Hevdîtinên konferansa Cenevre 3 ya di 25’ê Çileyê de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê di navbera nûnerên mûxalefet û hikûmeta Sûriyeyê dibin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ji bo sekinandina şerê hindirîn ê zêdetirê 5 salane li Sûriyeyê dewam dike û pêşxistina çareseriyê bê lidarxistin, amadekariyên wê yên dawiyê berdewam in. Hemû alî yên ku ji bo di konferansê de mafê nûnertiyê bidest bixin hevdîtinan pêk tînin, niha li Cenevre kom bûne. Şandeya Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) ku PYD jî dinav de cih digire, niha li Cenevre hevdîtinên dîplomasî yên gerim dimeşîne.

 

Hîna ne zelale ka wê kî tevlî hevdîtinan bibin

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim ku der barê amadekarî û hevdîtinên di çarçoveya konferansa Cenevre 3 de ji RojNews re axivî, diyar kir ku heya niha ti encamekî zelal a wê kî tevlî konferansa Cenevre 3 bibin nîne. Mûslim diyar kir ku heya niha ti kes bi fermî nehatiye vexwendina konferansê û wiha got; “Di hevdîtinan de navê sereke nûnerê teybet ê NY yê Sûriyeyê birêz Staffande Mistura ye. Bi DYA, Rûsya û aliyên din re hevdîtinan pêk tîne. Di vê mijarê de hîna şêwirmendiya wan a li gel hev didome. Heya niha ti kesek ne vexwendine.”

Mûslim diyar kir ku hîna biryarek zelal a  wê kî li ser navê mûxalefetê tevlî hevdîtinên ji bo Cenevre 3 bibe nehatiye girtin û got wê piştî hevdîtinên wezîrên derve yên DYA, Rûsya û nûnerê teybet ê NY’ê De Mistura di 20’ê Çileyê de pêk bînin, wê hinek tişt hîn zêdetir zelal bibin.

Mûslim wiha berdewam kir; “Niha hêzên Riyada hene. Ew dibêjin ‘em bi tenê mûxalefet in’. Em jî mûxalefet in. Yên çareseriya Sûriyeya demokratîk dixwazin em in. Di nava mûxalefetê de jî komên wê yên cûda hene. Lê hîna der barê ka wê ji vane kîjan li ser navê mûxalefetê li gel rejîma Sûriyeyê rûne ser masê hevpeymanek çênebûye.”

 

Pêwistî bi biryarên bingehîn heye

Mûslim diyar kir ku ji ger Cenevre 2 a di 22’ê Sibata 2014’ê de hatî lidarxistin nekarî bigehe ti encaman, sedema wê ya bingehîn ji ber nebûna mafê nûnertiyê yê hemû aliyan di hevdîtinan de bû. Mûslim got divê di hevdîtinên Cenevre 3 de mafê nûnertiyê yê hemû komên etnîk û mezhebî yên weke Ereb, Ermenî, Kurd, Turkmen, Sûryanî yên Sûriyeyê hebe. Mûslim diyar kir ku divê hevdîtin li ser bingeha biryarên konseya NY’ê bi de, bên dayîn û wiha got; “Ya li Riyadê hat kirin ne rast bû. Ji ber ku hîna hinek hêz ji çareseriya siyasî bawer nakin.”

 

Ger MSD tevlî hevdîtinan nebe.. 

Mûslim diyar kir ku heya niha bi nûnerên teybet ê NY’ê yê Sûriyeyê Staffane Mistura û li ser heman mijarê bi nûnerên DYA, Rûsya û Îtalyayê re hevdîtin pêk aniye û wiha got; “Me ji wan re jî got ger hemû alî li dora mêzê nerûnin wê çareserî pêk neyê. Ya tê dîtin ew e ku rewşek qebûlkirinê heye. Êdî em jî nizanin ka wê çewan bê kirin û kî tevlî bibin. Em li benda biryara ew bidin in. Lê me tiştek din jî ji wan re got. Ger Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li rex mêzê cih negirin, wê demê her biryara were girtin wê me eleqedar neke. Êdî ev ji wan re maye.”


 Derbarê pênaseya terorê de

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim got ku di hevdîtina şandeya MSD’ê bi nûnerê Wezareta Derve ya Rûsyayê de der barê pênaseya terorê ya ku cardin ket rojevê de, heya niha hemfikirbûnek çênebûye û diyar kir ku li ser vê mijarê ev erk hatiye dayîna Urdinê, lê heya niha Urdin jî ne gihaye bibiryarbûnekê. Mûslim diyar kir ku di pênaseya terorê de li ser DAIŞ, Eniya El Nûsra yên weke wan ku girêdayî El Qaîdeyê de hemfikirbûnek heye, lê der barê hinek rêxistinên weke Ahrar El Şamê de hîna cûdabûnekî fikran heye. Mûslim di dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Hinek hêzên navneteweyî hene ku naxwazin hinek ji van rêxistinan weke rêxistinên terorê bidin nasîn. Bi teybetî jî ji ber xizmetê ji berjewendiyên wan re dikin wisa dikin. Di vê mijarê de Urdin jî hîna ne zelale û hîna biryarek misoger nedaye.”

Mûslim gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em dixwazin ku gelê me ji me bawer bike. Heya ji destê we me were em ê berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Çewan ku hemû kes berjewendiyên gelê xwe diparêze, em jî wê berjewendiyên gelê xwe bi parêzin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN