Nivîkar û lêkolînera Xorasanî Gulê Şadkam, çand, wêje û kevneşopiya Kurdên li Xorasanê dijîn lêkolîn kir û encamên lêkolîna xwe di pirtûka bi navê Paçesor de berhev kir. Şadkam di pirtûkê de nêzî 30 hezar biwêj, 2 hezar pêşgotin, 200 manî û 2 hezar helbestên ji 3 rêzî pêk tên, bicih kir.Şadkam da zanîn ku li Horasanê çandeke Kurdan ya çend hezar salî heye, lê derbasî nivîsandinê nebûye û malbatên Kurd ji ber li malê bi zarokên xwe re Farsî diaxivin, bi rîska asîmîleyê re hatine rû hev. 


Lêkolînkirina çandê

Şadkam bi lêv kir ku beşa matematîk û fîzîkê qedandiye û got qada xebata wê ya esas zanistên fenê ye û got: “Min bi teşwiqa profesorê Tirk Riza Sadika yê ji Horasanê koçî Kanadayê  kiriye, dest bi lêkolîna çand, wêje û zimanê Kurdî kir. Despêkê min ferhengeke ku ji 200 hevokî pêk dihat amade kir û ji bo zêdetir pêş bikeve, ez çûm cem Kurdên koçber yên Xorasanê û min lêkolîn kirin.  Ji bo ez axaftinên wan belge bikim, min bi kamerayê dîmen girtin.  Çanda Horasan tevî ku çandeke gelek kevn û belavbûye tenê bi devkî maye. Niha bi rîska tinebûnê re hatiye rû hev.”


Esasên bihevrejiyanê

Şadkam di berdewamiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Ez biçûk bûm, min gelek ji çîrokan hez dikir. Pîra min ji min re bi sedan çîrok vedigot. Min ev çîrok piştre nivîsin û di pirtûkê de bi cih kir. Piranî stran û klam, mijara wan evîn, şer û jinên dîl hatine girinê ne.  Pêşgotin jî ji senteza şert û mercên jiyan û xwezayê ava dibin.  Di nava çîrokên min berhev kirine de çîrokên ku 2 hezar sal paşeroja wan hene, heye.  Helbestê li ser zarokan hatine nivîsîn hene.  Ev di dema hilhatin û roj avabûnê de hatine gotin. Di dema lêkolînê de min dît ku zarokên Kurdan ji temenê biçûk de bi xwezayê re dijîn. Mînak helbesteke ku têkiliya zarok û gîha vedibêje heye.  Kurd beyî zirarê bidin xwezayê û texrîb bikin,  dikarin bi xwezayê re bi hev re bijîn.”


Xebata daneheviyê

Şadkam bi lêv kir ku nêzî 30 hezar biwêj, 2 hezar pêşgotin, 200 manî û  2 hezar helbestên ji sê rêzan pêk tê berhev kiriye û ev jî kiriye pirtûk. Her wiha da zanîn ku gelek çîrok jî bi kamereyê qeyd kiriye lê hîna derbasî nivîsê nekiriye.  

Li ser pirsa me ya pisgirêka herî girîng ya Kurdên Xorasanê çiye jî Şadkam wiha got: “Em bi gelên wir re di heman şertan de dijîn.  Lê di alî lêkolîna liser çand, ziman û dîroka Kurdan de zehmetiyan derdixin. Ji bo xebatên çandî piştgiriya aborî nadin.

Dibêjin xebatên xwe bikin, lê astengiyê derdixin.  Naxwazin em bi parçeyên din yên Kurdistanê re têkiliyê deynin. Çend radyoyên dewletê yên weşanê dikin hene. Lê ev di bin kontrola dewletê de ne. Dewlet Kurdan dişînin festîval, fuar û pêşangehan. Ez gelek caran şandime.  Em wek Kurdan dixwazin xwe rêxistin bikin lê dewlet desturê nade.  


Pirsgirêkên wan bi gelên din re tune ye

Li Xorasanê Tirk, Tirkmen, Kurd, Tat û Fars bi hev re dijîn û hejmara Kurdan nêzî 2 mîlyonî ye. 100 sal berê di navbera Kurd û Tirkmenan de pevçûnên dijwar hatine jiyîn. Kurd bi sewalkariyê re mijûl dibûn. Rewşa wan baş bû.  Lê tirkmenên jiyanek koçber jiyane, êrîşê Kurdan dikin û malê wan talan dikin, jin û zarokên wan direvînin.  Hikûmeta Îranê ewlehiyê zêde dike û êrîşên wan kêm dibin. Lê niha têkiliyên wan gelek başin.  Niha bi hev re dizewicin. Navbera gelan başe.”


2 hezar sal in li wir dijîn

Li gorî belge û daneyên derketine holê, Kurd beriya Îsa 2 hezar sal berê li Horasanê jiyane û tê gotin ku 500 sal berê di dema Yavuz Sultan Selîm û Şah Îsmaîl de nêzî 40 hezar Kurdên Elewî ji Erzirom û Agiriyê koçî Horasanê kirine. Li Xorasanê çandeke Kurdan ya hezar salî heye û lê piranî derbasî nivîsê nebûne, her çûye tine bûne.  Li Xorasanê pêvajoya asîmîlasyoNê destpêkiriye. Gelek malbatên Kurd bi zarokên xwe re bi Farsî diaixivin.  Ger wisa biçe wê di çend salan de Kurd tine bibin. Ji bo ev asîmîlasyon bê sekinandin  peywirek mezin dikeve ser milê rewşenbîrên Kurd yên Xorasanê. Divê bi rewşenbîrên Kurd yên parçeyên din yên Kurdistanê re têkiliya ava bikin.”



MURAT KUSEYRÎ / ANF /STOCKHOLM