
Lê dema min lêkolîn kir, min dît ku hinek temen mezin di nava gotinên xwe de dibêjin: ”Lek-Ler-Lar” ve yekê bala min hîn zêde kişand ser wan. Dîsa min dît ku ew Kurd li gelêk cihên cihanê belav bûne. Lê nuqta balkêş û ya herî zêdê min jê hezkirî jî ew bû ku mezinên wan gundiyan ji bo nijada xwe digotin: “Kurdî” û bo zarava xwe jî digotin: “Kurdekî”. Hinek kes ji dibêjin: ”Şêx Huseynî” an ”Şêxuzuni”… Li gorî lêkolînên min kirî, ew beşa Kurdan demêkê di nava Pezgewran (Akkoyunî) de jiyane û dibe ku ew navê ”Uzunî” ji serokê wan Uzun Hesen jî girtibin.
Lekistan/Herêma ku je belav bûnî:
Hinek dîroknivîs Lekistanê bi vî awayî terîf dikin. Di pirtûka bi navê ”Qewmê Lor” de wiha tê nivîsandin: "Ji cihê ku Lek lê dijîn re Lekestan tê gotin; di navbera bakurê rojavayê Loristan (-xelkê wê- li sê navçên mîna Horru, Selsele, Delfanê dijîn), Kurdistan, Ezerbeycan û Farsistanê ve cîran e. Îlam, Lûmar (Şîrvan Çardavol), Mehran, Nehevand, Melayar (ji % 50 lek in), Hurremabad (%40 lek in) û Burucerd jî dikeve nava Lekestanê.” Cografyazan Yakût jî dibêje: "Li çiyayên Isfahan û Xuzistanê qebîleyeke Kurdên bi navê al-Loriya dijî." Bi vî awî em dizanin ku Loristan-Lekestan welatê Şêxbizinan yê kevn e. Ew kevnbûn jî diçe heta bi hezaran salan . Wekî Şerefname û Şahname jî didin xuyakirin, berî hezaran salan Kurdên wir kalên Loran, Lar bûne.
Ew konfederasyon li hinek bajarên Kurdistanê ye wiha belav dibe; Xaneqîn: Şêx Bezinî, Palanî, Sûremirî (Kelhorî, Totik, Memecan, Eyne, Anterî), Bacillan (Cumur, Kazanlû), Kahur, Geze (Sadaleguha, Baramserkala) hene. Li Hewlêr û Kerkûkê jî êla Şerefbeyanî heye.
Bi gelêk mînak û belgeyên din mirov dikarê îsbat bikê herêma ku ew jê belav bûyî başûrê û Rojhilatê Kurdistanê an jî Lekistan e.
Cihên ku îro lê belavbûnî:
Nayê zanîn, lê Kurdên bi zaravayê Lekî diaxifin ji Xelica Fars heta bi Gîlan (Mekarud, Tildere, Kecur, Kelardeşt, Geykelaye.) ji wir heta Erzirûm (Oltu-Topkaynak, Guzelsu). Narman-gundê Koçkaya, Sabanli, Veysor. Tortum-Taşoluk, Hins), Ji wir heta Adapazari (Akyazi) ji wir jî heta Reqa û Hemayê belav bûnê. Wekî din, li Bayburt, Mûş, Ixdir (Aralik, gundê Babacan), Wan (Erciş û gundên Keklikoava û Tekler), Elezîz, Meletî, Semsûr (Kolik), Amed (gundê Şêyhkent), Tokat (Turhal gundê Kuşaturagi), Trabzon, Sinop (Boyabat, gundê Binerli, Saraçay, Yeşîlyurt, Gûmûş, Bayramca û Akarsu), Karabuk (-Navend, Safranbolu, Cumayani), Samsun (Bafra-gundê Dededagi, Havza-gundê Çeltek, Paşapinari), Dûzce (Taxa Camikebir û gundên: Bahçe, Ballıca, Paşakonağı, İçmeler, Tınaz, Mamure) Kastamonu (Araç), Çankırı, Çorum (Kargi, Laçîn, gundên Çamlipinar, Karasoku, Alahaci, Osmancik), Amasya (Suluova, Merzifon), Nevşehir, Konya (Gundên giredayî Kulu: Canımana, Dipdede, Karacadere, Soğukkuyu), Enqerê (Haymana 33 gund), Riha (Siverek, gundê Daragon). Kizilkoyûnlûyên Lek li Rihayê li gundên mîna: Kizilca, Guneyvîrani, Kaab Dexîrmenî, Gobeklerê bi cih kirin. Li gorî lêkolînên li ser wan şopa van Kurdan a (heger ne dimilî bin) mirov li Macaristan, Romanya û Çekê jî dibîne. Ji ber wê yekê mirov dikarê bibêjê ku Kurdên herî zêde belav bûyî ew in. Ewliya Çelebî dibêje: "Ew ji ber êrîşên Asûran hatin Anadolê û Qefqasyayê; beşek ji wan derbasî bakûrê Qefqasan bû, bi artêşa Atîla re heta Macaristanê çûn. Lewra li Macaristanê êlên Kurd û Tirkên ku nav danî cihan de Keleha Lek jî heye.”
Yên li navênda Anadolê dijîn:
Yên ku mişextî Anadolê bûnî di nava xwe de wiha beş dibin: Kerkuki-Lek li rojavayê Haymana, li gundên mîna: Derekoy, Mandira, Durutlar, Sarigol, Erif, Kayabaşi û Yaylabaşi dijîn. Yên ku wek Ler xwe binav dikin jî li gundên mîna: Evliyafaqi, Yaprakbayirê dijîn. Ew wek Kelatî, Xewend û Jîrkî jî tên binavkirin. Îhtîmaleke mezin e ku ew nav yên cihên herî dawî jê hatî bin. Lewra Kelat bajarekî li Xorasanê, Jîrkî jî li Hekariyê cihê êla Jîrkî ye. Bi wê ve girêdayî bi yên li Yenîcê (Sindiran, Gozgoz) re jî Palanî tê gotin ku ji Paluya Elezîzê hatine. Yên li gundên mîna Bostanhoyuk, Sazê, Yergom, Yeşîlkoy, Canimana, Dipderê, Kîlîsê û Ewliyaçeşme re jî Silenî tê gotin. Dibê ku ew navê şexsekî an jî navçeya Amedê Silevanî be. Yên li Adapazari-Gumuşova-Akyazi dijîn xwe wek Ler dibînin. Gundên wan ev in: 1. Bêdil Îsmo 2. Yortan (Yuksel) 3. Teke Tapan (Çeşmebaşi). Yên ku xwe Caf dibînin jî wiha ne: 4. Hecî Îwîşgel (Kum Kopru). 5. Kûtîpingal (Yazili Gurgen). 6. Potûklar. 7. Kûzîlixê (Kuzuluk). 8. Caf (Caferanli). Yên li Duzcê-Bolû yê jî li taxa Duzcê yê bi navê Camîbekîr bi temamî Ler dijîn. Gundên giredayî Duzceyê ku koma Caf lê dijî jî ev in: 1. Balica. 2. Bahçe. 3. Paşa Konaxi. 4. Îçmeler. 5. Tinaz. 6. Mamûrê. Di nava Federasyona Cafê li Başûrê Kurdistan jî êlêka bi navê Şêxbezeynî heye.
Sedêmên belavbûna Lekan:
Piştî gelê cihû, miletê herî zêde belav bûyî Kurd in û di nava Kurdan de jî yên herî zêde rastî vê keresatê hatî jî Kurdekîaxêf in. Mirov dikare sedêma belavbûna wan di bin çend xalan de binirxînê. Ya yekêm, nebûna yekîtî, nakokî û şerên navxweyî. Bi taybetî jî şerên di navbera Lora mezin û ya biçûk de û şerên desthilatdariyê. Ya dûyêm, Kurdên Lek sunnî yên ji mezheba şafîî ne. Di navbera Osmaniyên sunnî û Safeviyên şîîa de man. Yên sunnî piranî bûn alîgirên Osmaniyan û yên din jî bûn alîgirên Safeviyan. Ya seyêm jî, dijminatiya Osmaniyan ya li dij Kurdan e. Osmaniyan Kurd hertim ji xwe re wek tehlûke ditîne, ew sîstamatîk belav kirine. Ew polîtîka di dema Komara nû de jî dewam kiriyê heta roja îro. Piştî van polîtîkayên qirêj Lekên derveyî Haymana û Polatliyê ji kurdîtiyê dûr ketin û li gelek cihan em dibînin ku ew dibin bandora nijatperestên Tirk de mane û bûnê alîgirên Partiya nijatperêst MHP´ê
Dîroka hukm, sirgûn û barkirinê
Gelêk belgê û jêder hene ku warê Lekan aşkerê diyar dikin; ya herî balkeş a Ibn Hawkal e: "Loristan cihekî dewlemend e ku kurd lê dijîn. Gurgîn Mîlad ku di meydana ceng û şeran de tekemêr, çavnetirs û di merdîtiya xwe de bêmîsal bûye Kurd e û nêzîkî 4000 salan e neviyên wî di wîlayeta Lar û Fars de fermanrewayên serbixwe ne." Di wê yekê de şik û guman nîne.
Dîroka Piştî zayînê (pz):
Lêkolînên li ser derketina yekem a lekan ya ji Lekistanê yên bi temamî mirov ji wan piştrast be, nînin. Lê mirov dikarê di çend qonaxên dîrokî de wê yekê texmîn bike. Qonaxa yekem, em ji Îbn Batûta dizanin: "Mîrên Lor, ji Loristanê êla Şûlan qewitandin û ew çûn Farsê." El-Omerî jî dibêje: "Şûlan bi Şebankaran re têkiliya xwe pir nêzîk hebûn." Şeban an jî Şivankaran navê din ê Şêxbizinan e. Piştî salên 1156´an giredayî Selçûqiyan, li Loristanê Husameddin Şûhlû dibe desthilatdar. Piştî Şûhlû, Şuca’eddîn Xurşîd bû hakimê Lora Biçûk. Xurşîd, herdû kurên xwe şandin ser êla Cengrûyî-wîlayeta Simhayê. Dema herduyan Kela Reş dorpêç kir, Heyderê Xurşîd hate kuştin. Xurşîdê bav, sond xwar ku kesek ji vê êlê sax nemîne; bi ser wê de hemûyan malên xwe bar kir. Ev weke alternatîfa yekem a koçberiya Şêxbiziniyan diyar e.
Dîrokzanê Tirk Seferoglu jî dibêje: "Bi pêşengiya Kurdên Fazlûyî ji Sûriyê koçkirî, li rojhilat û başûrê Gurcistanê sala 1155´an Lora Mezin hate damezirandin. Bi hatina êlên Kurd û Erebên mîna Bextiyarî, Haşîmî bi hêz bûn û heta sala 1423´an mîrîtiya xwe dewam kirin. Dibe ku lekên îro li Gîlanê beşek ji wê serdemê de mabin. Li gorî ”Tarîhî Alem Ara” Lek, bi fermana Şah Ebbas li Loristanê bi cih bûn. Êla wan a bi navê Silsila berê li rojavayê Kirmanşah-Mahidestê rûdinişt. Rabîno jî dibêje: Şah Ebbas, ji bo ku hêza Welî Hasîn Xan bişkîne Lek ji Qefqasya anîn û li bakûrê Loristanê bi cih kirin. Di dema Qaçaran de gelek êlên Lek belav bûn; Zend hema hema ji holê rabûn.
Kurê Tîmûr Şahrûx bi leşkerekî pir sala 1427´an hate ser Loristanê û dawî li hikûmeta wan anî. Li Loristana Biçûk jî sala 1502´an Şah Ristemê Xurşîdî bû serokê hikûmetê. Osmaniyan bi Safeviyan xwestin ku ew hevalbendiya wan bike. Wî jî hevaltiya Safeviyan hilbijart. Wek tê zanîn ew şafîî bûn. Sala 1576´an Şah Ristemê III bû serokê Loran û bi Siltanê Osmaniyan Mûradê III´an re hevkarî kir û bi hev re li dijî Safeviyan şer kirin. Lorên Biçûk 487 salan hukimdarî kirin, lê di dawiyê de nekarî xwe li hember dijmin biparêzin û hilweşiyan. Di sala 1682´an de dawî li hukimdariya wan hat. Îhtîmaleka mezinê ku di dema Şah Ristemê III an de jî hinek kurdên Şêxbizinî koç kiribin; ew alternatîfa diduyan e.
Di deftera Osmaniyan tahrîr-nifûsa ji sala 1539 an de mayî dinivîse, ku Şêxbizinî ji Kastamonûyê heta Erzirûm-Otlûyê bela wela wek koçeran dijîn. C. Turkay dinivîse, ku Lekvanik-Lek-Farsah-Varsak-Şêxbizin di salên 1600´î de li Çorûmê dijîn.
Wek şahên Îranê Lek
Kerîm Xan Zend sala 1758´an bi hikûmeta navendî ya Îranê re şer kir û dewlet têk bir. Xwe wek wekîlê Şah ragihand û bi vê re dewleta xwe îlan kir. Dewlet di alî aborî, huner, tîcaretê de gelek bi pêş ket û gelek êlen Kurd jî li Şîrazê bi cih kirin. Lê sala 1789´an de Xan ji nişkave mir û di navbera kurê wî Abdul Fetah û serleşker Alî Murat de şerê hundirîn derketin. Bi ser wê aloziyê ve Axa M. Qaçar jî ji hepsê revî û çû Mazenderanê, bi Kurdên wir re êrîş kirin. Leşkeren Qaçar, Şîraz wêran kirin û şewitandin; çavên 20 hezar kesan kor kirin, sala 1794´an. Gelêk Şêxbizinên li navênda Anadolê dibêjin: "Em Şîrazî ne" dibe ku beşek piştî wî şêrî hatibin.
