Navenda Çanda Mezopotamyayê ku 29 sal in xebatên çand û hunerî bi rê ve dibe li navçeya Esenyurta Stenbolê dê konserê li dar bixe.
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku 29 sal in bê navber xebatên çand û hunerê Kurdî bi rê ve dibe, di 10’ê Çile de saet di 19.30’an de li Navenda Çandê ya Şaredariya Esenyurta Stenbolê konserekê li dar dixe. Hunermend Nurcan Demîrcan, Serhat Kural, Rûken Yilmaz û Weysî Ermîş dê derkevin ser dikê û hunerê xwe pêşkêşî temaşevan û guhdaran bikin.
Bilêtên konserê li avahiha NÇM’ê ya li Taksîmê, li Navenda Çanda û Huner a Golge ya li Esenyurtê û li Demxaneya Herdem a li Şîrînevlera Stenbolê tên peydakirin.
MA/STENBOL