çû. Darbeya Erdogan hingê dest pê kir û xwe rêxist ku wekîlên wî li Kobanê têk çûbûn. Hesabên van hêzan xirab bûn û ew ketin tengasiyên mezin. Êrişên li Bakurê Kurdistanê yên berfireh di heman demê de ketin dewrê. Ruhê Kobanê xwe li Bakur jî rêxist û berxwedanên rêveberiyên xweser dest pê kirin. Li bakur her qada berxwedanê bû Kobanê. Wî ruhê Kobanê xwe li Cizîra Botan, Nisêbîn, Şirnex, Gever û Sûrê da der.  Heman helwest û heman lehengiyê  êrişên qirkirinê têk birin. Kurt û Kurmancî ew hesabên mezin li Kobanê qelibîn, li Kobanê qulipîn. Hewldanên qirkirinê yên piştre jî li heman rastiyê qelibîn.  

Xulase, bê mubalaxa mirov dikare bêje berxwedana Kobanê qedera Kurdan  û ya herêmê guherand. Ev bajar ji bo gelê Kurd bû meydaneke cengê ya çarenûsê û ew çarenûs 26’ê Çileya 2015’an mîsoger bû. Berê jî berxwedana Kurd di cîhanê de dihat zanîn, lê Kobanê ev berxwedan bir cîhanê û kir cîhanî. 1’ê Mijdarê lewma weke roja Kobanê ya cîhanê hatibû ragihandin. Bi taybet pêşengiya jinan ku mohra xwe li berxwedanê dabû, di raya giştî ya cîhanê de weke rastiyeke bi bandor hat qebûlkirin.  Li gel vê deriyên fireh yên dîplomasiyê vebûn, ji bo gelê Kurd. Elbet têkçûna DAIŞ ya li Kobanê rêya têkçûna wê ya li herêmê jî vekir. Girê Spî, rizgarkirina gelek herêmên stratejîk li herêma Şehba, rizgarkirina Minbicê... Bi vî rengî piştî Kobanê derb li ser derbê li DAIŞ û piştgirên wê ket. Pêngava Xezeba Firatê weke encama vê berxwedanê rêket. 

Lê belê divê em bibînin, ew armancên hêzên li pişt DAIŞ’ê hîn jî dewam dikin. Lîstoka mezin a liser herêmê hîn jî dewam dike. Heman hêzên şer û aloziyê, dibin navê çareseriyê de xwe nîşan didin. Tirkiye, Îran, Sûrî, Rûsya piştî ne-çareseriya li Cenevreyê vê carê jî bêyî Amerîka li Astanayê civiyan. Tirkiye ku piştî têkçûna çeteyên xwe, bi xwe kete Sûrî û dagir kir, di van hevdîtinên dibin navê çareseriyê de cardin li pey bêstatû-hiştina gelê Kurd e. Ji xwe yekane armanc ji gurkirina şer û êrişan ev e. Hem siyaseta hundir hem jî ya derve ya dewleta Tirk liser esasê ku Kurd nebin ti tişt saz bûye. Niha jî Erdogan bi heman siyasetê li ber têkçûnê ye. Ew ruhê li Kobanê derketî holê, Ji Bakur heya Başûr û Rojhilat belavî her deverê bû. Lewma ne pêkane, ev pîlanên hêzên dagirker herin serî. Niha piştî ew çend êrişên dijwar li Kobanê, jiyan bi heman ruhî ji nû ve tê hûnan. Jiyan şên dibe li vî bajarê ku kevir liser kevir nemabû. Kobanê weke yek ji navendên federaliya demokratîk, bi cih dibe di siberoja Rojavaya Azad û Sûriya demokratîk de.