‘Nexweşî çêdike’
Kalçik wiha got: “Dema ku di bajar de sobe pêdikevin hewa ewqas qirêj dibe mirov nikarin nefes bigirin. Dûyê ku derdikeve dibe sebeba nexweşiyan. Bi pîran re jî nexweşiya astimê çêdike. Zarok jî ji wê dumana ku ji komirê derdikeve bandor dibin. Di bin sebeba gelek nexweşiyan.” Kalçik balkişand, ku Wan yek ji navendên ku li Tirkiyê herî hewaya wê qirêjbûye û ewê weke ÇEVDER li ser vê rewşê rapor amade bikin.
‘Komir nayê şewitandin’
Serokê Komeleya Komirvaniya Wanê Hasan Sayhan ji li ser mijarê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ji aliyê Wexfa alîkariya civakî û piştevaniyê ve komirê ku tê belavkirin komira xirab û bê bûhaye. Dibe sebeba qirêjbûna hewayê. Komirê ku tê belavkirin ji bo tenduristiya mirovan rîskekî mezine û wiha axivî: “Kalorî û marqa li ser torbe nayê nivîsandin. Ji ku hatiye nayê zanîn.Tenê li ser torbe ‘bi pereyan nayê firotin’ dinivîse. Ji wê zêde tu zanîn nîne. Ji xwe komir nayê şewitandin û diçe çopê.” Seyan bi lêvkir ku, ji bo wan komuran li ceribandinan re derbasbikin serî li midurê derdor û navendê dan. Lê tu encam nehat girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Komirên ku belavdikin bi xwe jî lê na nêrin. Bê goman nirxek yê wan yê kalorî heye. Divê li wana bên nêrîn.”
DÎHA/WAN