Di salên dawî de kovargeriya Kurdî xwe ji çerxa wêjeyê rizgar dike û berê xwe dide disîplînên din ên zanistî û di vî warî de kovarên nû derdiçe. Yek ji wan jî kovara Psychology Kurdî ye ku meha borî tevli refên kovarên Kurdî bû û di vî warî de xebatekê nû ye. Wekî editoriya kovarê jî dibêje kovareke bi vî rengî derxistin bi xwe re hin zehmetiyên wekî nebûna termînolojiya Kurdî û nebûna toreke derûnnasên Kurdî derdixe holê lê wer xuya ye ku kovara  Psychology Kurdî wê bibe wesîleya sazkirina termînolojî  û tora derûnnasên Kurd.    

Hejmara yekemîn bi navê “Zarok, şer û trawma” derçûbû. Di vê hevpeyvînê de edîtoriya kovarê bala Kurdan ji siyasetê wêdetir dikişîne ser derûniya Kurdan û ji vê şibakê meseleyan analîz û şîrove dike. Pirsên me xebatkarên kovarê li ser navê editoriya kovarê bersivandin. 


Derxistina kovareke derûnasiyê mîna -Psychology Kurdî- ji kîjan pêwistiyê hat. Sedema ku we biryara karekî wisa da çi bû?

Gava ku em li dîroka Kurdan û wêjeya Kurdan dinêrin heya anha xebatek wisa derneketiye holê. Li ser vê xebata ku em ê bikin me lêkolîn kir lê mixabin di warê derûnî de em rastî tu nivîs û nivîskarên Kurdî nehatin (ji bilî 1-2 nivîs û nîvîskaran) Tûnebûna termên derûnnasiyê jî karê me hîn dijwartir kir bi rastî. Em çend hevalên derûnnas, mamoste û dermansaz ên Kurd li hev civiyan û me xwest ku nivîsên ku em di warê derûnnasiyê de dinivîsin di vê kovarê de bigihîjînin hev. Dema xebatek wisa di holê de hebe wê ev kovar ji bo derûnnasiya Kurd re bibe bingehek û kesên ku bixwazin di vî warî de binivîsinîn wê jê sûd bigirin.


Pirsgirêkên ku Kurd mîna civak dijîn, bandorên van pirsgirêkan û rizgarbûna ji van pirsgirêkan çiqasî bi Psîkolojiyê ve girêdayî ye?

Bê guman pirsgirêkên ku civak dijî û serboriyên civakê, bandora wê ya derûnî heye. Lewre pirsgirêk û serpêhatiyên civakê di bîra civakê de tê tomarkirin, bandora bîra civakî li ser avabûna bîra takekesiyê heye. Ango bîra takekesiyê hêza xwe ji bîra civakî distîne, ev jî çarçoveya fikr û ramanên civak û takekesiyê diyar dike. Li gorî Maurice Halbwachs bîra takekesî ji têgihiştin û serwextbûnê pêve ne tiştek e. Halbwachs dibêje, bîr tiştekî jîndar e û herdem danûstandina xwe berdewam dike. Di vê danûstandinê de çarçoveya rastiya jiyanê tê guhertin, winda dibe û carcaran jî tê ji bîr kirin. Ji ber vê yekê, ji bo gelê bindest bîr pir girîng e, rêya rizgarbûnê bi parastina serboriyan û bi xeyalkirina pêşerojê tê kolandin. Loma serdest herdem êrişên xwe dibin ser bîra bindestên xwe, da ku bîra hevpar ya civaka bindest qilêr û şolî bikin. Ev jî bandorê li derûniya civakê dike û derûniya takekesiyê jî bi pirsgirêkên derûnî re rûbirû dihêle, ji hêla bîra takekesiyê ve ev yek pirsgirêkek belavbûnê ye. Pirsgirêkên bîra civakî di nava endamên koma civakê de weke şewbeke derûnî li wan belav dibe. Dîrok (bîranîn) him ji bo bîra takekesiyê û him jî ji bo ya civakê hêmaneke ku pergala rizgarbûnê pê tê zîvirandin e. Lê her çiqasî pirsgirêkên civakî bandora xwe li ser bîra hevper û a takekesiyê hebe jî, di bingeha xwe de cudabûn di navbera wan de heye. 


Pirsgirêka Kurdan a neteweyî, pirsgirêka azadiyê, şer, penaberî, malwêranî, bi şer ve girêdayî pirsgirêkên aborî û hemû pirsgirêkên civakî dema li ser hev kom bibin dikare ev tev mîna pirsgirêka derûnî were formule kirin?

