Konferans li du qisman dabeşkirî pêk hat. Di qismê yekem de bi moderatoriya endamê Kurd-Akadê hiqûqnas Mazlum Ayalp bi gotarên Dr. Kenan Engîn li ser sedemên pêlên mezin ên penaberiyê ku şerê li Sûriyê bûye sedem û ya Dr. Luqman Turgut li ser pirsgirêka Kurd û meseleya penaberiyê bi rê ve çû. Nivîskara me Dersim Dagdeviren li ser navê amadekarên konferansê bi xêr hatina mêvan û beşdaran kir û YXK´ê jî li ser mijarê helwêsta xwe bi gotarekê diyar kir û helwêsta hikûmetên Ewrûpî û nexasim Elmanyayê ku li ser meseleya penaberan bi Tirkiyeyê re bazareke xirab kiriye û çavên xwe li dîktatoriya AKP´ê girtiye, rexne kir.    


Çareserî federalîzmeke lihevkirî ye

Di serî de Dr. Kenan Engîn ê li Instîtuya Koçberiyê ya Bonne´ê lêkolîner e, di gotara xwe de îşaret bi pêkhatina bereyên cihê yên şer, tesîra wan li ser pêlên koçberiyê kir. Engîn behsa wê yekê kir ku mirov dikare behsa 3 pêlên koçberiyê bike û ev pêl weke pêla yekem ku esasen li nava Sûriyeyê pêk hat, pêla duyem ku esasen ber bi welatên cîranî Sûriyeyê pêk hat û pêla sêyem ku ji ber bêhîvîmanê berê xwe da welatên Ewrûpayê bi nav kirin. Engîn di gotara xwe de çareseriyeke siyasî ya li Sûriyê weke yekane çareseriya mayînde ji bo pirsgirêka penaberiya ber bi Ewrûpayê ve ji Sûriyê pênase kir û got, li gorî wî çareseriya herî maqûl ew e ku sê aliyên sereke li ser federalîzma li Sûriyê li hev bikin, tevî hêzên navneteweyî yên ku di pirsgirêkê de xwedî dewreke diyarker in.     


Desteka demokratîkkirina sîstemên siyasî yên heyî

Dr. Luqman Turgut jî behsa “pirsgirêka Kurd” kir, îşaret bi wê yekê kir ku di rastiyê de pirsgirêkên Kurd ên cihê ên çêkirî hene di çarçoveyên siyasî û civakî ên cihê de û di koka van pirsgirêkan de li aliyekî projeyên emperyal ên dabeşkirina erdên Osmaniyên berê û projeyên netewe-dewlet ên dewletên nû pêkhatî bi hev re xwedî dewr in, ku ji ber wê yekê ku sîstemeke siyasî û civakî ya ku meydaneke azadiyê bihêle ji nasnameyên cihê yên neteweyî, etnîk, dînî û civakî. Turgut weke çareseriyeke mayînde jî îşaret bi projeyên demokratîkkirina dewletên heyî û berfirehkirina derfeta û keysa xwebirêvebirina pêkhateyên civakî kir. Wî ji bo vê jî girîngiya modela li Rojava weke mînak nîşan da û got, em destekê nedin projeya siyasî jî divê em destekê bidin armanca demokratîkkirina sîstemên siyasî yên heyî.


Penaber bi xwe jî peyivîn

Di qismê diduyan ên konferansê de Cîhgirê birîveberê giştî yê rêxistina civaka sivîl a elaqedar e bi meseleya penaberiyê re Pro Asylê Bernd Mesovic û parlemantera meclîsa eyaleta Hessenê ji partiya Keskan Murvet Ozturk bi moderatoriya Dr. Dersim Dagdeviren peyivîn. 

Beriya wan penaberê ji Sûrî yê bi navê Xalid behsa pêvajoya hatina xwe ya Elmanya kir û projeya xwe ya şopandina kesên bi kelekên plastîk ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê dibin, da nasîn. Xalid got, “Ev rêwîtiyeke gelekî bi tehlûke ye, û bi vê projeyê alarma kelekan, kesên li aliyê Tirkiyeyê têkiliyê bi wan re datînin, û heke anormaliyek biqewime ew ji bo rizgarkirina wan ji deryayê têkiliyê bi pêwendîdarên li Yewnanistanê re datînin. “


Bêberpirsiyartiya organîzekirî

Bernd Mesovic di gotara xwe de îşaret bi kêm mana amadekariyên fermî yên hikûmeta Elman kir, lê got, gelek komun û şaredariyan karîbû bi serê xwe bi organîzekirina alîkariya dildarî di bin barê pêla penaberên nexasim ji Sûriyeyê rabin. Wî got, li hemberî hewaya negatîf jî pirraniya civaka Elman di hewandina penaberan de dilxwaz e û mixabin hilbijartin dikin ku gotarên populîst ên rastgir derkevin pêş, tevî ku di rastiyê de bi tenê guhê hindikahiya civaka Elman li wan bel e. Mesovic behsa bêberpirsiyariya bi dîqqet a rayedarên hikûmeta Elman kir û got, hikûmet nexasim di meseleya penaberan de weke ku gelekî bêberpirisyar be tevdigere, lê ev bêberpirsiyartî diyar e baş organîzekiriye û armanca wê qismî ew e ku penaber eziyetê bikişînin û bi xwe Elmanyayê bi terikînin. 


Eybeke mezin ji bo hiqûqa Elman 

Parlemanter Murvet Ozturkê jî got, helwêsta destpêkê ya hewandina penaberan helwêsteke rast a hikûmetê bû, lê belê paşê ev hewa hat berepaşkirin û bi pêşniyazqanûna penaberiyê ya 1´ê ku hat qebûlkirin û ya 2´yê ku di pêvajoya qebûlkirinê re derbas dibe, derbên mezin in li mafê penaberiyê û eybeke mezin in ji bo hiqûqîbûna dewleta Elman. 

Di minaqeşeya dawîyê de bi beşdariya her çar pêşkêşkarên gotaran û moderatoriya endamê Kurd-Akadê Cihan Unlubayir de fikra hevpar a ku dibêje, dibe ku hikûmeta Elman li ser pirsgirêka penaberan bi Tirkiyeyê re bipeyive, lê dema vê dike divê mafê mirovan, û pîvanên siyaseta exlaqî li pêş bin û mirov xwe li ber Tirkiyeyê qels û bêderfet nîşan nede derket pêş. Li ser çareseriya mayinde jî beşdar li ser wê yekê bi tifaq bûn ku çareseriyeke siyasî ya xwe disipêre diyalogê û demokratîkkirina sîstemên heyî dikarin bi dewreke sereke rabin û ev çareserî dikare bi formên federalîzmê yan jî şêwazên din ên xwerêveberiyan jî pêk were.


LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT