Êşa Roboskî zindî ye
Komkujiya Roboskî ku di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de 34 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, yek ji trajediyên girîng ên dîroka Kurdan e. Der heqê komkujiya qetilkirina bi dehan sivîlan ji aliyê balafirên şer de, kesek bi tenê jî derneket pêşberî dadgeriyê. Êşa li Roboskî hînê taze ye. Tevî ku di ser re 2 sal derbas bûne jî Roboskiyî hînê lêgerînên xwe yên edaletê dewam dikin. Rojnamevana Holandî Frederîke Geerdînk a heman piştî komkujiyê çû Roboskî û li vê derê ji qewimiyan re şahidî kir, dema trajediya li Kurdistanê dît, li Amedê bi cîh bû. Geerdînk a li Amedê malek kirê kir û timî çû Roboskî bi hefteyan li wê derê bi malbatan re jiya, di ser trajediya Roboskî re pirtûka bi navê “De jongens zijn dood” (Zarok Mirin) nivîsand. Rojnamevan Frederîke Geerdînk du pirtûkan di nava du salên li Kurdistanê de nivîsand û Roboskî vegot.
Min xwest bibînim
Derbarê nivîsandina pirtûke wisa de rojnamevan Frederîke Geerdînk wiha got: “Heft roj piştî komkujiyê, yekemcar çûm Roboskî, bi tenê ji bo çêkirina nûçeyê. Min du gotar nivîsand. Lê di çûyîna destpêkê de bi tenê rojekê mam. Piştî ewçend şahidiyên li wê derê min xwest careke din biçim Roboskî. Ji ber ku min hînê baş fêm nekiribû. Gundiyan digotin ‘Ev ne qeza ye.’ Di mejiyê min de pirsan xwe dan der. Çima wê rojê, çima ev gund, çima li ser sînor bûyerek wiha hat jiyîn...û gelek pirsên mîna vê di mejiyê min de li benda bersivê man. Çima zarokên ewçend bi temenê biçûk qaçaxçitiyê dikin? Eger cerdevaniyê dikin çima di heman demê de qaçaxçitiyê dikin? Pirsgirêka Kurd, xizanî, qaçaxçitî, şer, ji Bejuh û Roboskî çawa tên dîtin? Min ev hemû meraq kir û li Roboskî vegeriyam.”
Roboskî pirsa Kurd e
Geerdînk diyarkir ku cara duyemîn dema çû hefteyek li Roboskî maye û bi vî awayî dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye û wiha pê de çû: “Destpêkê nêrîneke min a nivîsandina pirtûkê tinebû, bi tenê weke rojnamevanekê diçûm. Ji bo bizanibim û fêm bikim ka wê êvarê li wê derê çi qewimîn. Gelek caran çûm Roboskî û carna bi hefteyan li gel malbatan mam. Piştî salekê min fêm kir ka li wir çi qewimiye. Min ev fêm kir; komkujiya Roboskî û pirsgirêka Kurd di zikhev de ne. Qaçaxçitî, cerdevanî, xizanî, PKK, valakirina gundan, kuştinên kiryar ne diyar hemû li Roboskî hebûn. Min nekarîbû van hemûyan di gotarekê yan jî çend gotaran de bînim ziman. Lewma min ev hemû berhev kir û biryar da pirtûkê binivîsînim. Bi vê biryara xwe re jî li Amedê bicih bûm.”
Hurmet nîşanî wan didim
Rojamevana Hollandî tîne ziman ku beriya komkujiyê qet neçûye Roboskî, lî çûye bajarên Kurdistanê Amed, Mêrdîn, Wan û Êlihê. Geerdînk wiha got: “Min xwest hîn bi objektîf li bûyeran binêrim û rastiyan bibînim. Mînak; bi rêberekî ez çûm wê rêya qaçaxçitiyê. Di nîvê şevê de qaçaxçitî ji çiyê, ji sînor bi hêstiran dihatin. Ne dimeşiyan, mîna ku hemû dibeziyan. Ewçend bi lez dihatin, min nedikarî hilmê bidim û bistînim. Di rêya em tê re derbas bûn, ku li jorê me balafirên keşfê û li pêşberî me girên leşker lê ketibûn kemînê de, 34 kes bi bombebarana balafiran hatibûn kuştin. Tiştekî gelekî xetere bû. Piştî ku min ew xetere dît û jiya, bi rastî jî hurmetê nîşanî wan mirovan didim, hurmetê nîşanî hêstiran jî didim.”
Ne qeza bû
Derbarê pêk anîna komkujiyê de jî Geerdînk destnîşankir ku ev komkujî ne qeza ye, qaçaxçitiya li wir tiştekî nû nîne, karekî bi dehan salane tê kirin e. Geerdînk wiha got: “Qaçaxçî û leşker heman rêyê bikar tînin. Hûn rojnamevnên Kurd dibe ku rastiya herêmê baştir dizanin, lê weke rojnamevaneke Holandî diviyabû ji sifirê min destpê bikira, ji her tiştî re şahidî bikira û min bidîta. Eger lêkolîneke bi vî rengî ya cidî were kirin û rastî derkeve holê, hingî êşên ferdî, şîna heyî wê derkevin holê û gelê Tirkiyeyê rastiyê fêm bike. Lê bi qasî dibînim dewlet wê di vê mijarê de lêkolînê neke.
Pirtûka ‘Zarok Mirin’
Derbarê pirtûka xwe de Geerdînk ev agahî dan: “Ji 6 beşan pêk tê. Beşa destpêkê gelekî kurt e, bi tenê behsa bûyerên wê şevê li wir çi qewimîne dikim. Navê beşên din Gund, Gel, Çiya, Ax û Aso ye. Der barê Kurdan de min li gundan, bajaran û Enqereyê lêkolîn kir. Min raperînên Dêrsim, Şêx Seîd, Seyîd Riza xwend, hem nivîsên bi nêrîna fermî hatine nivîsandin hem jî bi nêrîna dijber hatine nivîsandin. Ji bo objektîf bim, min hewl da ji xwe re xetekê xêz bikim. Rojnamevaniyê dikim û aliyên dîrokî yên tiştên min dîtiye û şahidî jê re kiriye, min nivîsand. Roboskî di heman demê de cewhera pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku gund cihekî ku gundiyên berê gundê wan hatibû şewitandin û niha lê dijîn e. Li wê derê cerdevanî heye, qaçaxçitî heye, kuştinên kiryar ne diyar heye, PKK heye. Min ev vegot.”
NÛDEM ATEŞ/AMED