Ev hemû pirsgirêk û şer û penaberî her yek bi tena serê xwe bêyî ku em bindestî û serdestiyê bifikirin rê li ber gelek pirsgirêkên derûnî û civakî vedikin, bandora van hemû pirsgirêkan û şer û penaberiyê jî li ser hev du heye û barên hev du girantir dikin. Lewre, şer û penaberî gelek pirsgirêkên derûnî (trawma, merezî, xemgînî, tirs û saw) bi xwe re tîne, lê ku li tenişta van pirsgirêkan pirsgirêkên netewî jî li ser hev du bên kom kirin, wê demê barê mirov û yê civakê bêhtir dijwartir dibe. Ev jî rê li ber gelek nexweşiyên domdar (chronical) vedike. 


Mîna nakokiyê jî xuya bike dixwazim pirs bikim? Pirsgirên li jor min rêz kirin bi xwe re pirsgirêka derûniyê diafirîne, lê belê di heman demê de sererastkirin, rehetbûna mirovan a derûnî jî mîna kilîda çareseriya pirsgirêkên li jor teva ye. Yanî dikare were gotin derûnî, psîkolojî hem encam e hem jî destpêk e?

Bêguman tendirustiya derûniya mirov û civakê pir girîng e û ji bo çareseriya pirsgirêkan gelek bi sûd e. Lê mirov nikare van pirsgirêkan tevahî mîna zincîrekê û kilîde bifikirin. Lewre, her yek ji wan bi serê xwe zincîrek û kilîdek cuda ne, çavkaniyên wan tev ne wek hev in. Her çiqasî sererastkirin û vekirina zincîrekê li ser çareserkirina yên din bi bandor be jî, pirsgirêkên din ji holê ranake. Jixwe derûniya mirov û civakê çiqasî saxlem û qewîn be jî bi şer û penabariyê dibe ku ji binî de xera bibe û dibe ku saxlemtir û qewîntir jî bibe. Gelek pêker (factor) li ser derûniya  mirov û civakê bi bandor in.


Şerên ku trawma bi xwe re tîne  bandoreke çawa li civakê dike? Ev bandor çiqasî dimîne? 


Şer gelek nebaşiyan bi xwe re tîne; mirin, penaberî, wêranî, xizanî û pirsgirêkên bi vî awayî. Şer çawa ku bandorê li ser mirovan û pêşeroja wan dike, bi vî awayî li ser civakê jî bi bandor e. Mîna mirovan bîr û hişê civakê jî heye û serpêhatiyên civakê jî di bîr û hişê civakê de tê qeyd kirin. Rûdanên metirsî yên ku bi şer re rûdanan bi çîrok û çîvanokên hevpar li hişê civakî yê hevpar tê tomar kirin, bi awayî trawmayek hevpar çêdibe. Hin lêkolîner vê trawmaya hevpar weke trawmaya nifşî dibînin û dibêjin ev trawmaya nifşî bandorê li nifşên pey xwe dike, her çiqasî bandora trawmayê bi demê re kêm bibe jî bi nifşan re derbasî nifşên din dibe. Çawa ku derûniya mirovan bi şer re dikeve bin xeteriya nexweşiyên derûnî, bi vî awayî derûniya civakê jî di bin bandora şer de bi nexweşiyên derûni re rûbirû dimîne.

We hejmara yekemîn bi mijara, “Zarok, Şer û Trawma’’ derxistin. Bawer im herî zêde bandorên şer zirarê dide zarokan. Gelo ev yek di heman demê tê wateya ketina xetereyê ya pêşeroja civakê jî?