Di sala 1797´an de Bayranvendî û Bacîlanî li hember malbata Qaçar, li dora Muhammed Xanê Lek Zend civiyan û ketin raperînê ku dewletê ji dest bigirin. Şahê Qaçar, Axa Muhemmed Xan Zendiyên Gayenî, êlên mîna Sedvend, Ebûlmelikî, Kelhor, Leşenî û Korzobar ajotin navbera bajarê Qûm û Sava. Di wê demê de Lekî hema hema ji holê rakirin û hemû belav kirin. Li Kirmanê, li dora bajarê Sicanê Afşar û Lek hîna dimînin.
Li erdên Anadolê Lek
Di sala 1691 an de osmanî fermanekê derdexin Şêxbizina bi Reşiyan (Ji Semsûr û Meletî) ve tevhev û bi darêzorê wan li Reqayê bi cih dikin. Ew sala 1697´an vegeriyan, beşek ji Lekan çû Edenê û çiyayê Anavarzê. Wê demê em dibînin ku çar berên wan hene: 1. Heciyan. 2. Akbaş: Ji Rakkayê hatin Anavarza-Edenê, lê dewletê sala 1699´an de ew dîsa şandin. 3. Kizil Koyûn: Kizilkoyûnlû yên girêdayî Lekvanik, sala 1721´ê di navbera Îznîk û Sapancê de bi cih kirin; paşê li Qeremursel rastî hinek êlan hatin. 4. C/Kirinti. Yên li Edene-Kozanê niştecîh gundên xwe ev in: Aslanli, Hayvali, Hecîler, Uçdût û Hamam in. Gelê wir dibêje: "Em ji Xorasanê hatin û navê me Kurdên Lek û Kirinti ye". Di belgeyên dîrokî de bi navên: "Lekwanik Ekradi", "Lekwanik" û "Tedavîî Kirinti û Heciyan" sê camaat derbas dibin. Li Xorasanê: Nadir Şah çend êlên Lek û Lor li Deregez, Destger û Kepekan bi cih kirin. Li Tehran-Veramînê Lek hene. Dibe ku ewên li Edenê ew bin.
Bersiva fermanê berxwedan e
Dulqadirên Kurmanc li navbera Kinik û Berendiyê bi cih hatibûn kirin ku baca xwe bidin, lê wan qewlê xwe neanîn cih û bi Lekvanik ve bûn yek û li Kurt Kulaxiyê êrîşê Îsmaîl Paşa kirin û malê wî talan kirin. Fermana li ser wan wiha ye: "Kozanoglûyê li Mereşê niştecîh re hukim e! Berendiyê ji êla Kinik ên li D/Zulqadir rûdiniştin û bi çandiniyê re mijûl in ji deh salan û vir ve ew baca xwe nadin û bi mafê xwe ne razî ne. Li wê herêmê, ew talanê dikin û mirovan dikujin. Wan bi Ekradê Lekwanik re îttîfaq kiriye û li herêma Kurd Kulaxi êrîşî Îsmaîl Paşa kirine û ceseret dane rêbiran. Waliyê Qeremanê Hesen Paşa ji bo wan ceza bike hatiye wezîfedarkirin. Tu jî meriyên xwe bi çek heyne û here alîkariya wî", sal: 1118´ên hicrî, teqabulî 1705´an dike.
Li gorî gerokên Rojavayê Niebuhr, Lekvanik sala 1766´an li Sêwas û Enqere 1000 kon bûn.
Di roja îro de Lek-Şêxbizinên li bakûrê Kurdistanê bi piranî bi zaravê xwe deng dikin, lê asîmîlasyon ketiye nava wan jî. Beşên li dora Behra Reş û Erzirûmê dijîn mixabin hinek jê bûnê nijatperestên Tirk. Bi taybetî yên li dora Enqerê-Haymanê niştecîh niha di lêgerîna ser koka xwe de ne û beşêk ji wan bi hukûmeta başûrê Kurdistanê re ketiyê nav tekîliyê û dixwazin vegerin Xaneqîn û Kerkûkê. Xebateka siyasî û civakî di nava wê beşê Kurd de pêvîst e ku rojekê zûtir ew vegerin ser kok û binatê xwe.
