Li Rojavayê Kurdistanê "Meşa Înê" ku her hefteyê bi druşmeyekê tê lidarxistin, wê vê hefteyê bi diruşmeya "Kurdî zimanê me yê fermî ye" bê lidarxistin. Meş, bi minasebeta destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê wê li bajarên Qamişlo, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Amudê, Tirbespiyê, Hesekê, Kobanê û Tiltemir bêne lidarxistin.
Di meşan de wê li ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê bê rawestîn û bang li gel bê kirin ku zarokên xwe bişînin dibistanên ku perwerdeha bi zimanê kurdî tê dayîn.
Li 20 dibistanan dersên kurdî
Li Rojavayê Kurdistanê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ewê di rewşa heyî de amade ne li 20 dibistanên seretayî perwerdeya bi temamî ya Kurdî bidin. Her wiha, li Qamişloyê mamosteyên ku heta niha li dibistanan dersên Erebî didan, ji bo bikarin heman dersên xwe bi Kurdî bidin, dest bi dewreya hînbûna Kurdî kirin. Li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê û Helebê xebatên ji bo perwerdehiya bi Kurdî bi lez û bez didomin.
ANF/QAMIŞLO