Belê weke ku we jî got, rûdanên trawmatîk herî zêde zarokan dixe bin bandora xwe, belê bi gelemperî têgihiştin, bertek  û şîroveya zarokan a li ser trawmayê bi bertekên derdora wan ve girêdayî ye. Mînak, zarokên du-sê salî jî dikevin depresyonê û trawmatîze dibin, lê sedema depresyon û trawmatîzebûnê ne rûdanên trawmatîk e, sedema wê bertekên dê û bavan e. Lewre, van zarokên du-sê salî bi bertek û hestên dê û bavên xwe dizanin ku hin tişt ne li rê ne, ev jî tirs û sawê bi wan re çêdike. Lewre pergala jiyana zarokan ya xwezayî xerabûye, dêya wan her roj di eynî danî xwarina wan dida wan û bavên wan her roj hema hema di eynî saetê de dihat malê bi wan re dikeniya, lê êdî mirûzê bavên wan nexweş e û nema henekan bi wan re dike û hwd. Jixwe bêpergalî bi tena serê pirsgirêkek e. Li gorî hin lêkolîneran pitik di rûyê diya xwe de trawmatîze dibe. Zarok ji ber ku ev rûdanên nexweş cara yekem tên serê wan nizanin wê çawa tevbigerin û wê çi bertekan nîşan bidin. Ji ber vê yekê zarok derdor û merivên xwe dişopîne û li gorî wê bertek û tevgerên xwe bi şikl û şemal dike. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku bertekên kesên gihiştî û civakê ji bo bertekên zarokan rêber e. Ev bertekên trawmatîk ên dêûbavan û derdorê çiqasî demdirêj be wê radeya bandor û xeteriyê wê li ser zarokan bilind bibe. Bi demê re gelek pirsgirêkên derûniyê rû didin; stresa tîj û domdar, merezî, xemgînî, tirs, saw, dubarejiyîna trawmayê û jiyana rojane dikeve bin metirsiyê. Bêguman ev jî civakê û derûniya civakê jî serobino dike.

Amedekerinina kovare derûnasiyê her wiha bi zimanê Kurdî ê di bin zextê de berpirsiyareke çawa ye?

Her çiqasî di bin zext, zor û zehmetiyan de ev kovar were amadekirin jî ji ber ku kovara derûnnasiyê ya bi navê ‘Psychology Kurdî’ sedîsed bi zimanê Kurdî ye ev me kêfxweş dike û ji bilî vê jî hêzê dide me. Wek ku me berî anha jî anî zimên heta îro li ser gelek babetan kovarên bi Kurdî derketin holê lê bi vî awayî kovarek derûnnasiyê derneketiye. Ji ber vê yekê jî bi derxistina vê kovara derûnnasiyê ya bi zimanê Kurdî em serfiraz in. Me xwest ku em êdî derûniya Kurdan bi zimanê Kurdan bi wan re bidin xwendin û bi rêya vê kovarê nivîsên derûnî binîvîsînin û bidin nivîsandin. 

Lê mixabin, zimanê Kurdî bixwe ji bo Kurdan tiştekî trawmatîzebûnê ye, bêyî tiştekî Kurd axaftin, xwendin û nivîsandina zimanê xwe weke zext û metirsiyekê ji xwe re dibînin. Ev jî wek ku me li jor bahs kir bi trawmaya nifşî re têkildar e, lewre di dema xwe de Kurd ji ber axaftin, xwendin û nivîsandina zimanê xwe (Kurdî) gelek zext û zehmetî kişandine û ev jî bi çîrok û çîvanokan dûbare di hişê hevpar yê civakê de hatiye tomar kirin û hetanî roja me hatiye. Ji ber ku ew trawma bêyî ku çareser bibin bi xeteriyê girantir di bîr û hiş de hate dûbarekirin, ev jî di binhişê civak û kesan de bi nexweşiyên curbicur hate qeyd kirin. Dema ku mirov raserî rûdanek nû dibin, wê rûdanê bi qeyd û bendên hişê xwe yê kevin şîrove dike û bertekên xwe li gorî wê bi şikl û şemal dike. Ji ber vê yekê berpirsyariya karê zimanê Kurdî herçiqasî giraniyekê li ser milê mirovan çêbike jî ji bo derûniya mirovan derûnderman e.


Eleqeyeke çawa ji hejmara yekemîn re hate nîşan dan?

Bi qasî ku me şopand û li gorî bertekên ku li me vegeriyan; ji tiştê ku me guman dikir zêdetirîn kovara Psychology Kurdî eleqe dît. Gelek kesan ji bo ku kovarek wisa derketiye kêfxweşiyên xwe pêşkêşî me kir û anîn zîmên ku bi vê kovarê valahîyek mezin hatiye tijekirin.Hêvîdar in ku eleqedarî û derxistina kovara ‘Psychology Kurdî’ bi saya kesên derûnnas û kesên ku bi derûnnasiyê ve eleqadar re her berdewam be. 


 Amadekariyên hejmara pêş di kîjan astê de ne?

Ji bo hejmara duyem em xebatê xwe didomînin, wê hejmara duyem di meha Rêbendanê de derbikeve. Wê di vê hejmara duyem de dosyayek li ser derûndermaniya trawmayê hebe û ji bîlî vê wê li ser gelek cureyên derûnnasiyê de gotarên balkêş hebin.   

AZÎZ OGUR

NAVENDA NÛÇEYAN