
Di nava bajarên Kurdistana mezin de çend bajar hene ku navê wan wek “ nasnameya pirsgirêka netewî ya Kurd “ ketiye nava rûpelên dîroka Kurdistanê. Silêmanî, Amed, Mehabad û Qamîşlo. Ev bajar bi serhildan û karên siyasî ku têde qewimîne, navê Kurd û Kurdistanê jî bilind kirine.
Lê ka hûn bêjin di nava van navan de navê Kobanê li kû ye û dikeve kîjan rêzê?
Li gorî min Kurdistanê berde êdî ew nav bû sernastirîn nav di dîroka hemû Rojhilata Navîn de. Serkeftina “Kela berxwedana Kurdan li Rojava” gelek destkeftên mezin bi xwe re afirandin. Li pey pîroziya li dijî DAIŞ’ê vê carê di qada dîplomasiyê de jî birêveberên kantonên Rojava dest bi pêvajoyeke nûtir kirin. Bi ked û xwîna xwe, bi şer û berxwedana xwe ya dîrokî, bê hemû îmkanên jiyanê wan karî bi îradeya xwe ya hesinîn li hemberî hovên bênasname û pintû biser bikevin.
Felsefeya şoreşa bakurê Kurdistanê ya di bin pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistan-PKK’ê de vê carê ne di teorîyê de belkî di piraktîkê de jî serkeftineke mezin di dîroka cihanê de tomar kir. Şervanên xwendingeha Mezlum Dogan û Serok Apo vê carê wateyeke din dan “nasnameya îradeya mirovan”.
Bedelên berxwedana Kobanê wêranî, mirin, kuştin û şehîdbûna sedan şervan û azadîxwazên Kurd bû, lê ya girîng serkeftin bû û pêre jî hejmarên şikesta DAIŞ’ê li wira dan dest pêkirin.
Taboya wê hêza tevlihev li Kobanê hat şikandin û pozê bi erdê ve xûşiya. Destkefteke din ya vê şoreşa nû ew bû ku rewşa” hunera protestoyî” jî derbasî qonaxeke nûtir kir.
Destkeftên di qada siyasî, leşkerî û vê carê jî hunerî de ku di jiyana Kurdan de girîng, di mayîn û zindîmayîna hemû taybetmediyên me yên millî da jî tim xwedî rolekî erênî bûye.
Awaz û newayên ji bo Kobanê
Di hemû dîroka Kurdistanê de bawer nakim bi qasî ku stran û awazên xweş û xemgîn li ser berxwedana Kobanê hatine çêkirin, li ser bajar an jî devereke din a Kurdistan û heta cihanê hatibine çêkirin. Ji Kurd û efqanan bigire heta Fars, Tirk, ereb û heta ingilîzan jî navê Kobanê kirin mijara şano, nivîs, stran û awazên xwe.
Li vira tenê ez behsa çend nimune ji wan stranên ku li ser Kobanê hatine çêkirin, dikim: Hunermendê navdar Şeram Nazirî bi dengê xwe yê germ” lay, lay-lay kîjoley çaw kejalim” bi dîmenên keç û şervanên Kurd wek kilîp belav kir û wiha nivîsî: Ji şêre jinên Kobanê re pêşkêşe. Ji bîr nekin: Li her dera ku we dît dayîkek ji bo parastina zarokê dest avête çek û silahan, bi bawer bin ku mirovahî “di xeterê de ye”.
Strana yekê ku di destpêka pêşrewiya çeteyên DAIŞ’ê ber bi Kobanê ve bala her kesî kişand ser xwe “Kobanê îro xemgîn e” bû. Hevaleke gerîla û birîndar li ser textê mirinê ye û bi êşa ku di kirûşkên rû, eniya wê û hêsirên çavên wê de xuya ye, bi dengê xwe yê zîz peyamekê dide raya giştî û mirovên ku behsa mirovahiyê dikin:
“Kobanê îro xemgîn, hêsirê çavan dibarîne… Axxx Kobanê…”
Ew deng û dîmen pir belav bûn û dema ku talanker û xwînrêjên sedsalê gehiştin nava sinorê bajarê Kobanê, hingî her kesî zanî ka wê şêre keça çeleng behsa çi dikir û daxwazên wê ji me çi bûn. Dengê ku êdî ketibû nava axa sar, lê awazên wê man û yê bimînin.
Kobanê kirin qiblegeh û sicdegeheke pîroz
Xala balkêş di berxwedana Kobanê de ew bû ku şervanên Kurd li rex hemû kêmasî û îmkanên kêm yên şer û jiyanê, dema li pêşberî dijminê xwe bûn bi dengê teqîna çek û topan, dengê awazên xwe jî bilind kirin. Wiha bû ku morala wan bilind û ya dijmin jî şikandin. Navê hevalên ku li kêleka wan canê xwe ji bo azadî û rûmeta mirovahiyê dibexşîn, zû diketine ser lêvên wan.
Helbestên pircewher dibûne stran û stran jî bi awazên xweş dixemilîn û bi orkêstrayeke tije nalîn û kalîn a top û tifengan belavî nava gel dibûn. Wan deng û awazên tije peyam û wate di çavê xelkê de Kobanê kirin qiblegeh û sicdegeheke pîroz ku êdî rûyê her kesî ketibûyê.
