Li gel hemû zorî û zehmetiyan, zarokên ku diçin dibistanê, malên ku ji nû ve têne avakirin, danûstandina li dikanan û tembûra di destê ciwanan de nîşaneyên ji nû ve şînbûna Kobanê ne. 
Welatiyên ku vedigerin Kobanê, her çiqas ji kavilbûna mal û xaniyên xwe dilêş bin jî, ji ber vegera ser axa xwe pir kêfxweş in. Li Kobanê jiyan jî her ku diçe zindîtir dibe. Lîstikên zarokan ên li sikakan, çûn û hatina dibistanan, ji nû ve avakirina malan, dan û standina li dikanan nîşaneyên vê zindîbûnê ne. Ciwanên 15 salî yên ku tenbûra wan di destê wan de li ber avahiyên xwe yên kavil stranên şoreşgerî dibêjin, hem kêfxweşî û hem jî xemginiya wan di çavên wan de xuya dike. Welatiyên ku vegeriya Kobanê diyar dikin ku êdî çi dibe bila bibe ew nema ji axa xwe derdikevin. 





ERDOGAN ALTAN
/DÎHA/KOBANÊ