BARIŞ BALSEÇER

Hevserokê Giştî yê HDP´ê Sezaî Temelli ji bo ku li saziyên Yekîtiya Ewrûpayê hin hevdîtinan bike li bajarê Fransayê Strasbourgê ye. Ew beriya hevdîtinên xwe li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê beşdarî civîneke gel bû.

Temelli bal bire ser hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd. Wî got, nûnerên partiyên Başûrê Kurdistanê jî pê re ne ku şert e ji bo şer bi dawî bibe divê pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê bike.

Temellî di civînê de got, ji bo vê jî divê partiyên Kurd bên cem hev û tavilê Kongreya

Neteweyî pêk bînin. Sezaî Temellî mixabina xwe pê anî ziman ku di hevdîtinên li Başûr de wan dîtiye hîna şert û merc ji bo Yekîtiya Neteweyî zehmet in.

Sezaî Temellî got, sedema sereke ya şerê heyî pirsgirêka Kurd e û gelê Kurd di serdema desthilata faşîst a li Tirkiyeyê de têkoşîneke mezin kiriye: “Ji ber ku gelê Kurd têdikoşe, derdorên din rabin têkoşînê nekin yan jî dev ji têkoşînê berdin, hingê faşîzm wê berê şideta xwe bi temamî bide hemû derdoran.”

Hevdîtinên li Parlamena Ewrûpayê

Hevserokê Giştî yê HDP´ê Sezaî Temellî û heyeta pê re wê Parlamena Ewrûpayê (PE) bi komên siyasî re û bi Koma Dostaniya bi Kurdan re hevdîtina bike. Heyet wê bi beşdariya komên cihê yên li PE´yê daxuyaniyekê jî bide çapemeniyê.

Heyet û Temellî wê 18´ê Îlonê (îro) li Dayreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) rûniştina doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP´ê Selahattîn Demirtaş jî bişopîne.