Ji bo pêşîgirtina li vîrûsa korona mîna Hewlêr û Silêmaniyê li Germiyanê jî ji bo 72 saetan qedexeya derketina derve hate ragihandin. Niha ji derveyî firne û dikanên fêkî her der girtîne. Ji saet 24.00’ê şeva borî ve bi biryara Rêveberiya Germiyanê li tevahiya herêma Îdareya Germiyan derketina derve hate qedexekirin û wê qedexe ji bo 72 saetan dewam bike.
Di çarçoveya qedexeyê de wê welatî nekaribin derkevin derve, biçin bajar û navçeyên din.
Li herêma Şengalê 3 leşkerên din yên Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine. Pêr jî leşkerekî din bi vîrûsê ketibû. Leşkerên ku bi vîrûsê ketine rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatî girtin doh 3 leşkerên artêşa Iraqê ku li herêma Şengalê peywirdar bûn û bi eslê xwe ji başûrê Iraqê ne, bi vîrûsa korona ketine û bi lez rakirin nexweşxaneya Mûsilê. Cara yekemîn pêr leşkerekî artêşa Iraqê ji nişka ve ketibû. Piştî rakiribûn nexweşxaneya Nehiya Sinûnê ya Şengalê, bi gumana xurt a vîrûsa korona bi lez rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê. Piştî wê çavkaniyên herêmî ragihandin ku 3 leşkerên din jî bi heman awayî bi gumana zêde ya vîrûsa korona bi lez rakirine nexweşxaneya Mûsilê.
ŞENGAL