Hunermenda şervan
Nêrgiz Kobanê şervaneke YPJ’ê ye. Ew bi dengekî ji dil û tije hisên birîndar li pişt eniya şer wiha dike qêrîn:
“Du şêran xwe berdan ji Gare û Qendîlê / Daketin Kobanê û Serêkaniyê
Du şêran xwe berdan ji Gare û Qendîlê / Daketin Qamîşlo û Serêkaniyê
Şer kirin dijî çetên Tirk û xayînan / Tirsa wan kete dilê dagîrkeran
Bijî şehîd Serhed, bijî şehîd Goran, bijî şehîd Lewend, dengê we nêye… Hêê…
Bijî şehîd Zozan, bijî şehîd Çekdar, bijî şehîd Eylem, li pê we tên em
Serêkaniyê ar pêdikeviye / Cîgera min şewitî natebitiye
Bi şehadetê dijmin tar û mar kirin / Serkeftin serkeftin kirin para me
YPG’ê tolhilda jiyan avakirin / Xwîna şehîd Ayhan li erdê nahêlin
YPJ’ê tolhilda dîsa bang kirin/ Xwîna şehîd Kendal li erdê nahêle hêê…
Bijî şehîd Diyar, bijî şehîd Rojan, bijî şehîd Kendal dengê we neyêye hêê…
Bijî şehîd Zozan, bijî şehîd Nejbîr li pey we tême…”
Ev stran bi serê xwe destaneke ku dikare bibe mijara filmeke sînema, şano an jî operayekê ku nav û fîdakariyên çend çeleng û lehengên Kurdistanê ji me re eyan dike. Ma huner ji vê bi watetir heye?
Hunermend Hesen Şerîf û Şeiban Silêman jî bi stranekê tabloyekî Kurdistanî radixin ber çavên me û Kobanê dixwazin ku nekeve û xewin û xeyalên dagirkeran berav bike:
Kobanê Kobanê sembola berxwedanê / Kobanê Kobanê xewna Ehmedê Xanî…”
Hunermend Şahîn Necefî
Hunermendê Îranî Şahîn Necefî li gel du hevalên xwe Şaho û Mecîd Kazimî li ser şerê ronahî û tarîtiyê li Kurdistanê wiha bangî gelên nava sinorên welatê xwe Îranê kir:
“… Herê destim lê mede gule giyan, destim lêdirawe
Le ser xakî Kobanê û Kurdistan şehîd kirawe
Role nîştiman çawî le rête, dayîkit hîway duwa rojî pête”
Ew ji zimanê dayîkên Kurd dawa ji zarokên Kurd dike ku hêvîyên xwe wenda nekin û di ber welat da bibine şervan û şehîdên dozê.
Ji bo bîranaîna şerê jinên Kurd
Ew şerafeta insanî li Kobanê bilind dinirxîne û wê stranê ji bo bîranîna ‘şêrejinên Kurd’ yên şehîd ku bi dilawerî şer kirin û bi pêşkêşkirina dilopên dawiyê ji xwîna xwe bûn parazvanên şeref û nanûsa Kobanê, Kurdistan û mirovahiyê li hemû cihanê. Di qada hunerê da navê Kobanê Kurd bêtir ji berê nêzî hev kirin. Kurdên Xorasan, Sine û Kirmaşan ku bi mezhebê xwe şîe, sunî, elewî û yarsanî ne jî li ser Kobanê stran gotin.
Yelda Ebbasî bû dengê Şîrwan, Quçan, Bicnûrd û hemû Kurdên Xorasanê. Wê bi dengê xwe yê şilik û herîrî wiha kire qêrîn:
Axxx de were lo, were lo hevalo hevalo… loy
Ax bizan hîn ji sa te heval im, eger çe je te dûr im, dest betal im
Axx ez jî le vira dilbirîn im, ez jî omreke bendeyê av û nîn im.
Nikarim sa te xelatekê bişînim lê lê… ax bibexşîn ji te dûr im, dest betal im”
Yelda di vê stranê da ku pêşkêşî Kobanê û Şingalê dike, bi bîra me tîne ku ew ji welatê xwe hatine dûrxistin, lê navê Kobanê û Kurdistanê tim li ser lêvên wan e.
Mamoste Seidulah Nesirî
Mamosta Seidulah Nesirî jî li bajarê Sine wiha li erdnigariya Kurdistanê digere:
Hezar sal e Kurdistan le cestey xiwên ebarê / Bo çî zalimî dunyast, alay nayête xwarê
Tu gula me Kobanê, tu çavê me Kobanê / Tu bajarê berxwedan, serhildan û jiyan î…”
Dîroka sedsalan gûherî
Navê Kobanê û şerê wira gelek pilanên gendel vala derxistin. Kena qeşmerên ehmeq, nûnerên padişahên Osmanî li wan kire hesret û girî. Pê re jî jiyana Kurdan a siyasî derbasî pêvajoyeke din kir û dîroka sedsalan gûherî ku hinek hêz û dewlet tim bi qedera me dilîstin. Zêdebarî vê yekê dewlemendiyek jî li ser hunera me zêde kir.
Ji ber wê jî, hezar silav li şeref, xîret û berxwedana we şervanên azadiyê, li hemberî dijminê ‘jîn û mayîna mirovahiyê’ bin.
KAKŞAR OREMAR