Zimanê Lekî
Heger mirov li ser navên zaravayên dinê di zimanê Kurdî de jî bihizirê, navê herî xweşî li vî zaravayî teyî bê gûman Kurdekî ye. Kurmancî, Kirmanckî û Kurdekî, çiqas baş lihev tên û xweş e! Tirk, bi zanyarî dixwazin zaravê Kurdekî wek Kirmanckî têxin nava nîqaşan û di dawî de bibêjin: ”Ew ne Kurdî ye, zimanêkî cuda ye…” Lê nîqaşên li ser vî zaravayî bê watê ne. Ew zaravayekî Kurdî ye û ji milê Goranî-Lekî ye.
Ji bo zaravayê Lekî dibêjin: ”Zaravayê helbestan û nivîsên olî” û ew di nava koma Lorî û Goranî de ye. Xuya ye ku ew koma zaravayên Kurdiya başûr pêk tînin. Li Loristanê (Lekistan), zaravayên Kurdî yên başûr bi navê Lekî tê zanîn. Herêm, ji alî gelê wir ve wek Lekistan tê binavkirin. Hema hema tevahiya nifûsê bi Lekiya ku zaravayekî Goranî ye, diaxive. Goranî û lehça xwe ya jêrîn Lekî, Pehlî/Feylî û Hewramanî li herêmê bloka ziman pêk tînin. Di alî ziman de nêzîkî Kelhorî û Kirmanşahî ye. Lekî, nêzîkî Goranî ye û ji gîştiya wan re Lorî tê gotin, lê Lekî nêzîkî Kurmanciyê ye jî. Ehlî-Heq û Şîîtî bi wê zaravayê ne. Ji zanyariya wan nûserena zaravazaravabi şûnde mirov dikare bibêje ku: Lek-Şêxbizin şaxekî Goranî ye. Hinek mînakên ji vî zaravayî li navênda Anadolê wiha ye:
Hin fermanên elaqedarî Lekiyan
Êla ku herî zêde ferman li ser heyî jî di nava Kurdan de Lek in. Dû beş ferman hene: yek li ser bac û berjêvendiyan e; ya din jî ji bo kuştin û bizorê bi cih kirinê ye. Ji yên bacê çend mînak:
* bi destê padîşahê Osmaniyan di sala 1756´an de ji bo êla Lek a li Amedê hatiyê nivîsîn. Tê de tê gotin ku: "Ew ji koka pêxember in û pêwîst nake bacê bidin."
* Ji Abdulhamid I, sala 1780´yî hatiyê dayîn li ser Lekên koçberên li Erzirûmê: "Ew ji koka pêxember in û pêwîst nake bacê bidin."
* Sala 1815´an Mahmûdê II ji bo yên li Haymana-Yenîcêyê ferman daye: "Bacê ji wan nestînin û beşêk ji baca hatî komkirin bidin wan."
Şêxbizinî û helwêsta wan
Di nava Şêxbizinan de dîtinek heye, dibêjin ku: "Wan di serdema Osmaniyan de alîkarî daye Siltan Selîm û piştî şer ji wan re şecere (belga dîrokî ya binemalê îsbat dike) hatine nivîsîn û di wan de tê gotin ku ew: "Ewladê Resûl Seyyîd in” û li ku derê bixwazin dikarin niştecîh bibin. Dibe ku wê demê Siltan Selîm destûr dabe ku ew bên navenda Anadolê jî; lewra têkiliyeke baş di navbera wan û dewletê de xuya dike. Lê maneya vê ne ew e ku rewş her tim wiha bû. Ew ji bo demeke kin dibe ku mumkin be. Lewra li ser Şêxbizinên Anadolê jî gelek fermanên komkujiyan û bi darêzorê bicihkirinê (îskanê) hene. Yek ji van ya sala 1576´an e, lê di wir de ne diyar e ka ew li ku dijîn. Dibe ku cihê wan Çûkûrova yan jî dora Elezîz û Palûyê be. Ferman wiha ye: ”Ji Begêbeganê Mereş û ji Qadiyên Samantû, Goksûnê re! We ji min re name şandiyê ku Danişmendiyan êrîşê Avşaran kiriye. Dema tu çûyî parastina Wanê, ji ketxûdayê civata Avşar Recep, Behrî û Kuçuk Mînnet hatine û ji ketxûdaye civatên Tirkmanî Danişmendlû û Lekvanik Zekeriya û Xûdawerdî re girêdayî 400-500 siwarî hatine, malên wan talan kirine û şeş kesên wan kuştine… Sal 989 (a hicrî, teqabulî 1576´an e). Di sala 1578 an de ji bo Reşiyên li Meletî jî fermaneka bi vî rengî derxistibûn. Dîsa fermanên bi zorê li navênda Anadolê bicihkirinê yên salên 1698´an an hene.