Piştî ku rayedarên dewleta Tirk nûçeya şewata li Îmraliyê belav kir, parêzerên Rêber Apo miracaet kir da ku muwekilê xwe Ocalan û girtiyên li cem wî bibînin.

Parêzer, kurdistanî, saziyên Kurd dibêjin, ew baweriyê bi dewleta Tirk nayînin û ji bo cih ji fikaran re nemîne, divê tavilê malbata Ocalan û girtiyên din û parêzer karibin wan bibînin.

 Kurdistanî nexasim li Rojava û Ewrûpayê ji bo tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe, parêzer û malbat karibin wî bibînin û ew fizîkî bê serbestkirin, daketin meydanan.

Li Girava Îmraliyê ku Rêber Apo ji Bêbextiya Navneteweyî ya 15´ê Sibata 1999´an ve lê ragirtî ye, nûçeyeke ku rayedarên dewleta Tirk belav kir, kir ku Kurd li ser agir bin. Rayedarên dewleta Tirk îdîa kir ku li giravê agir bi daristanê ketiye. Li ser vê yekê Kurdistaniyên li çar aliyê Kurdistanê rabûn ser piyan û çalakiyên protestoyî organîze kirin. Wan xwest tavilê destûr bê dayîn da ku parêzer Ocalan bibînin. Çalakiyên Kurdistaniyan li Rojava û Ewrûpayê nexasim zê de bûn.

Rayedarên Tirk nûçe belav kir û got, li Girava Îmraliyê ku Abdullah Ocalan lê ragirtî ye, agir bi daristanê ketiye. Li gorî agahiyên wan dayî, doh serê sibehê şewata li Îmraliyê dest pê kiriye. Heman rayedaran îdîa kir ku vê zivistana hanê agir bi daristanê ketiye û xebero ji ber bayê lodosê jî mezin bûye. Rayedarên Tirk bi hûrgulî jî behsa hewldanên vemirandinê şewatê kirin. Rayedarên dewleta Tirk, wezîrê karê hundir jî di navê de îdîa kir ku ti rewşa tehlûke nîne ji bo hepsê, lê aliyê Kurd, parêzer û Kurdistanî baweriya xwe bi delwetê naînin û dixwazin tavilê malbat û parêzer karibin biçin Îmraliyê.

´Divê em biçin Îmraliyê´

Hema piştî belavbûna nûçeyê Parêzerên Rêber Apo, ji bo ku muwekîlê xwe bibînin miracaetî Wezareta Daê ya dewleta Tirk kir. Ji parêzeran Raziye Turgut, Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica û Îbrahîm Bîlmez ji wezaretê xwestin da ku bi rewşa miwekilê xwe zanibin, bihêle ew biçin Îmraliyê û Ocalan bibînin. Parêzeran di miracaeta xwe de got, “Em ji 7’ê Tebaxê ve bi ti awayî ne dikarin bi miwekilê xwe re hevdîtinê bikin û ne jî bi amûrên ragihandinê yên wek name û telefonan agahiyê jê wergirin û yan jî agahiyê bigihîninê. Vê şewata awarte bi awayekî cidî hem em û hem jî malbatên miwekîlên me xistine nava fikaran. Di serî de rewşa tenduristî û şertên girtîgehê yên miwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hîn bibin û ji bo ev metirsî ji holê rabin, em dixwazin demildest ev daxwaza hevdîtinê pêk were.”

Buroya parêzeran, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî daxuyaniyek da û xwest parêzer tavilê biçin Îmraliyê. Buroyê got, “Haya me ji miwekîlê me yê li Girava Îmraliyê nîne. Ji ber vê yekê li ser mijara şewatê agahiya me nîne û me ji çapemeniyê agahî wergirtine. … Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Divê her kes bi rengekî cidî nêzî her nûçeya têkildarî şert û mercên tecrîdê bibe. Divê em tavilê biçin Îmraliyê.”

Heta hevdîtin pêk neyên gotinên hikûmetê pûç in

Li aliyê din saziyên Kurdistanî yên li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê jî daxuyanî dan û xwestin tavilê malbat û parêzer karibin biçin Îmraliyê û Rêber Apo bibînin, ji hal û rewşa wî agahdar bibin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke hevpar da û got, “Divê malbat û parêzerên Ocalan û girtiyên din biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin, divê bi awayekî lezgîn Ocalan û girtiyên din neqlî cihekî din bên kirin. Daxuyaniyên têrker tenê piştî van hevdîtinan dibe di cih de û guncaw be. Heta ev hevdîtin pêk neyên, daxuyaniyên hikûmetê hemû wê kêm bimînin û tewş bin.

Tecrîda ku demek dirêj e dewam dike bi vî awayî êdî nameşe. Tecrîda 21 sal e li dijî birêz Ocalan tê meşandin, êdî nayê qebûlkirin. Pêwistiya gelê me ne bi kaos û fikarê, bi hêviyên jiyanê ya nirxên civaka demokratîk heye.”

KCDK-E, TJK-E´yê jî bang li kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên Kurdan kir da ku dakevin meydanan û ji bo ku hevdîtin bi Rêber Apo re bibe, çalakiyan bikin. Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê jî bangeke bi heman rengî kir.

Rêber Apo serbest bikin

Kurdistaniyên li Rojavayê Kurdistanê, li bajarên weke Qamişlo, Tirbespiyê daketin meydanan û doza rakirina tecrîdê û tavilê pêkhatina hevdîtinên bi Rêber Apo re kir. Şêniyên weneyên Ocalan jî rakirin. Çalakiya li Qamişlo li ber avahiya nûneriya Neteweyên Yekbûyî pêk hat. Wan xwest tavilê malbat û parêzer karibin Ocalan bibînin.

Li Ewrûpayê jî di serî de Elmanya li bajarên gelek welatan Kurdistanî daketin meydanan û doza serbestkirina Ocalan û tavilê pêkhatina hevdîtina pê re kir. Doh li paytexta Elmanyayê Berlîn, Koln, Munster, Dusseldorf, Duisburg, Bonn, Bielefeld, Monchengladbach, Dortmundê, li bajarên Swîsreyê Basel û Bernê jî çalakî çêbûn.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN